Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin

  • rojane
  • 09:00 14 Kanûn 2023
  • |

ŞIRNEX- Dayikên girtiyan bang li her kesî kirin ku bibin dengê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û gotin: "Daxwazên wan daxwazên me ne. Heke birêz Ocalan nebe em jî tune ne." 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ev yek bi xwe re dibe cihê fikaran. Nerazîbûna li dijî girankirina tecrîda li ser Îmraliyê jî her ku diçe zêde dibe. Li dijî tecrîtê girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareserî” dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li gel destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê li Amed, Wan û Mersînê jî bi pêşengiya TUHAD-DER'ê malbatan dest bi Nobeda Edeletê kirin. Malbatên girtiyan ê li Botanê diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û bang li her kesî kirin ku erka xwe ya mirovahiyê pêk bînin. 
 
'DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN'
 
Dayika girtiyê bi navê Mustafa Acet ê ku di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de tê ragirtin, Taybet Acetê diyar kir ku li dijî tecrîdê helwestnişandan erka her kurdekî aşitixwaz e û wiha axivî: "Em dixwazin ku ev tecrîda li ser girtîgehan rabe. Bila êdî bes zarokên me tecrîd bikin. Êdî bes e. Em dayik hemû dilşewitî ne. Bila êdî bes vê zilmê li me bikin. Ne edelet, ne wijdan û ne jî îman heye. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizîn. Zarokên me hemû nexweş in, nayên tedawîkirin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Em jî li pey doza wan û daxwaza wan in. Em heta dawiyê li cem wan in. Heta edelet neyê em ê ji doza xwe venegerin. Heke me yên ji derve erka ketiya ser milê me pêk bianiya, îro li girtîgehan ev çalakî dest pê nedikir. Kes tiştekî nake. Jixwe şert û mercên girtîgehê giran in, lê ew dîsa jî bi wê berpirsyariyê tevdigerin. Divê em jî berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê her kes rabe ser pêyan û piştgiriyê bide vê çalakiyê." 
 
'DIVÊ EM LI BER GIRTÎGEHAN ÇALAKIYAN BIKIN'
 
Dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ya Bedlîsê de tê ragirtin Nebahat Îşçiyê jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got ku girtiyên siyasî ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe didin û wiha got: "Ez jî girtiyên ku îro di zindanan de li ber xwe didin silav dikim û çalakiya wan pîroz dikim. Îro mifteya aştî û azadiyê li Îmraliyê ye. Heke îro serokatî derkeve dê çareseriyek bê cîhanê. Ev çend sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ne malbata wî dikare biçe hevdîtinê pê re bike û ne jî parêzer dikarin biçin pê re hevdîtin bikin. Ez vê tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikim. Divê êdî birêz Ocalan jî wekî serokên hemû gelên cîhanê azad bibe. Em jî wekî her gelekî dixwazin ku serokê me di nava me de be. Îro di girtîgehan de zarokên me hemû nexweş in. Yên ji çavê xwe, lingê xwe, destê xwe nexweş hene. Ew li dijî van pêkanînên dijmirovahiyê ketine greva birçîbûnê. Em jî vê zilm û zordariyê qebûl nakin. Divê em hemû destê xwe bidin destê hev du, em rabin ser piyan û dinya hemû dengê me bibihîze. Ev tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me bişikînin. Kesên xwedî wijdan, xwedî îman divê xwedî li vê çalakiyê derkeve. Heke pêwîst bike divê em biçin ber deriyê girtîgehan çalakiyan li dar bixin. Divê em qîr û hawara xwe bigihînin dinyayê, êdî bes e. Divê em hemû bi yekdengî daxwazên wan biqîrin."
 
'HETA KU TECRÎD BÊ ŞIKANDIN EM Ê LI SER PIYAN BIN'
 
Dayika girtiyê bi navê Celallettin Demîr ê ku di Girtîgeha Xarpêtê de tê girtin Şîrîn Demîrê jî anî ziman ku wekî malbatên girtiyan heta daxwazên zarokên wan pêk tê ew ê li kolanan çalakiyan li dar bixin û got: "Em vê tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikin. Îro li hemû girtîgehan zarokên me ketine greva birçîbûnê. Heke em xwedî li wan dernekevin û nebin dengê wan ev dê bi xwe re encamên neyînî bîne. Îro di greva dorveger de ne, lê heke encam neyê girtin dê greva mezin ya mirinê bidin destpêkirin. Ev jî dê bibe sedem ku li girtîgehan cenaze derkevin. Heke birêz Ocalan nebe em jî nîn in. Em li pey şopa wî û doza wî ne. Tişta ku ji gelê kurd tê divê bike. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heta ev tecrîd bê şikandin em ê li ser piyan bin." 
 
'JI SEROKÊ 50 MILYON ÎNSANAN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN'
 
Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tênç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin Esmer Tûnçê jî daxwaz kir ku her kes dengê girtiyan bibihîze û ev tişt gotin: "Tişta bikeve ser milê me divê em bikin. Divê em nesekinin. Zarokên me bi salan in di nava çar diwaran de tên ragirtin. Ji ber hincetên vala. Alîgirên wan deh mirovan jî bikujin, wan salekî tenê jî di girtîgehê de nahêlin. Lê yê ku kurd be û behsa tekoşîna kurd bike bi salan cezayê girtîgehê jê re dibirin. Ma ev edelet e? Edelet li ku ye? Dewletên navneteweyî jî dizanin ku tecrîdeke çawa li ser me ye, lêbelê xwe bêdeng dikin. Ev sê sal in ku ji serokê 50 milyon însanan agahî nayê girtin. Ma ev mirovahî ye? Em naxwazin ku xwîn birije bila dawî li vê tecrîdê bînin." 
 
Dayik Nafya Kuçukê jî bi lêv kir ku heta tecrîd neyê şikandin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe ew ê nesekinin û got: "Zarokên me ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Em dixwazin ev zilma li ser wan rabe. Ev tecrîd bê şikandin. Bila deriyê girtîgehan vekin. Heta ev tecrîda li ser Apo ranebe em ê li ser pêyan bin. Zarokên me hemû kuştin, hemû girtin. Heta dawî li vê zilmê neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16/12/2023
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî