Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide

  • rojane
  • 15:16 13 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Tûrgût Dedeoglû: “Bila xwendekarên zanîngeha zanistên ragihandinê vê dirûşmeyê bişopînin. Rojnamegerî çî ye, çawa tê kirin, dê Sedat ji wan re vebêje.”
 
Danişîna yekem a doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz dê sibê di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de were lidarxistin. Yilmaz ê di Girtîgeha Sîncanê de tê ragirtin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêvebirinê” tê darizandin. Di îdianameya Yilmaz de seyrangeh, mayîna otele, axaftinên telefonê, malperên ku şopandine, pereyên ser hesaba wî hatine/nehatine razandin, wek sûc hatine hesibandin. 
 
‘EM LI CEM HEVALÊN XWE NE’
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Tûrgût Dedeoglû banga tevlîbûna doza rojnamevan Yilmaz kir û bibîr xist ku dema Yilmaz hatiye binçavkirin ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin û got: “Dema em li rastiya çîrokê dinêrin em ê bibînin ku ya tê darizandin pîşe (rojnamegerî) ye.” 
 
Dedeoglû di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleteke ku çapemeniya azad didarizîne heye û got: Dixwazin rojnamegerên çapemeniya azad ên ji gel re rastiyê vedibêjin, bidarizînin. Me di doza hevalên xwe yên li Enqereyê dihatin darizandin de jî vê yekê dît. Nêzî saleke di girtîgehê de hewl didin ku wan ‘rast bikin’ lê belê piştre ev doz vala derketin.” 
 
‘EM LI CEM ÇAPEMENIYA AZAD IN’
 
Dedeoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê “tabloyeke reş e” û da zanîn ku ev rastî ji hêla Yekitiya Ewropayê û rêxistinên çapemeniyê yên li Ewropayê ve tê dîtin. Dedeoglû destnîşan kir ku ew bawer dikin Yilmaz dê di danişîna yekem de were berdan û got: “Ji ber îdianameyeke 44 rûpelî heye û hundirê wê bi temamî vala ye. Dewlet di 40 rûpelan de ji me re rêxistinê vedibêje. Di 40 rûbelan de sûcê Sedat ji me re bêjin da ku em jî bawer bikin ku ew sûcdar e. Em li cem girtiyên Çapemeniya Azad û hemû xebatkarên çapemeniyê ne. Em kefîlên wan in ku ew rojnameger in. Ew ê peywira xwe bidomînin.”
 
BANGA RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Dedeoglû rêxistinên çapemeniyê û sendîkayan vexwend danişîna sibê ya Yilmaz û wiha axivî: “Rêxistinên çepemeniyê û xwendevanên zanîngehên zanistên ragihandinê bila werin danişînê bişopînin. Rojnamegerî çi ye, çawa tê kirin, bila Sedat ji wan re vebêje. Hevalên me yên din ên rojnamegeriyê çawa ji şandeya dadgehê, dozger û dadgeran vegotibin dê Sedat jî vebêje. Em hêvîdarin ku wê derbikeve û rojnamegeriyê bidomîne.” 

Sernavên din

03/02/2024
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’