Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin

  • rojane
  • 10:38 13 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Rêhevalên Gun ê ji hêla cerdevanan ve hate qetilkirin, destnîşan kirin ku êrişa hatiye kirin polîtîk e û gotin: “Gun bi taybetî hedef hate girtin.”
 
Li Gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirka yê navçeya Qilebana Şirnexê di 11’ê kanûnê de Endamê Meclisa Şaredariya Bajarokê Sêgirka yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahman Gun rastî êrişa çekdarî hatin. Bav Gun di roja êrişê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Abdurrahman Gun jî di êrişê de birîndar xelas bû. Gun ê wek birîndar xelas bûye û biraziyê wî destnîşan kirin ku berpirsên êrişê Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat in. Di roja ku lêpirsîn berdewam dikir, Enver Babat (60) teslîm bû. Derbarê kesên din de nayê zanîn ku tiştek hat kirin an nehat kirin. 
 
Ahmet Gun tevî zextên salan ên cerdevanan, li bajarokê Sêgirka xebatên siyasî domandin. Rêhevalên Gun êrişa bi çeka cerdevanan pêk hatiye nirxandin. 
 
‘DEWLET LI PIŞT MIN E’
 
Îsmaîl Tong (43) ê li Qilebanê dijî destnîşan kir ku Gun kesek civakî bû û bilêv kir ku Gun ji hêla gel ve dihat hezkirin. Tong êriş weke “hovîtî” pênase kir û wiha axivî: “Berpirsê van rewşan dewlet e. Dewlet çek xist nava gel.” Tong anî ziman ku dema dewlet çekê dide kesekê divê pê zanibe ku dê çeke bi çi armancê û derûniyê bi kar bîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber sedan kes bi çeka cerdevanan jiyana xwe ji dest dan. Zarokên hinek kesan bi van çekan xwe kuştin. Ev çek derveyî armancên xwe hatin bikaranîn. Ji ber vê yekê ev çek ji bo me tim taluke ne.”
 
Tong bi bîr xist ku qetilkirina Ahmet Gun ne yekem qetilkirin e û wiha pê de çû: “Di vî gundî de beriya niha bi çekekê 5 mirov hatin kuştin. Kesê ku 20 hezar lire dide, çeke didinê û dikin cerdevan. Piştre ev kes wek talûke dikevin nava civakê. Yên ku çekê ji dewletê distînin dibêjin ku ‘ji xwe dewlet li pişt min e, ez jî rayedareke dewletê me’ her tiştî dikin. Ev mirov ji bo herêmê tim taluke ne. Em dixwazin ev çek werin rakirin.” 
 
‘MIROVEKÎ HÊJA Û COMERT BÛ'
 
Mesût Gun ê ji taxa Gun e, derbarê rewşê de ev tişt gotin: “Yên ku pê re rêhevaltî dikin baş dizanin ku hevalek gelek bi nirx û comerd bû. Mirovekî partizan bû û tu caran serî neditewand. Ji rastiyê şaş nedibû. Ji ber vê yekê jî berdelên giran da. Di salên 90'î ber bi îro ve birayê xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe hevalên xwe winda kirin. Ew jî di riya wan de diçû. Em pir xemgîn in.”
 
Gun destnîşan kir ku bûyera qewimiye ne bûyereke ji rêzê ye û got: “Li bajarokekî weke Sêgirkê de 600-700 cerdevan hene. Bi taybetî jî ji sedî 90 malbata Babatan, cerdevan in. Her kesê ku ne wekî xwe, ji bo xwe dijmin dihesibînin û zilmê li wan dikin. Ji ber dewlet jî girtine pişt xwe, bi rehetî vê yekê dikin. Hevalê Ahmet jî ev siyaseta qirêj qebûl nedikir.”
 
‘TAYBETÎ GUN HEDEF GIRTIN’
 
Hevserokê navçeya Qilebanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdullah Yaman da zanîn ku Gun kesayetiyeke birehm, dilnizm û mînak bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê Ehmed 40 sal ked da tevgera azadiyê. Ji hêla dewletê ve hate girtin û di îşkenceyê re derbas bû. Gelek caran di dema cinayetên faîlên wan nediyar de ji mirinê xelas bû. Lê belê tu caran dest ji sekna xwe ya welatparêz berneda. Heya roja hate kuştin jî dest ji têkoşînê berneda. Ji bo hemu derdora xwe çavkaniya kêfxweşiyê bû.”
 
Yaman derbarê kuştina Gun de ev nirxandin kir: “Hevalê me yê Ehmed bi taybetî hate hilbijartin. Ji bo ku çavê mirovan bitirsînin, ji bo ku baweriya wan bihejînin, bi taybetî hate hilbijartin. Ev êriş hem peyama dewletê hem jî peyama hêzên paramîlîter a taybet e. Hedefgirtina wî weke şereke di navbera du malbatan de nayê dîtin. Ev peyam rasterast peyameke siyasî ye. Êrişeke polîtîk e.”
 
'JI DEWLETÊ RÛ DIGIRTIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yaman destnîşan kir ku cerdevanên çeke didin wan û civakê tînin li hember hev û ev tişt gotin. “Bi vê yekê dixwazin pêşiya serkeftina têkoşîna kurd bigirin. Ji ber wê berpirsê vê bûyerê dewlet e. Mînak Sêgirk ji bo navenda cerdevantiyê wek taybet hatiye hilbijartin û heya niha bi dehan kes ji hêla van hêzên tarî ve hatine qetilkirin. Ev kes heke dewletê li pişt xwe nebînin, dê tu caran nikarin wisa rehet tevbigerin. Lê belê berpirsyariya vê yekê dewlet girt ser xwe. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê, serê bûyerê girt. Ji ber vê yekê ev kes ji dewletê rû digirin.”
 
‘EVÎNDARÊ AŞTIYÊ BÛ’
 
Ferîde Ûnder jî anî ziman ku Gun hevalekî bi nirx bû û got: “Ji bo xebatan tim amade bû, ji dil tev li xebatan dibû. Dema em dibêjin hevalê Ehmed rehm, başî û rêhevaltî tê bîra me. Tim mirovekî çêker bû, evîndarê aştiyê bû. Em nikarin qetilkirina wî qebûl bikin, yên ku wî qetil kirine jî lanet dikin. Hevalê Ehmed ji hêla dewletê, bi destê dewletê hate qetilkirin. Ev ne êrişeke ji rêzê ye. Hevalê Ehmed hevalekî pêşeng bû. Ji ber wê bi zanebûn hate qetilkirin.”
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

16/12/2023
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî