Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de

  • rojane
  • 10:13 22 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tekane saziya navneteweyî ya ku dikare biçe Îmraliyê CPT ye û bi hinceta ku Tirkiye destûrê nade, raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Lê belê xwedî wî mafî ye ku dema welatek li pêşniyarên wê guhdarî neke derheqê wî welatî de daxuyaniyê bide. Tevî ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in tu agahî nayên girtin jî CPT’yê tu daxuyanî nedan û hevkariyeke bêdeng bi Tirkiyeyê re dike. 
 
Dema li Tirkiyeyê peyva “girav” tê bihîstin ji ewil Girava Îmraliyê tê bîra her kesî. Ne ji ber ku cihekî dîrokî yan jî geştê ye lewma, ji ber ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi milyonan kes jê re dibêje “îradeya min e” li wir tê ragirtin lewma wisa ye. 
 
Girava Îmraliyê, girêdayî bajarê Bursayê û di nava Behra Marmarayê de ye. Ji navçeyên Mudanya û Gemlîkê ber bi vê giravê ve sefer tên kirin. Lê belê tenê kes an jî saziyên ku dewlet destûrê didin dikarin van seferan bikin. Girav, bi temamî di statûya herêma qedexe ya leşkerî ye û destûr nayê dayîn ku yek kes jî biçe wê derê. 
 
Wezareta Dadê ji “Ewlehiya hundir” anku ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê berpirsyar e û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Qeraxan jî ji beşên din berpirsyar e. 
 
Girtîgeha li giravê, di 11’ê tebaxa 1935’an de kete meriyetê. Girtiyên ewil ên vê girtîgehê, 50 kesên ji ber sûcê cînayetê hatin girtin û li girtîgehên Stenbol û Bursayê dihatin ragirtin bûn. Piştre jî serokwezîrê berê Adnan Menderes û ji wezîran Fatîn Ruştu Zorlu û Hasan Polatkan, hunermend Yilmaz Guney, nîgarvan Îbrahîm Balaban û nîgarvanê rum Angulos Stafonodis jî li vir man. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û xistin vê girtîgehê. Bi anîna Abdullah Ocalan re ev girav weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin. Li wir bi giştî çend personel û leşker dimînin ev yek nayê zanîn lê tê gotin ku bi sedan jê li wir dimînin. 
 
33 MEH IN TU AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
 
Li gel Abdullah Ocalan, her wiha girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li vê girtîgehê tên ragirtin. Lê belê ev 33 meh in ne ji Abdullah Ocalan û ne jî ji 3 girtiyên din tu agahî nayên girtin.  
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ji roja hevdîtina li ser telefonê ya di nîviyê de hatiye qutkirin heta niha tu agahî nehatine bidestxistin. 
 
Hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnameger jî di nav de bi hezaran kesan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. 
 
HERÎ DAWÎ CPT ÇÛ SERDANÊ
 
Tekane saziya navneteweyî ya dikare biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. CPT, di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku wê di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye. 
 
Serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT'yê û Serokê 2'yan ê CPT'yê Therese Roytter, di 4'ê cotmehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû, “Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim.” 
 
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û derdorên cuda banga “lezgîn” û serlêdan kirin. Lê belê tu bersiv nehatin dayîn. CPT’yê rapora xwe ya têkildarî serdana dawî jî parve nekir û weke hincet jî wiha got: “Heta ku hikûmeta wî welatî nexwaze em nikarin parve bikin.” 
 
PIRSÊN TÊKILDARÎ CPT’YÊ  
 
CPT organeke serbixwe ya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê ye ku 46 dewlet endamên wê ne. CPT ku rol û mîsyona xwe weke “Ji bo kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bibînin serdana cihên binçavkirinê yên li welatên endamên Konseya Ewropayê ne dike. Ji bo cihên binçavkirinê qereqolên polîsan, girtîgeh, navendên binçavkirinê yên zarokan, navendên binçavkirinê yên koçberan, nexweşxaneyên psîkiyatriyê û malên lênêrînê dikarin weke mînak bên dayîn” penase dike, her 4 salan careke serdaneke periyodîk li welatên endam dike. Her wiha “heke pêwistiyê bi şopandina rewşeke cidî bibîne” dikare bêyî welatan agahdar bike, serdanan bike. 
 
CPT bêsînor xwe digihîne hemû cihên ku serdana wan dike û bêyî ku tu sînoran deyne dikare tev bigere. Bi kesên ku ji azadiya xwe bêpar in re dikare danûstandinên taybet bike û bi her kesê ku karibe agahiyan bide re bi awayekî azad têkiliyê deyne. Delegasyona CPT’yê, ji bo di dawiya serdana xwe de çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkêş bike, bi wezîr an jî rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar re hevdîtinê dike.
 
CPT ku mafê wê nîne giliyên takekesî bixe meriyetê û mudaxele li kirariyên qanûnî bike, bi erêkirina kes an jî kesên mijara gotinê dikare dozên takekesî pêşkêşî rayedaran bike û der barê îdîayên muameleya xerab de daxwaza lêpirsînê bike.
 
HEKE BIXWAZE DIKARE DAXUYANIYÊ BIDE 
 
CPT piştî her serdanê bi daxwazên pêşniyar, şirove û agahiyan raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne. CPT piştî raporê ji rayedarên pêwendîdar di navbera 3-6 mehan de agahiyên berfireh ên li ser tedbîrên ji bo bicihanîna pêşniyaran hatine kirin, dixwaze. Piştî hevdîtinên “veşartî” tên girtin raporên ku CPT amade dike, heta ku rayedarên dewleta têkildar weşandina wê nexwazin, nayên aşkere kirin. Lê heke li gorî biryarên hatine pêşniyarkirin neyê tevgerandin, ew xwedî wê rayeyê ye ku li şûna raporên ku ji alîyê piranîya sê-duyan ya endamên wê ve hatine amade kirin, vê pirsgirêkê rave bike. 
 
Hin welat bi bersivên xwe re destûrê didin weşana otomatîk a rapora CPT’yê, lê Tirkiye ne di nav van welatan de ye. 
 
SERDANÊN CPT’YÊ YÊN ÎMRALIYÊ
 
CPT bi serdanên xwe yên li Îmraliyê re li Tirkiyeyê her tim di rojevê de ye. CPT ji sala 1999’an û vir ve ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî girtî ye, bi giştî 25 caran serdana Tirkiyeyê kir. Ji van 6 jê periyodîk, yek jê hevdîtina di asta bilind de û 18 jî serdanên bêyî ku agahdar bike bûn.  
 
Ji van serdanan di 9’an de (1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019, 2022) serdana Girtîgeha Îmraliyê hate kirin. Di 3 serdanên din de jî şert û mercên li Îmraliyê hatin rojevê. Raporên li ser 6 ji van serdanan hatin amadekirin, hatin eşkerekirin. Di her raporê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê hate kirin û binpêkirinên mafan a cuda hatin destnîşankirin. Her wiha, pêşnîyarên cuda jî ji bo bi dawîanîna şertên mûameleya nebaş hatin kirin. Lê belê tevî ku tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibin jî ji derveyî “pêşniyaran” tu gav nehatin avêtin.  
 
BI TIRKIYEYÊ RE DI NAVA ‘HEVKARIYÊ’ DE YE 
 
CPT dibêje ku heke welatên endam “hevkariyê” nekin an jî “li gorî şîretên komîteyê rewşa heyî baştir nekin” dikare daxuyaniyê bide. Di vê çarçoveyê de CPT’yê heta niha gelek daxuyanî dane. 
 
CPT’yê bêyî ku welatan agahdar bike di salên 2001-2003-2019’an de têkildarî Rûsyayê, di sala 2011’an de têkildarî Yewnanistanê, di sala 2015’an de têkildarî Bulgaristanê, di sala 2017’an de têkildarî Belçîkayê û di sala 2021’an de têkildarî Bulgaristanê daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniya CPT’yê ya li ser Bulgaristanê ya di 4’ê mijdara 2021’an de hat destnîşankirin ku pêşniyarên demdirêj ên li ser rewşa mirovên li saziyên lênêrîna civakî û saziyên psîkiyatrî hatine bicihkirin, nehatine şopandin. Di daxuyaniyê de rewşa li hin malên lênêrînê weke "tirsnak" hat rexnekirin.  
 
LI DI NAVA SERDANÊN 2024’AN DE ÎMRALI TUNE YE 
 
Lê daxuyaniya herî dawî ya derheqê Tirkiyeyê di sala 1996’an de hatiye kirin. Anku beriya anîna Abdullah Ocalan a Îmraliyê. Ji Îmraliyê 33 meh in agahî nayên girtin û rewşa "incommunicado" didome. Lê heta niha jî CPT’yê tu daxuyanî nedaye. CPT’yê ji bo sala 2024’an Tirkiye nexist nava welatên ku dê biçe serdana wan. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

25/12/2023
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin