Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê

  • rojane
  • 15:09 23 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 29 sal berê Beşa Çapemeniyê ya Zanîngeha Marmara dixwend û hat windakirin pirsîn. Dayikan li gel rojnamegeran ji Bahçecî qurnefil danîn Qada Galatasarayê. 
 
Xizmên kesên di bin çavan de hatin windakirin, ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kujer bên darizandin, çalakiya Mirovên/Dayikên Şemiyê di hefteya 978’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Malbatên ku li qadê kom bûn, wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn qada Galatasarayê. Di çalakiya vê hefteyê de Hevseroka  Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Endamên komîsyona girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê û gelek parazvanê mafên mirovan amade bûn. Xizmên windayan di vê hefteyê de aqûbeta Xwendekarê Ragihandinê yê Zanîngeha Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994’an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
29 SAL IN EM DIPIRSIN: ÎSMAÎL LI KU YE? 
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Aysel Ocak, daxuyanî da û diyar kir ku 29 sal in pirsa "Îsmaîl Bahçecî li ku ye" dikin û wiha got: “Em dibînin binpêkirina mafan gelek zêde ye. Dewletên eleqeder divê hesap ji vê yekê bipirsin. Divê faîl bên darizandin. Ji ber ku dewletên eleqeder vê berpirsiyariyê nadin ser milê xwe, binpêkirina mafan zêde dibe." 
 
BI DEHAN CARAN HAT BINÇAVKIRIN Û ÎŞKENCE DÎT
 
Ocak, destnîşan kir ku ew dixwazin di dosyaya Îsmaîl Bahçecî de zelaliyek çêbibe û wiha got: "Di destpêka salên 90’î de xwendekarên zanîngehê, ji ber li dijî pergala YOK'ê mafên xwe yên demokratîk diparastin, ji bo mafê xwe yê xweser û demokratîk komele ava kirin. Xwendekarê Ragihandinê yê Zanîngeha Marmarayê Îsmaîl Bahçecî di nava xebata rêxistinê de cihê xwe girt. Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekaran a Tirkiyeyê bû. Îsmail jî wekî xwendekarên din bi çalakiyên polîtîk derket pêş. Ew jî wekî xwendekarên din rastî zext û tundiyê hat. Bi dehan caran hat binçavkirin û îşkence dît. Di sala 1993'an de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Polîsan bi ser mala Îsmaîl Bahçecî ya navçeya Avcilarê de girt. Ji ber vê yekê Îsmaîl ji malê qetiya." 
 
POLÎS LI XWE MUKUR HATIN KU WAN ÎSMAÎL WINDA KIRIYE!
 
Ocak, anî ziman ku kesekî xwe wekî hevalê Îsmaîl da naskirin û di 24'ê kanûna 1994'an de bi telefonê li malbatê geriyaye û wiha got: "Kesê xwe wekî hevalê Îsmaîl da nasîn anî ziman ku Bahçecî ji aliyê polîsan ve hatiye revandin. Piştî vê agahiyê bavê Îsmaîl Bahçecî Şehmus Bahçecî di heman rojê de çû serî li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û DGM'ê da. Lê rayedarên darazê înkarkirin ku Îsmaîl hatiye binçavkirin. Di heman rojê de polîsan bi ser kargeriya hevalê wî de girt. Polîsên bi ser kargeriyê de girtin, îdîa kir ku li ser endamekî rêxistinê telefona wî hatiye girtin û ji ber vê yekê bi ser kargeriya wî de girtine. Piştî bi ser kargeriya hevalê wî de girtin, hevalê wî binçav kirin. M.Y. yê ku di Çileya 1995'an de li Enqereyê hat binçavkirin, diyar kir ku polîsan di lêpirsînê de ji wî re gotine 'Em ê te jî wekî Îsmaîl Bahçecî winda bikin' û gef li wî xwarine. Piştî 24'ê çileya  1994'an careke din agahî ji Îsmaîl Bahçecî nehat girtin. Polîsan jî careke din bi ser mala wan de negirt. 
 
29 SAL IN AQÛBETA ÎSMAÎL TARÎ YE
 
Ocak bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê yên li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ne tenê em hemû civak dikeve bin bandora van polîtîkayan. Dayik Fatma û bav Şehmus Bahçecî ji bo kurê xwe bibînin bi hemû rayedarên dewletê re hevdîtin kirin. Lê tu encam bi dest nexistin. Windakirina Îsmaîl birin rojeva Meclîsa Tirkiyeyê. Birih saziyên navdewletî. Lê hemû hewldanên malbatê bê encam man. 29 sal in aqûbeta Îsmaîl nayê ronîkirin û aqûbat wî di tariyê de dimîne. kesên ew winda kirin nehatin cezakirin û hatin parastin." 
 
EM Ê HETA DAWÎ JI BO HEMÛ WINDAYAN EDALETÊ BIXWAZIN
 
Ocak herî dawî da zanîn ku 29 sal in ji bo aqûbeta Îsmaîl Bahçecî bê ronîkirin têdikoşin û wiha bi dawî kir: "Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan 978 hefte ne ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têdikoşin. Ji bo rastiya Îsmail Bahçecî bê ronîkirin û kujer bên darizandin em bang li rayedaran dikin û dixwazin erka xwe pêk bînin. Çiqas dem derbas bibe jî em ê lêpirsîna windayan berdewam bikin. Em ê heta dawî edaletê bixwazin. " 
 
Xizmên windayan û xebatkarên çapemeniyê piştî daxuyaniyê li Qada Galatasarayê ji bo Îsmaîl Bahçecî qurnefil danîn qadê. 
 
 

Sernavên din

25/12/2023
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin