Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin

  • rojane
  • 11:46 29 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parezerê rojnameger Silêman Ehmed ku 36 roj in tu agahî jê nayên girtin, Narîman Ehmed da zanîn ku dozgeriya Dihokê biryara hevdîtina bi miwekîlê wê re daye lê Asayîşa Dihokê vê biryarê nas nake û wiha got: “Ya ku asayîş û Parastin dike, derqanûntî ye.” 
 
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 36 rojin agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Tevî hemû hewldanên parêzer û malbata Ehmed jî asayîş nahêle tu kes pê re hevdîtinê bike. 
 
Parêzerê rojnameger Ehmed, Narîman Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
'DEMA JI ŞÎNA BAVÊ XWE VEDIGERIYA HATE BINÇAVKIRIN’ 
 
Narîman Ehmed da zanîn ku dozgeriyê biryara hevdîtina bi Ehmed re da lê Asayîşa Dihokê destûra hevdîtinê nade û wiha got: “Rojnameger Silêman Ehmed di 25'ê cotmehê de hate binçavkirin. Ji bo ku tev li şîna bavê xwe bibe derbasî Rojava dibe. Di vegerê de li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê hate binçavkirin. Miroveke ku bi fermî derbasî Rojava bûye û bi awayeke fermî jî vegeriya başûrê Kurdistanê. Lê hatiye binçavkirin. Ji roja destpêkê heta niha gelek dezgehên navdewletî, aktîvîstên siyasî, dezgehên ragihandinê û rojnamevanan ji bo hevdîtinê hem serlêdan kirine hem jî ev rewş şermezar kirine. Lê tevî vê jî heta niha me tu agahî jê nestandine.”
 
‘ASAYÎŞA DIHOKÊ BIRYARA DOZGERIYÊ BINPÊ DIKE’
 
Bi domdarî parêzer Ehmed diyar kir ku hefteyek piştre Asayîşa Dihokê bi daxuyaniyekê nîşan da ku ji hêla wan ve hatiye binçavkirin û ev agahî da: “Piştî vê daxuyaniyê, weke parêzer me jî serî li Dozgeriya Dihokê da. Piştre em li tevahiya Asayîşa Dihokê geriyan. Ji me re gotin; ‘Li vir nîne û hûn nikarin bi fermî dosyaya wî bibînin û hevdîtinê bi wî re bikin.’ Piştre em çûn gel dozgeriyê û me daxwaz kir ku Silêman bibînin. Dozgeriyê biryar da ku em hem dosyaya wî bibînin hem jî bi fermî bibînin. Lê Asayîşa Dihokê biryara dozgeriyê jî binpê kir û nehiştin em bibînin. Piştre ji me re gotin li vir nîne. Lê hikûmet dibêje li wir e. Kesên ku li gel wî di binçavan de mane wan agahî dane me ku Silêman Ehmed heta ku kîjan xurfê de jî tê girtin. Lê dîsa jî Asayîşa Dihokê destûr nade ku em biçin bibînin. Ev tiştê ku Asayîşa Dihokê dike, neqanûnî ye. Yek ji hinceta wan ew bû ku digotin,’hê betlane xelas nebûye.’ Lê tiştekî wisa tune ye. Li gorî qanûnên hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê, di nava çar seatan de keseke ku tê binçavkirin divê ku bi parezerê xwe re hevdîtinê bike.”
 
‘YA KU TÊ KIRIN DERQANÛNTÎ YE’
 
Di berdewamê de parêzer Ehmed bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de xwedîderketina li rojnameger Ehmed girîng e û axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em bang li hemû hêzên siyasî û rojnamegeran û sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku vê bêhiqûqiyê ku PDK û asayişa wê dike bi dawî bikin. Divê vê bêhiqûqtiyê hem şermezar bikin hem jî daxwaz bikin ku di zûtirin demê de rojnameger Silêman Ehmed berdin. Heke ku sûcek kiribe jî divê ne asayîş, polîs bi vê meseleyê re eleqeder bin. Mafê asayîş û Parastinê nîne ku li ser dosyaya wî bisekinin. Heke ku sûceke mezin jî bike divê ku li gorî qanûnan tevbigerin. Ev 36 roj in tişta ku li dijî Silêman tê kirin derqanûntî ye.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

29/11/2023
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar