Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye

  • rojane
  • 09:20 13 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Mehmet Kaya ku beşdarî Nobeta Edaletê ya Amedê bû, got ku "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e" û bang kir ku her kes li dor girtiyan bibe xelek. 
 
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatin destpêkirin, di roja 17'an de berdewam dikin. Nobeta Edaletê ya ku li Amedê ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan hat destpêkirin jî, di roja 10'an de berdewam dike.
 
Yek ji beşdarên Nobeta Edaletê ku saziyên demokratîk û saziyên sivîl ên bajêr serdamna wê dikin, Mehmet Kaya yê 71 salî ye. Mehmet Kaya ku têkoşîna hevjîna xwe Ayşe Kaya ya yek ji Dayikên Aştiyê bû û jiyana xwe ji dest da didomîne, got: "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e." 
 
‘HEMÛ DEWLET KÛR IN'
 
Kaya, da zanîn ku ji bo kurdan her tim pêvajoyên gelek hovan e rû dane û got ku ew ne bi wan gotinên ku tê gotin "zextên li ser kurdan ji aliyê dewleta kûr ve tên kirin" re ye. Kaya, anî ziman ku ji lew re hemû dewlet kûr in û dema ku keysê dibînin hemû gelan dixin bin serdestiya xwe û wiha got: “Ji ber vê yekê dema nikarin gel tam kontrol bikin, hinekî nerm dibin lê ger ji destê wan bê jî bi awayekî hovane tevdigerin, qetlîaman dikin û wan dixin bin serweriya xwe. Wan bêdeng dikin. Dîroka kurdan bi qetlîaman tijî ye. Hevjîna min Ayşe Kaya, bi salan wekî Dayika Aştiyê li dijî zilmê têkoşiya. Hevjîna min ji bo azadiya birêz Ocalan xwe li ser pirê bi Dayikên Aştiyê re zincîr kir. Li ber xwe da. Kesên ku xwe zincîr dikin, hişmendiya xwe ya neteweyî, hişmendiya çînî her tiştî dizanin. Polîsan ew binçav kirin û 2 mehan di girtîgehê de ma. Piştre pêvajoya dadgehê çêbû. Çû dadgehê, ji Ocalan re gotin 'kujerê zarokan.' Hevjîna min jî ev yek qebûl nekir. Got ku Ocalan tu kes nekuştiye. Piştre beraet kir lê di dema têkoşînê de jiyana xwe ji dest da."
 
’71 SALÎ ME LÊ MIN NEDÎTIYE KU ZILM KÊM BÛYE'
 
Kaya, anî ziman ku qetlîamên li ser kurdan tên kirin hê jî didomin û got: “Di vê pêvajoyê de ji bo me tiştek neguheriye. Ji ber ku pergala kapîtalîst a cîhanê kurdan weke mirov, civak û gel qebûl nake. Ev hê jî bi vî rengî berdewam dike. Ji ber ku pergala kapîtalîst me qebûl nake û wekî mirovan nabîne tiştek neguheriye. Komkujî berdewam dikin, bi ciwanên me re şer dikin, dema hêza wan têrê nake, kîmyasalê, 'jehrê' direşînin. Ji ber vê yekê ciwanên me şehîd dibin. Çi guherî? Nikarin şer bikin lê kîmyasalê diavêjin û wan dikujin. Ciwanên me ji ber parastina mafên kurdan tên sûcdarkirin û dikevin girtîgehê. Li gor qanûna wan, hûn nikarin tiştekî neqanûnî li girtiyan bikin lê ew wan birçî û belengaz dihêlin. Bi şev gardiyan li wan dixin. Heqaretê li wan dikin, lêgerîna tazî heye. Tu mafî nadin wan. Mirov di bin zilm û zordariyê de ne. Ez 71 salî me, lê min qet nedîtiye ku ev zilm kêm bûye." 
 
‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ TU ÇAREYEKE ME TUNE YE'
 
Kaya, diyar kir ku ew berxwedana dayikên Nobeta Edaletê silav dike û got: “Ez ji ber vê berxwedana birûmet dayikan pîroz dikim. Ger gel li ber xwe nede nikare bibe xwedîmaf. Kesên rêxistinbûyî yên li ber xwe didin xwedîmaf in. Dema ku hûn bi hêz bin, pergal we li ber çavan digire, wekî din nabe. Yên biryara têkoşînê didin, yên biryarê nadin teslîm dibin. Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî berxwedêran dikim. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e. Em ê li ber xwe bidin. 20-30 salan em zarokan mezin dikin, lê zarokên me dikujin. Tirsa wan ji Xwedê tune, derewan dikin. Ew Xwedê nas nakin, heke nas bikirana dê vê yekê nekirana." 
 
‘ÊN BERXWEDÊR DIJÎN'
 
Kaya, banga piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê kir û got: “Divê mirovên xwedî hişmendî, rast û dilsoz li cem van ciwanan bin. Ev ciwan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li girtîgehê li ber xwe nadin. Ji bo azadiya gelê kurd, gelê tirk û hemû gelan li ber xwe didin. Divê mirov xwe bi xwe serwext bike û li ber xwe bide. Ger hûn li ber xwe nedin, kes tiştekî nade we. Yên li ber xwe didin dijîn. Ger hûn li ber xwe nedin dê komkujiyan pêk bînin û we tune bikin."
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

13/12/2023
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin