Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê

  • cîhan
  • 15:24 7 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 18’emîn Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê berdewam dike de, Peymana Lozanê û encamên wê hatin nîqaşkirin. Ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser di pêşkeşkirina xwe de wiha got: “Bi Peymana Lozanê projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê; profîleke unîter, navendîparêz û netewperest a Tirkiyeyê derket pêş.”
 
Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamenta Ewropayê Konferansa Kurd a 18'emîn li dar dixe. Konferans di roja duyemîn de berdewam dike. Di rûniştina ewil a konferansa bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” tê lidarxistin de Peymana Lozanê û encamên wê hatin nîqaşkirin. 
 
Ji Zanîngeha Leîpzîgê Nîl Mûtlûer moderatorî ji rûniştinê re kir û ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser bi sernvaê "Peymana Lozanê: Dîrok û Dewamiya Siyasî" pêşkêşiyek kir. Kîeser ku dema encamên Peymana Lozanê nirxand gotina 'felaketek e' bi kar anî û anî ziman ku mafên civakên xwecihî di vê demê de hatin avêtin.
 
Kîeser anî ziman ku Naziyan sûd ji kiryarên dewleta tirk wergirtin û destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên heyî de Peymana Lozanê heye. Kîeser bi nîşandana nexşeyekê bal kişand ser polîtîkayên guhertina demografiya li Kurdistan û Tirkiyeyê û ragihand ku kurd bi vê peymanê re bêyî bibin xwedî mafê hindikahiyan bûn hindekahî. Kîeser got, “Bi Peymana Lozanê projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê; profîleke unîter, navendîparêz û netewperest a Tirkiyeyê derket pêş.” Kîeser got, "Naziyan ev yek baş fêhm kirin" û sûd ji encamên Lozanê wergirtin.
 
MESELEYA KURD MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ YE
 
Ji Zanîngeha Bîelefeldê Jan Yasîn Sûnca jî diyar kir ku meseleya kurd di heman demê de 'meseleyeke bê aştiyê' ya li herêmê ye û destnîşan kir ku di bingeha vê pirsgirêkê de 'mêtingerî' heye.
 
Yasîn Sûnca yê got ku “Meseleya kurd di heman demê de meseleyeke navneteweyî ye” destnîşan kir ku di dîrokê de timî neheqî li kurdan hatiye kirin. Sûnca wiha berdewam kir: “Heke berxwedana we jî tê cezakirin, hingî her kêlî neheqî ye” û bal kişand ser xistina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê. Sûnca got, "Kurd li hemberî cîhana rojava şer nakin, ji bo azadiya xwe têdikoşin."
 
DÎCLE: DI KODÊN DEWLETA TIRK DE NEÇARESERÎ HEYE
 
Pêşkêşiya dawî ya panela destpêkê ji aliyê rojnamevan Amed Dîcle ve bi sernavê "Ewropa û Pirsgirêka Kurd: Berpirsyariya Dîrokî û Bendewarî" hate kirin. Amed Dîcle bi kurdî pêşkêşiya xwe kir û bal kişand ser sedsaleke bi înkar û îmhakirina kurdan derbas bû.
 
Amed Dîcle got, “Kurdên ku îro nifûsa xwe zêdeyî 40 milyon mirovî ye, weke gelê herî mezin ê bêdewlet hebûna xwe dewam dike. Di encama têkoşîneke demdirêj de bûye aktorekî polîtîk."
 
Amed Dîcle wiha berdewam kir: "Di kodên dewleta Tirkiyeyê de çareserî nîne, bêçareserî heye."
 
Amed Dîcle işaret bi pozîsyona kurdan a di şerê navxweyî yê Sûriyeyê û destketiyên Kurdan kir û got, "Peymana Rojava yanî Destûra Bingehîn a Rojava tştekî welê ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de nehatiye dîtin. Ji bo gelan, ji bo demokrasiyê pêşnûmeyek ji vê baştir nîne."
 

Sernavên din

08/12/2023
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû