Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e

  • rojane
  • 12:06 27 Kanûn 2023
  • |
img

AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin ku êrişên li dijî qadên sivîlan sûcê şer e. 

Di şer û pevçûnên li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê de 12 leşker hatibûn kuştin. Piştî kuştina leşkeran, deweleta tirk êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir. Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 8 kes hatin qetilkirin û 18 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bîlançoya êrişan parve kir û da zanîn ku 2 hezar û 200 gund di tariyê de mane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewelta tirk bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bêmirov li dijî herêmê 40 êriş pêk anîne. 
 
Di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de qadên sivîlan, binesazî û nexwexşane hedef hatin girtin. Welatiyên Amedê têkildarî êrişan ji ajansa me re axivîn û bertek nîşan dan. 
 
‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’
 
Ji welatiyan Ekrem Yildiz anî ziman ku ew şer naxwazin û pirsa “Gelo dê ev şer heta kengî bidome?” kir. Yildiz, diyar kir ku ev 40 sal in şer bênavber didome û ev tişt anî ziman: “Mîna me kurdan, tevahiya van leşkerên tên kuştin xizan in... Zarokên dewlemendan namirin. Şer hem zilm hem jî zordestî ye. Çi karê me li Sûriye û Iraqê heye? Sînorê me diyar e. Kî bibe sedema mirina van mirovan, xwedê heqê xwe bo wan nehêle. Divê gelê kurd bibe yek. Nexwe bi tu awayî rê li ber vî şerî nayê girtin. Ev sed sal in zilm li me tê kirin. Divê çareseriyek hebe. Çareserî li Enqereyê ye. Divê siyasetmedar bi hev re bicivin. Heta ku heq, hiqûq û edalet nebe ev pirsgirêk çareser nabe. Ev 40 sal in mirov tên kuştin û dibêjin ‘me tune kirin.’ Ev çima tên kuştin? Çi sûcê van kesan heye?” 
 
‘AŞTÎ, AŞTÎ Û AŞTÎ’ 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Yildiz jî xwest şer bê rawestandin û mirov jiyana xwe ji dest nedin û banga aştiyê kir. Yildiz, diyar kir ku tu tiştek ji sekinandina şer û aştiyê xweştir nîne û wiha got: “Bira birayî dikuje. Li her devera Rojava şer heye. Aştî, aştî û aştî.”
 
Hanimşah Çelîk jî anî ziman ku ji xemgîniya xwe nikarin televîzyonê jî temaşe bikin û wiha dom kir: “Derdê me mezin e. Em dixwazin mîna birayên hev bijîn. Em xayîntî û şer naxwazin. Zar û zêçê mehf perîşan bûn. Xwedê stûyê zaliman bişikîne. Em şer naxwazin.” 
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’
 
Têkildarî mijarê Mûrat Seyar jî got ku îktîdar li ser kurdan siyaseta xwe dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Leşker dimire, xizan û hejar in. Nabêjin bê ka çiqas leşker mirine. Qadên sivîlan bombebaran dikin, depoyên wan, ceyrana wan û petrola wan bombebaran dikin. Li ser wan polîtîkaya bêzarkirinê dimeşînin. Ya me jî yekitî tune ye. Dev ji Rojava berdane ketine pey Filistînê. Bi şev û roj li Rojava mirov tên kuştin. Çima dengê we dernakeve? Heta ku em nebin yek dê biçin yek bi yek.” 
 
Seyar, da zanîn ku ji bo sekinandina şer tekane çareserî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin, guftûgo bê kirin, bi hev re rûnin û rijandina vê xwînê bidin sekinandin. Heta ku diyalog nebe dê her roj ev mirin çêbibin. Heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan nekin dê ev meseleye çareser nebe.” 
 
Mehmet Kanadioglû jî got; “Em mirov in. Kî jî zilmê bike dê mirov vê zilmê qebûl nekin.” Kanadioglû, “Pêvajoya çareseriyê” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ya piştî wê lîstik bû. Pêvajoya aştiyê bi dawî kirin û şer dan destpêkirin.” 
 
‘SÛCÊ ŞER E’
 
Ji welatiyan Fîkret Ozgun jî bi lêv kir ku êrişên li dijî sivîlan komkujî ye û wiha derbirî: “Ev, sûcê şer e. Kî vî sûcî bike divê bê cezakirin. Îcar heke mijara behsa xeberê zarok û sivîlên li Rojava tên qetilkirin be...” Ozgun, êrişên li dijî Filistînê jî şermezar kir û got ku divê her kes dengê xwe bilind bike. 
 
‘ROJAVA BÊXWEDÎ NÎNE’ 
 
Yucel Yildiz ji herêma Behra Reş hatiye Amedê û bi cih bûye. Yildiz, bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û wiha got: “Hinek mirov bertekê nîşanî Îsraîlê didin û şermezar dikin. Heke li Filistînê mirov hebin, li Rojava jî hene. Alîkarî û piştgiriyê didî Filistînê lê li Rojava jî mirov hene. Li wir zarok hatin qetilkirin, bav hatin kuştin. Bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Li wir nexweşxane û mal hatin bombebarankirin. Ketin nava xaka mirovan. Bi rastî jî ez çi rêzê ji bo vê nagirim. Rojava bêxwedî nîne. Heke tu piştgiriyê bidî Filistînê, dê bidî Rojava jî. Ew jî bêxwedî nînin.” 
 
Yildiz, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev şer bi 3-5 kesan nayê sekinandin. Pêdivî bi yekitî û tifaqê heye. Çi kurd an jî tirk, tu wateya nîjadperestiyê nîne.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

28/12/2023
09:08 Ji bo Roboskêya li benda edaletê bîrdariyek
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN
27/12/2023
19:41 Dema pêşhilbijartina DEM Partiyê eşkere bû
19:27 Di doza teqîna li Pasûrê de der barê hevşaredaran de hem beraet hem jî ceza hat xwestin
18:14 Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
17:10 Li 5 bajaran Nobeta Edaletê: Roj roja têkoşîn û serhildanê ye
16:37 Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin
16:22 Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê dike
16:17 Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
15:58 Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê: Bikevin nava tevgerê
15:38 Bayindir: Em ê serî netewînin û di hilbijartinan de bi ser kevin
15:08 Ji Îmraliyê re qert şandin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
14:52 Ji kesên li 3 bajaran hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan
14:41 Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin
13:37 Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê
13:35 Navê ‘Esat Oktay Yildiran’ ê li dibistanê hatibû kirin hat rakirin
13:32 Di doza Sîncar de dozger hate guherandin
13:21 Gun ê ku di êrişa cerdevanan de birîndar bûbû cara 4’an emeliyeta bû
12:52 Li Kurdistanê pirsgirêka koçberiyê: Heke em dest bidin hev dê bikarin pêşî lê bigirin
12:38 Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin
12:33 ‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’
12:06 Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e
11:30 Li Meletiyê erdhej çêbû
11:29 Girtî Kavak: Ji bo xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome
11:10 Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ
11:03 Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin
10:36 Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
10:01 Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 64 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan mehek li pey xwe hişt
09:05 CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?
09:04 Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye
09:03 Celalettîn Can: Ez bi saya piştevaniyê ji girtîgehê derketim
09:02 Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin
09:01 Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere
09:00 Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
26/12/2023
19:59 Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:56 Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin
17:10 Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke
16:21 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin
16:18 Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye
16:12 Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin
15:24 Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
15:24 Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
15:21 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn