Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!

img
WAN - Li girtîgehên ku hikûmet gelek caran pesnê wan dide, di nava salekê de hema bêje tu maf nemane ku nehatine binpêkirin. Herî kêm 4 hezar û 904 binpêkirinên mafan pêk hatin, 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da û berdana 245 kesan jî hat taloqkirin. Herî dawî bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" greva birçîbûnê dest pê kir.
 
Dema behsa binpêkirina mafên mirovan tê kirin, yekem tişta ku tê bîra mirov girtîgeh in. Bi salan e li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafan ên tund tên kirin. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hat ragihandin, ev binpêkirin zêde bûn. Bi taybetî bi girtîgehên tîpa S û Y'yê re ku armanca avakirina wan bi temamî binpêkirina mafê pêwendîdanînê ye, îzolasyon û tecrîd kûrtir bû. 
 
Di serdema desthilata AKP'ê de bi hinceta "ne li gor normên navneteweyî bûn" bi giştî 392 girtîgehên vekirî û girtî hatin girtin. Lê belê li şûna van girtîgehan, girtîgehên ku binpêkirinên mafên mirovan girantir kirin hatin avakirin. Ji 1’ê Kanûna 2023’yan û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê 274 ji wan girtî bi giştî 405 girtîgeh hene. Ji van girtîgehan 16 jê di sala 2023'yan de hatine avakirin.
 
Hikûmet ku qîma xwe bi vê neanî, plan dike ku di sala pêş de girtîgehên nû ava bike. Wezareta Dadê ya ku doza budçeyeke 198 milyar û 703 milyon û 54 hezar lîre dike, hewl dida beşeke vê budçeyê ji bo çêkirina hin girtîgehan xecr bike. Wezaretê ku di pêşnûmeya budçeya sala 2024'an de plansaziya ji bo çêkirina 12 girtîgehan çêkiriye, dixwaze di sala 2025'an de jî 8 girtîgehên din çêbike. 
 
REWŞA GIRTÎGEHAN
 
Kapasîteya giştî ya girtîgehên heyî, 228 hezar û 186 e. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, 275 hezar û 965 jê mehkûm bi giştî 314 hezar û 502 kes di girtîgehê de ne.         
 
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê jî çend roj berê diyar kiribû ku di 11 mehên sala 2023’an de zarok û gelek rêveberên partiyê jî di nav de 2 hezar û 906 kes hatine binçavkirin û 319 kes jî hatine girtin. Hat destnîşankirin ku ev hejmar a herî kêm e. Li gorî hejmara navborî, tê texmînkirin ku hejmara girtiyan ji ya hatiye eşkerekirin zêdetir e.
 
Di sala 2023’yan de gelek rojnameger jî hatin girtin. Li gorî rapora 11 mehên sala 2023'yan a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), niha li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 57 rojnameger girtî ne. Hevseroka DFG'ê Dîcle Mûftûoglû jî yek ji van rojnamegeran e.
 
DI 9 MEHAN DE 4 HEZAR Û 904 BINPÊKIRIN
 
Girtî, di sala 2023’yan de bi binpêkirinên mafan her di rojevê de man. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li ser vê mijarê gelek kesan serî lê daye, di nava salê de gelek rapor eşkere kirin; Di 9 mehên sala 2023’yan de 4 hezar û 904 binpêkirinên mafan li girtiyan pêk hatin. Hin ji van binpêkirinan ev in: binpêkirina mafê jiyanê, muameleya xerab, destdirêjî, îşkence, xwenegihandina mafê tenduristiyê, qedexeya ragihandinê, kêmxwarinî, xwenegihandina mafê darizandineke adil, liv û tevgerên biçûkxistinê, şewitandin, cezayê dîsîplînê, lêgerîna devkî, lêgerîna tazî, darvekirin, şewitandin.
 
BIRYARÊN ATK'Ê 
 
Binpêkirinên mafan ên navborî herî zêde bandor li girtiyên nexweş kir. Li gorî daneyên ÎHD'ê; li girtîgehan heta îro hezar û 517 nexweş hene û 651 jê ji wan nexweşîna wan giran e. Girtiyên nexweş ji ber raporên “Dikare di girtîgehê de bimîne” ên Saziya Tiba Edlî (ATK) bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Hin girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan, hin girtî jî piştî ku hatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Bangên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, bi taybetî jî yên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), bê bersiv hatin hiştin.
 
34 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Li gorî daneyên ÎHD'ê tenê di sala 2023'yan de herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî Cemal Tanhan (68) ê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû û nexweşîna wî di qonaxa 4'emîn de bû û 30 salan di girtîgehê de bû, di 4'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.
 
Navê kesên ku di sala 2023’yan de di girtîgehê de yan jî piştî serbestberdanê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Hamdîn Ordek, Necîp Bûlût, Cengîz Karlî, Kasim Saridogan, Talip Alan, Hakan Dernekçî Bayraktar, Beyza Sag, Alparslan Aslan, Sidîk Dûrgûn, Abdullah Oran, Dûygû Koral, Dîvalî Guzel, Erhan Konûk, Ûfûk Akçekaya, Neşet Ozçelîk, Abdûllah Kaynar, Abdulhalim Kirtay, Behçet Kaplan, Kamîl Tûranligolû, Ahmet Riza Ozkan, Alî Kara, Kûtlûhan Soylemez, Bayram Tekîn, Bişar Yazici, Umît Mûtlû Akpinar, Erhan Baştîn, Şakir Tûran, Sînan Ayyildiz, Mewlût Karaaslan, Îsmaîl Hakkî Erdem, Yilmaz Ozalp, Mehmet Selîm Ongûlû û Cemal Tanhan.
 
HERÎ KÊM BERDANA 245 GIRTIYAN HAT TALOQKIRIN
 
Di sala 2023'yan de taloqkirin û şewitandina înfazê dewam kir. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehê ku piştî pakêta darazê ya ku di Çileya 2021'ê de ji aliyê Meclisê ve hat qebûlkirin li girtîgehan hatin avakirin, wekî "dadgehên paralel" tevdigerin. Di nava salekê de bi hinceta "liv û tevgerên nebaş" herî kêm înfaza 245 girtiyan 3-6 mehan hat taloqkirin an jî ji bo 3-6 mehan hat şewitandin. 
 
HINCETÊN PÛÇ
 
Mijarên wekî hincet ji bo rapora "liv û tevgera nebaş" hatin nîşan. Hin ji wan sedeman wiha ne: “Xwendina zêde ya pirtûkan, nehevdîtina bi melayê girtîgehê re, nepoşmanbûn, ji ber ku ne poşman e beşdariya li jiyana civakî zirar e, govendgerandin, zêde bikaranîna avê, fatûreya zêde ya ceyranê, li girtîgehê nekutakirina zanîngehê, silavdayîn, guhnedêriya li hember xebatkarên saziyê..."
 
REWŞA ÎMRALIYÊ
 
Binpêkirina herî giran, di nava salê de careke din li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê pêk hat. Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kûrtir bû. Ji Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên bi Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de ne, 33 meh in tu agahî nayê girtin. Hemû serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi hinceta “cezayê dîsîplînê” hatin redkirin an jî hatin taloqkirin. Bi sedan serlêdan jî bê bersiv man.
 
Tecrîda Îmraliyê ku meseleya kurd hîn girantir kiriye, di nava salekê de bi çalakiyan protestokirin. Di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cuda yên cîhanê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî di 27’ê Mijdarê de li 106 girtîgehan bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Hin geşedanên girîng ên sala 2023'an ên li girtîgehan bi vî rengî ne:
 
* 4'ê Çileyê: Nexweşê Alzheîmerê Hamdin Ordek piştî ji Girtîgeha Gîresûnê derket, bi 6 rojan jiyana xwe ji dest da.
 
* 18'ê Çileyê: Hevşaredarê Xîzanê yê berê Îhsan Ûgûr ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Amedê girtî, ji ber axaftina bi kurdî cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
 
* 8'ê Sibatê: Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê hat îdiakirin ku girtiyan "serî hildaye". Di êrişa leşkeran de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
 
* 23'yê Sibatê: Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 14 hezar TL fatûreya xwarinê teblîxî malbata Ferhan Yilmazê ku ji ber îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest da, hat kirin. 
 
* 21'ê Adarê: Girtiyê siyasî Abdullah Oran ê li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
 
* 23'yê Adarê: Şaban Kaygûsûzê ku destê wî yê rastê û lingê wî tune ye, anî ziman ku dema sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin sendeliya bi teker nedane wî û ji ber ku cendirmeyan alîkariya wî nekiriye, bi nigekî çûye nexweşxaneyê.
 
* 29'ê Adarê: Berdana 12 girtiyên li Girtîgeha Bolûyê di nava salekê de zêdetirî 30 caran bi hincetên "Av zêde bi kar anîne", "Ji rêxistinê veneqetiyane", "poşman nebûne" û "beşdarî çalakiyên manewî nebûn" hat taloqkirin.
 
* 31'ê Adarê: Rojnameger Ziya Ataman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Dûmlûyê girtî, ragihand ku ew di bin tecrîdeke giran de ne.
 
* 17'ê Nîsanê: 68 girtiyên jin têkildarî mirinên li girtîgehan nameyek ji CPT'yê re şandin û gotin: "Demildest mudaxileyî mirinên kiryar diyar ên li girtîgehan bikin û rayeya xwe bi kar bînin û pêşî li van polîtîkayan bigirin." 
 
* 16'ê Gulanê: Behçet Kaplan ê 31 salî ku di sala 2014'an de li Bedlîsê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê jiyana xwe ji dest da.
 
* 8'ê Tîrmehê: Girtiyê bi navê Bişar Yazici yê 52 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dihat girtin, jiyana xwe ji dest da.
 
* 17'ê Tîrmehê: Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan piştî biryara berdanê ji girtîgehê derket. 
 
* 30'yê Tebaxê: Girtiyê nexweş Şakir Tûran ê 70 salî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Erzinganê girtî bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Peyama dawî ya Tûran wiha bû: "Ez serbilind im. Min paş de gav neavêt." 
 
* 2'yê Îlonê: Dayika Aştiyê Mûhlise Karaguzel ku li girtîgehê 3 caran krîzê li dilê wê xist û bi tenê dima, tevî rapora wê ya jis edî 90 ya astengdraiyê û "nikara di girtîgehê de bimîne" ya ATK'ê jî, nehat berdan.
 
* 3'yê Îlonê: Abdulmenaf Osmanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, ji bo dersînorkirinê birin Navenda Pşaveşandinê ya Edîrneyê. 
 
* 7'ê Îlonê: Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li girtîgeha ku lê tê ragirtin krîzê li dilê wî xist. 
 
* 8'ê Îlonê: Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 ya Rihayê, ji bo roviyên wî dernekevin qorseya ku bijîşk ji girtî Fevzî Arslan re nivîsandibû, nedanê. 
 
* 8'ê Îlonê: Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabişen û Nazlîcan Barişer ji aliyê gardiyanên mêr ve hatin derbkirin. Bi saetan îşkence li wan hat kirin.
 
* 10'ê Cotmehê: Derket holê ku piştî qanûna ku AKP'ê berpêşî Meclisê kir û di 13'ê Tîrmehê de hat qebûlkirin, 80 hezar û 415 kes ji girtîgehê derketin.
 
* 12'ê Cotmehê: Dadgeriya Înfazê ya Amedê girtiyên ku parastina xwe bi kurdî kirin wekî "Dest ji parastina xwe berdan û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn" hesiband.
 
* 27’ê Mijdarê: Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
* 4 Kanûnê: Girtiyê bi nexweşiya giran Cemal Tanhan (68) ê 30 salan girtî me û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê felcî bûbû, hat berdan. Tanhan piştî berdanê bi 43 rojan jiyana xwe ji dest da.
 
* 4'ê Kanûnê: Li Wanê Makbûle Ozer a 81 salî, piştî 2 sal û mehek cezayê girtîgehê yê lê hatibû birîn hat erêkirin, bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne ya ATK'ê ket girtîgehê. Ji ber ku bertek zêde bûn, ji ATK'ê raporeke nû hat xwestin.
 
* 7'ê Kanûnê: Dayika Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamûk, bi giliya polîsan avêtibûn ser mala wan hatin girtin. Polîsan derpêş kiribû ku her du kesan "bi quşxane û taweyan êrişî me kirin."
 
* 12'ê Kanûnê: Mehmet Guvcîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê girtî û bi pençeşêrê ketibû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
 
* 10'ê Kanûnê: Girtiyê nexweşê diyalîzê Mehmet Bayram (75) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmar 2 ya Sakaryayê girtî û ji sedî 97 astengdar, krîzê li dilê wî xist. Bayram bi kursiya bi teker, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê û paşê dîsa ew şandin girtîgehê.
 
* 13'ê Kanûnê: Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Menemenê di encama provokasyona gardiyanan de rastî lêdanê hatin û mafê wan ê hevdîtina bi malbatên xwe re hat astengkirin. 
 
* 15'ê Kanûnê: Yasîn Yilmaz ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê girtî ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî, ragihand ku gardiyan bi awayekî kêfî avêtine ser qawîşên wan û li 15 kesan cezayê hucreya yekkesî hatiye birîn.
 
Sibê: Çand û Huner
 
MA / Adnan Bîlen - Hakan Yalçin

Sernavên din

25/12/2023
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin