Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin

  • rojane
  • 09:04 21 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kampa Mexmûrê ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk pergalek ava kirine, li dor destkeftiyên ku li dijî pergala kapîtalîst bi dest xistine bûne xelek, têkoşînê xurt dikin. 
 
25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe. Jinên kurd ên di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên "ewlehîparêz" ên Tirkiyeyê koçî Başûrê Kurdistanê kirine, bi her awayî rastî tundiyê tên.
 
Jinên li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998'an de ji aliyê Neteweyên yekbûyî (NY) ve hat avakirin, ji aliyekî ve rastî êriş û ambagaroyên Tirkiyeyê û PDK'ê tên, li aliyê din jî li dijî feraseta mêrserwer têdikoşin. Jinên rastî tundiyê tên jî wekî çareseriyê xwe disipêrin paradîgmaya "demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Li kampê ku ji sala 2007'an ve bi paradîgmaya modernîteya demokratîk tê birêvebirin, jin li hemû qadên jiyanê çalak bûne. Jinên ku ji komunên taxan heya Meclisên jinan û ji rêveberiya şaredariyê heya parastina kampê di hemû qadan de cih digirin, her wiha bi akademiya ku ava kirine re jî di warê zayendê de serwext dibin. 
 
Jinên ku di sala 2003'yan de Meclisa Îştarê ava kirin, li Akademiya Şehîd Jiyanê perwerdehiya xweparastinê, polîtîkayên şerê taybet, dîroka jinê û têkoşîna azadiyê didin. Ji Rêveberên Akademiya Şehîd Jiyanê Berîvan Bohtî û jinên li kampê, behsa têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêrserweriyê kirin. 
 
Botiyê diyar kir ku li çar hawirdorên cîhanê tundiya li ser jinê zêde bûye û got ku bi vê re têkoşîna jinê jî bilind bûye. Botiyê wiha got: "Jin, li dijî polîtîkayên tundiyê yên desthilatê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin kirin. Jin, ji bo li dijî parçekirinê ya bi destê pergalê tê kirin û li dijî tundiyê helwesteke xurt nîşan bidin, divê bêtir bibin yek û di warê zayendiyê de serwext bin." 
 
PÊŞENGÊN JIYANA AZAD
 
Botiyê da zanîn ku li kampê li dijî feraseta mêrserrwer saziyên jinan hatine avakirin û domand: "Çendî li vir jin xwe nas kiribin û hin destkeftî bi dest xistibin jî, hê jî feraseteke mêrserwer heye. Em bi avakirina saziyên jinan li dijî vê pergala mêrserwer têdikoşin. Jin bi hev re tevdigerin. Em girîngiyê didin perwerdehiya jinan. Li kampa me ên herî zêde ji bo azadiyê têdikoşin û pêşengiya civakê dikin jin in. Di paradîgmaya me de jî girîngiyeke zêde ji bo têkoşîna jinê heye. Jin li hemû qadên jiyanê ne û saziyên xwe ava kirine. Jinên li vir hem xwe bi perwerde dikin hem jî xwe nas dikin. Çendî kêmasî hebin jî, lê em dikarin bibêjin ku li gor derdorên din pşketîtir in. Jin xwe diparêzin û li dijî tundiyê têdikoşin. Meclisa Îştarê alîkariya jinên mexdûr dike. Her wiha perwerdehiyên ji bo serwextkirinê jî hene. Hêleke wê ya din jî xweparastin e. Gava jin xwe biparêze, dikare li ber tundiyê rabe. Bi qasî serwextkirina jinan, serwextkirina mêran jî girîng e. Rêya avakirina jiyana bi hev re ev e." 
 
AMBARGO Û ÊRIŞÊN HEWAYÎ
 
Botiyê anî ziman ku têkoşîna li kampê têkoşîneke 25 salan e û wiha pê de çû: "Mirovên li kampê, ji bo nasnameya xwe û azadiya xwe heya niha têkoşiyane. Li cîhanê mînakên vê pir kêm in. Gelê li vir, gelekî rêxistinkirî û têkoşer e. Ev yek hem bandorê li civakê hem jî li jinan dike. Beşdariya jinê ya li nav rêveberiyê gelekî girîng e. Helbet jinan bi têkoşîna xwe ev destkeftî bi dest xistin. Li kampê tundiya herî mezin êrişên hewayî ne. Bandorên van êrişan herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Tundiya din jî ambargoya li ser kampê ye. Astengkirina derketina ji kampê û pêwendîdanîna bi mirovên din re, tundî ye. Her wiha bi têlan girtina derdora kampa me jî tundî ye. Li aliyekî êrişên DAIŞ'ê li aliyên din pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û PDK'ê de yên li Çiyayê Qereçoxê jî tundî ye." 
 
FELSEFEYA ABDULLAH OCALAN
 
Botiyê bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Birêz Abdullah Ocalan got 'jin jiyan e, jiyan jî azadî ye' û bi vê bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê. Ev gotin tenê wekî dirûşmeyekê nayê bikaranîn, felsefeyeke ku rastiyeke wê ya xwezayî heye. Têkoşîna me ya li kampê jî li ser vî esasî ye." 
 
‘35 SAL BERÊ JIN TUNE BÛ'
 
Şêniya kampê Sûltan Yildiztan a 51 salî jî, da zanîn ku 35 sal berê ji Tirkiyeyê hatine koçberkirin û li Başûrê Kurdistanê bûne penaber. Yildiztanê got: "Di navbera wê pêvajoya em ji Bakurê Kurdistanê derketin û ya niha de ferqeke pir mezin heye. WÊ demê mafên jinan tune bûn. Jin tim dihat eciqandin. DI tu tiştî de biryara jinê tune bû an jî nikaribû biaxive. Ji lew re mêr rêveberê malê bû. Ew mêr, tenê xwedî gotin û biryarê bû. Gava bav ne li malê bûna, kurê malê muxatab bû. Gava bav biçûna cihekî malê teslîmî kur dikir. Lewma di navbera îro û duh de pir ferq heye." 
 
‘BI TÊKOŞÎNÊ RE FERASETA MÊR GUHERÎ'
 
Yildiztanê destnîşan kir ku bi saya tevgera azadiyê ya kurd îro ro jiyana xwe bi awayekî azad û wekehev didomînin û wiha berdewam kir: "Piştî têkoşîna şoreşger dest pê kir mêr jî hinekî guherîn. Gava em hin mêran dibînin em rêzgirî nêzî wan dibin. Helbet ev guherîn di he rkesî de çênebûye. Em vê di jiyanê de dibînin. Hin mêrên ku feraseta mêrserweriyê neşikandine jî hene. Ev feraset hê ji holê ranebûye. Piştî girîngiya azadiya jinê hat fêmkirin, civak û malbat guherîn. Ev guherîn, bi saya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan çêbû." 
 
PENABERÎ Û JIN
 
Yildiztanê bal kişand ser zor û zehmetiyên koçberiyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Penaberî rêwîtiyeke zehmet e. Me di dema penaberiyê de fêm kir ku berxwedan jiyan e. Me di vê pêvajoyê de wateya azadiyê û jiyanê fêm kir. Em fêrî hezkirina ji welatê xwe bûn. Me di vê pêvajoyê de bêtir feraseta dewletê, civakê û mêr fêm kir û em bi nasnameya jinê hesiyan." 
 
‘EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN'
 
Ezîma Avyanî ya 43 salî jî bal kişand ser destkeftiyên jinan û got: "Jiyan tenê ne ji bo mêran e. Berê tu mafê jinan tune bû. Ji xeynî karê nav malê û zarokan bi tu awayî jinê nedidîtin. Lê piştî têkoşîna azadiyê gelek tişt guherîn. Me vê ferasetê li cem xwe şikand û niha pirnaiya karê kampê jin dikin. Di navbera rewşa me ya li Tirkiyeyê û vir ferqeke pir mezin heye. Li kampa me pêşeng jin in. Êdî em li meclisan, şaredariyan li her derê hene. Niha mêr bixwazin tahdeyê li jinan bikin jî nikarin, ditirsin. Ji lew re piştevaniya jinê xurt bûye. Tundî tu carî ne çareserî ye. Mafê tu kesî tune ku tahdeyê li kesekî/ê bike. Em hem karê malê dikin hem jî karê kampa xwe. Em dikarin karê malê taloq bikin, lê yê kampê na. Ji lew re em naxwazin destkeftiyên me ji dest me biçin." 
 
'ME QALIBÊN KAPÎTALÎZMÊ ŞIKANDIN'
 
Viyan Bûdak a 23 salî jî destnîşan kir ku divê feraseta "jin nikare tu tiştî bike" bi temamî bê redkirin. Bûdakê destnîşan kir ku çi bikeve ser milê wan ew dikarin bikin û got: "Ger jin azad be, dê bibe xwedî vîn û hêzê. Ji bo vê jî divê em bidin dû rastiyê. Rastî evîn e. Evîn jî azadî ye. Azadî jî jiyaneke exlaqî û polîtîk e. Divê feraseta qirêj a li hemberî jinê bi temamî bê redkirin û em jinên ciwan divê fikirên azad bêtir ava bikin. Me li vir qalib û rolên ku kapîtalîzmê li jinan ferz kiriye şikandin. Jin bi xwe bawer in û vîna xwe datînin meydanê. Nîviyê saziyan ji jinan pêk tên. Em li hemû qadên jiyanê girîngiyê didin temsîliyeta wekhev. Jina ku bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk radibe dikare hemû ber»irsiyariya saziyekê hilgire." 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

21/11/2023
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe