Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt

  • rojane
  • 10:40 29 Mijdar 2023
  • |
img
ÎZMÎR  - Yûsûf Aydin piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan. Aydin, diyar kir ku ji ber hevalên xwe yên di girtîgehê de xemgîn e û wiha got: “Tişta ku em li ser pêyan digirt, têkoşîna gelê me bû.” 
 
Yûsûf Aydin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Şakran Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan di 19’ê mijdarê de hate berdan. Aydin, di 19’ê mijdara sala 1993’yan de li îzmîrê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka welat parçe bike” cezayê muebbetê li Aydin birî. 
 
Aydin, di 32 saliya xwe de kete girtîgehê û di 62 saliya xwe de derket. Aydin, di sala 1961’ê de li gundê Kunîfir ê Stewr a Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber zextên dewletê, di sala 1992’yan de tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Salek piştre (1993) jî hate binçavkirin û girtin. Li gorî rêzê, di girtîgehên Buca, Aydin, Bolu û Buca Kiriklarê de ma. Herî dawî jî ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate berdan. 
 
15 PIRTÛK NIVÎSAND
 
Aydin, di girtîgehê de bi alîkariya hevalên xwe zimanê xwe yê dayikê pêş xist û hînî xwendin û nivîsandinê bû. Aydin, di girtîgehê de romaneke ku hêj nehatiye weşandin, 3 pirtûkên çîrokan û 11 pirtûkên helbestan nivîsand. Di vê pêvajoyê de hînî xêzkirina resman bû. Aydin, qala têkoşîna xwe ya li girtîgehê kir. 
 
‘TÊKOŞÎNA GEL EM LI SER PÊYAN GIRT’
 
Aydin, diyar kir ku li girtîgehê gelek aliyên mirovan didin zehmetiyê hene û ev tişt anî ziman: “Di van 30 salan de ez hîn bêhtir zelal bûm. Li rexekî di girtîgehê de yî li hêla din bi malbata xwe re nînî. Ev yek mirov dide zorê. Ji ber ku wê demê zarokên min biçûk bûn. Lê em şoreşger bûn û têdikoşiyan. Min tu ferq û cudahî nedixst navbera zarokên xwe û yên gelê xwe. Mirov bivê û nevê jî aliyekî mirov li wir dimîne. Lê têkoşîn wiha dimeşe. Hem ji bo min hem jî ji bo bi hezaran hevalên em bi hev re mayîn jî wiha bû. Têkoşîna gelê me kir ku em li girtîgehan xwe li ser pêyan bigirin.” 
 
ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PÊŞ XIST Û HÎNÎ HEVALÊ XWE KIR 
 
Bi domdarî Aydin diyar kir girtîgeh ji gelek aliyan ve guherînê di jiyana mirovan de çêdike û wiha got: “Min li girtîgehê bi alîkariya hevalan zimanê xwe yê dayikê pêş xist. Piştre jî min hînî bi hezaran girtiyan kir. Ya ku mirov li ser pêyan digire jî tiştên mirov afirandine. Carnan difikirim û dibêjim; ‘ez li ku bûm, hatim ku derê.’ Ji hevalên xwe hîn bûm û piştre min hînî hin kesên din kir. Li bajarên mezin bêyî zanebûnek hebe em xebitîn û mezin bûn. Lê jiyana li girtîgehê em guherandin. Me ji ewil xwe nas kir. Me girtîgeh veguherandin dibistanan. Min li girtîgehê nedikariya du peyvan bînim cem hev. Lê niha 15 pirtûkên min hatine weşandin.” 
 
PÊVAJOYA BÊÇARETIYÊ BI MIROV DIDE HÎSKIRIN: KOMPLO 
 
Di berdewamê de Aydin got ku li girtîgehê pêvajoya herî zêde ew daye zorê û hesta bêçaretiyê bi wî daye hîskirin, bi komploya navneteweyî anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bû û wiha qala wan rojan kir: “Wê demê ji bo me ne şev hebû ne jî roj. Li rexekî dixwazî hinek tiştan bikî û li rexa din tu di girtîgehê de yî. Bi hezaran hevalên me xwe feda kirin. Ez nikarim hestên xwe vebêjim lê bi rastî jî pêvajoyeke gelek zehmet bû. Bifikirin ku kesê hûn jinûveafirandî tê girtin... Girtin wî ji bo me giran hat. Li gel hevalan em her tim di nava hewldanan de bûn ku tiştekî bikin. Lê ji ber ku em di girtîgehê de bûn, dest û lingên me girêdayî bûn.” 
 
HESTÊN DI DEMA TEHLIYEYÊ DE HÎS KIRIN
 
Aydin, qala kêliya dema ji girtîgehê derketî kir û ew kêlî wiha vegot: “Dema min zarokên xwe dîtî, ewqas keyfxweş bûm ku hindik mabû bifirim. Lê rexa din jî ji ber hevalên girtî xemgîn bûm. Wisa bawer dikim ku rojekê dê hemû heval bên berdan. Divê coşa me zêdetir be. Pergal, bi hemû saziyên xwe zextê dike. Ji ber rêziknameya înfazê ya di du salên dawî de binpêkirinên mezin tên jiyîn. Ji bo kesên 30 sal berê hatin girtin, rêziknameya du sal berê hatiye derxistin dixin meriyetê. Neheqiya mezin li vir derkeve holê. Girtiyên cezayê wan xelas dibin nayên berdan.” 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Herî dawî jî Aydin bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Yek ji mezintirîn pirgirêka li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş e. Li girtîgehan bijîşk hene, revîr hene. Lê ji pirsgirêkên tenduristiyê re nabin bersiv, tenê dermanan dinivîsin. Divê girtiyên rewşa wan giran sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Lê li wir astengiyan derdixînin. Dema diçin nexweşxaneyê jê re dibêjin; ‘pêlavên xwe derxîne’, “li pişt xwe bizivire’, ‘devê xwe veke’ û hwd. Anku ji bo nebin nexweşxaneyê bi hezaran hincetan derdixînin. Ev yek jî dike ku pirsgirêkên hevalên me girantir bibin. Weke mînak; li Şakranê pirgirêkên giran ên tenduristiyê yên hevalekî min hebûn. Dê bêjî qey li dijî girtiyên nexweş, cendirme, rêveberiya girtîgehê û bijîşkên li nexweşxaneyan li hev kirine. Divê li  ser van bê sekinîn û ji bo berdana girtiyên nexweş tiştek were kirin.” 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

29/11/2023
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar