Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê

  • rojane
  • 09:01 20 Kanûn 2023
  • |
img
MEREŞ - Mehmet Mengucek, di dema Komkujiya Mereşê de ji bo pêşîlêgirtina komkujiya li taxa Namik Kemal tevli koma ku taxê diparast dibe û piştre jî ji aliyê lêşkerekî ve tê qetilkirin. Çendî 45 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, xwişka wî Gul Onatçayê bi lêv kir ku êşa wan wekî roja ewil e. 
 
Di navbera 19 û 26’ê kanûna 1978’an de li dijî elewiyan li Mereşê êrişeke nîjadperest hat kirin. Li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 111 welatî hatin qetilkirin, 559 mal û nêzî 290 kargehên elewiyan hatin şewitandin. Lê li gorî hin çavkaniyan zêdetirî 500 kes di vê komkujiyê de hatine qetilkirin. Der heqê kesên tiliya wan di komkujiyê de hebû doz hat vekirin û darizandina wan 23 salan dom kir. Dadgehê li 22 kesan cezayê darvekirinê, li 7 kesan cezayê muebbedê û li 321 kesan jî ji salekê heta 24 salan cezayê girtîgehê birî. Her wiha 68 kesên ku di qetlîamê de roleke girîng lîstin jî nehatin dîtin. Biryarên ku Dadgeha Rewşa Awarte dabûn piştre ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin xerakirin û biryarên darvekirinê nehatin cîbicîkirin. Cezayên bersûcên ku cezayên demkî li wan hatibûn birîn jî bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) re ku di sala 1991’ê de hat çêkirin, hatin taloqkirin û piştre hemû bersûc hatin berdan.
 
Serkêşê komkujiyê Okkeş Kenger hat darizandin û beraet kir. Piştre jî paşnavê xwe guherand û kir Şendîller. Di sala 1991’ê de jî ji Partiya Refahê (RP) wekî parlamenter hat hilbijartin. Tevî 45 sal di ser komkujiyê re derbasbûnê jî kiryarên komkujiyê nehatine cezakirin. 
 
Di 19’ê kanûnê de dema li sînemaya Çîçek a bajêr fîlma bi navê “Roj wê kengê derkeve” dihat nîşandan, bombeya deng li ber deriyê sînemayê teqiya. Ev destpêka komkujiyê bû. Piştre jî li dijî elewiyan êrişên nijadperest hatin kirin. Piştî ku melayê Mizgefta Baglarbaşiyê Mûstafa Yildiz di xutbeya 22'yê kanûnê de bang kir û got “Bi rojî û nimêjê hûn nikarin bibin hecî. Kuştina her elewiyekî bi qasî ku tu 5 caran çûbûyî hecê bi xêr e" bûyerên komkujiyê mezin bûn. Piştî ku nijadperestan êrişî taxên elewiyan kir kesên Sosyalîst û elewiyên taxê dest bi parastina taxên xwe kirin. 
 
Yek ji kesên ku beşdarî parastinê bû jî Mehmet Mengûcek ê 37 salî bû ku li gundê Xidiranli yê Bazarcix a Mereşê dijiya. Mengûcek ku ji bo beşdarî parastina Taxa Namik Kemalê bi navê Karamaraş bibe li gundê xwe ber bi navenda Mereşê bi rê ket, rojekê parastina taxê kir û piştî guleyên wî qediyan birîndar bû. Piştre jî ji bo xwe biparêze li taxê di hundirê xaniyekî de xwe veşart. Lê xaniyê ku wî xwe spartibûyê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û ew bi birîndarî binçavkirin. 24'ê kanûnê di dema binçavkirinê de ku hê Mengûcek li wesayita leşkeran siwar nebûbû leşkerekî ji paş ve gulê berdan wî û ew li wir qetil kir. Zavayê wî Îsmaîl Onatça (74) û xwişka wî Gul Onatça (69) behsa wan rojên Komkjiya Mereşê kirin. 
 
'KEVIR LI SER CENAZEYAN DIBARIYAN'
 
Gul û Îsmaîl Onatça yên li gundê Denîzlî yê navçeya Dulkadiroglûya Mereşê dijîn, ji ber ku xaniyê wan di erdhejê de zirareke mezin dît, neçar man di konteynirê de bijîn. Îsmaîl Onatça ku em di konteynera ku lê diman de bi wî re axivîn, diyar kir ku dema bûyeran dest pê kir ew 26-27 salî bûye û pêvajoya komkujiyê wiha vegot: “Du mamosteyên çepgir Hacî Çolak û Mûstafa Yuzbaşioglû hatin qetilkirin. Cenazeyên mamosteyan nedidan me. Piştî girtina cenazeyan em çûn dibistana ku mamoste lê dixebitîn. Me xwest cenazeyan ji wir bibin Mizgefta Mezin. Berî ku em cenazeyan bibin mizgeftê, komeke ulkuciyan em asteng kirin. Ji qesrê dest bi avêtina keviran û heqeretan kirin. Polîs jî li derdorê bûn, lê mudaxile nekirin. Em neçar man ku cenazeyan li holê bihêlin. Kevir li ser cenazeyan dibariyan. Me xwe spartibû dikanan. Otomobîl û mal dişewitandin. Wekî guran diqîriyan. Bi dar û kevirên di destê xwe de êrişî taxan dikirin. Bi ser Karamaraş (Taxa Namik Kemal) de girtin. Me bi berxwedana bi çekan hewl da ku taxê biparêzin."
 
JI ALIYÊ LEŞKER VE HATIYE QETILKIRIN
 
Onatçi anî ziman ku bûrayê wî Mehmet Mengûcek sed metre dûrî wî gulebaran kirine û wiha qal kir: “Di nava kesên ku ji bo parastina taxê li ber xwe didin de Mehmet Mengûcek jî hebû. Sed metre ji min dûr bû. Komeke çekdar ji bo êrişî taxê bike ji jor ve dihat. Wî tenê ev kom rawestand û nehişt bikevin taxê. Lê piştî ku guleyên wî xilas bûn ew birîndar bû. Piştî ku birîndar bû li taxê xwe spart xaniyekî. Piştre leşker hatin taxê û derdora mala ku Mehmet tê de birîndar bûbû dorpêç kirin. Leşkeran Mehmet binçav kirin. Di dema binçavkirinê de leşkerekî ji paş ve gule berdan Mehmet û ew qetil kir. Hevalekî din ê bi navê Şêxo jî hebû, di dema berxwedanê de gule lê hat reşandin û jiyana xwe ji dest da. Ew birin avetin depoyê bûzxaneyê. Me xwest cenazeyê Mehmet ji wir bigrin û defin bikin, lê rayedarên li wir gotin em ê cenaze nedin, ew dê bixwe bigirin û defin bikin. Li gel me parêzerek hebû. 5 endamên malbata wî jî hatibûn qetilkirin. Her wiha zikê biraziya wî ya ducanî jî qûl kiribûn û ew û pitika wê kuştibûn. Li ser îtîraza wî parêzerî bi şertê ku cenaze ji aliyê leşkeran ve bêmeş bên definkirin me cenazeyên xwe birin. Dema me cenaze ji bo definkirinê dibirin, faşîstan em asteng kirin û berê çekên xwe dan me. Leşker ketin navberê û bi leşkeran re me cenazeyê xwe bir gundê Xidiranli yê Bazarcixê û li wir defin kir."
 
'HEKE MUDAXELÊ BIKIRINA EV QAS KES NEDIHATIN QETILKIRIN'
 
Onatça bi lêv kir ku bûyer ji aliyê dewletê ve bi zanebûn hatine kirin û tevî ku 45 sal derbas bûne jî berpirsyarên qetlîamê nehatine cezakirin. Onatça axaftina xwe wiha domand: “Beriya komkujiyê 4 endamên MÎT’ê şandin Mereşê. Wan jî paşê qebûl kir. Leşkeran mudaxeleyî bûyeran nekir. Heke leşkeran mudaxile bikirina ev qas kes nedihatin qetilkirin. Wan bi çekan gule li me reşandin, lê leşkeran mudaxele nekir. Dewlet bi vê qetlîamê re rû bi rû nebû. Kesên hatin girtin beraet kirin. Paşê, bi bûyîna parlamenter û xizmetkirina di gelek saziyên dewletê de hatin xelatkirin. Lê bîranîna qurbaniyên komkujiyê ya ji aliyê walitiyê ve jî tê qedexekirin."
 
Onatça destnîşan kir ku ji bo bûyerên bi vî rengî rû nedin divê elewî bi awayekî rêxistinbûyî tevbigerin û got: “Ji bo ev bûyer careke din neqewimin divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Ev komkujî ne tenê li vir, li Sêwaz, Çorûm û gelek deverên din hatin kirin. Heke em li dijî wan nebin yek, dê her tim me bikujin."
 
'HETA MIRINÊ JI BÎR NAKIM'
 
Tevî ku 45 sal derbas bûn jî hêsirên xwişka Mehmet Mengucek Gul Onatça nesekinîn. Onatça ku gotinên wê di qirika wê de asê mabûn êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “45 sal derbas bûn, lê min saniyeyek jî ji bîr nekir. Heta mirinê ez ji bîr nakim. Dema bûyeran dest pê kir xwişka min dizewice. Birayê min jî hat dawetê. Ji me re got “Ev çi dawet e, gelê me tê qetilkirin hûn dawetê dikin" û çû û êdî nehat. Sibekê hevjînê min Îsmaîl hat û got Mehmet kuştin. Piştre cenaze anîn û defin kirin. Êşa vê komkujiyê tu carî bi dawî nabe."
 
MA / MAhmût Altintaş
 
 

Sernavên din

22/12/2023
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
09:00 Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
20/12/2023
16:52 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
16:50 Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin
16:36 Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir
16:34 Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin
16:08 Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye
15:43 Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
15:09 Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hate birîn
14:45 ‘Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê’
14:44 Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
14:14 Têkildarî grevên birçîbûnê berpirsyartiyên rayedaran bi bîr xistin
13:49 Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got
13:38 Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye