Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin

  • rojane
  • 11:53 17 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Ji îmzekarê “Banga Azadiyê” Hevserokê MEBYA-DER’ê M. Emîn Kiliç, destnîşan kir ku heke azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û ji bo “Meşa Azadiyê” ya ji bo vê daxwazê tê kirin jî, banga tevlibûnê kir. 
 
Li Amedê di 29’ê cotmehê de gelek partiyên siyasî, komele nêzî 200 sazî, bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk, bi navê “Banga Azadiyê" deklarasyonek destnîşan kirin. Ji îmzekarê “Banga Azadiyê” Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç got: “Heke tecrîd were rakirin dê pirsgirêka kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe.”
 
Kiliç diyar kir ku hêzên serdest civakan bi rêbaza “perçe bike, ji hev veqetîne û bi rê ve bibe” dixwazin kontrol bikin û da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin jî perçeyekî van polîtîkayan e. Kiliç destnîşan kir ku tecrîd belavî her qadeke jiyanê bûye û di salên dawî de nêzîkatiyên li cenazeyan bi bîr xist. Kiliç da zanîn ku desthilat destûrê nadin malbatan ku tev li cenazeyan bibin û got: “Ji ber vê yekê me wek saziyên sivîl îmzeyên xwe avêt desklerasyonê û em heya dawiyê li pey îmzeyên xwe ne. Ji ber îro tecrîd di şexsê Birêz Ocalan li ser tevahiya civakê ye. Gel bi rastiyê hesiyaye û heya tecrîd tê şikandê gel dê li  ber xwe bide.”
 
PARA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
 
Kiliç destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, ji polîtîkayên hêzên navneteweyî qut nîne û wiha got: "Dixwazin îradeya kurdan li her çar perçeyan bişkênin û girêdayî xwe bikin. Kurdê azad naxwazin. Lê belê Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe civakê ronî dike, azad dike. Hêzên serdest van fikran ji xwe re wek xetere dibînin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan hedef tê girtin. Êdî tu hêzên serdest nikarin li pêşiya azadiya gelê kurd bisekinin. Ji ber Modernîteya Demokratîk a birêz Ocalan ji xwe re wek talûke dibînin, hember derdikevin. Li hemberî daxwaza kurdan a li her çar perçeyan li dora Modernîteya Demokrasiyê kom bûne ne. Ji ber vê yekê destê hêzên navnetewî di tecrîdê de heye.”
 
HÊZA ÇARESERIYÊ YA OCALAN 
 
Kiliç anî ziman ku dema tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah were rakirin, dê gelên bindest azad bibin û bal kişand ser “Meşa Azadiyê” ku dê li navçeya Gemlîk a Bûrsayê were lidarxistin. Kiliç bilêv kir ku dê meş ji bo rakirina tecrîdê bibe pêngavek û got: “Ji ber vê yekê her kesê ku dibêje ez demokratim, aştîxwazim divê tev li vê meşê bibe. Di çareseriya pirsgirêkan de muxatap Birêz Ocalan e. Xwedî vîn û hêza çareseriyê ye. Heke tecrîd were şikandin ev xitimandina heyî dê were derbaskirin. Heman demê de çareserî tê wateya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî. Heya ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî neyên çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn vîna çareserî, hêz û rêya birêz Ocalan heye.”
 
MA / Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

18/11/2023
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN
15/11/2023
23:44 Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel
22:21 'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin
22:12 Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan
21:15 Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
20:32 Bakirhan li Amedê ye: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin
19:29 Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin
16:47 Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e
16:27 Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn: We serî netewand, me jî netewand
15:56 Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin
15:56 Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan
15:47 Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir
15:41 Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e
15:16 Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
14:41 Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
14:15 Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin
13:53 Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
13:28 Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in
13:16 Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite
12:57 Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar
12:38 Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da
11:58 Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
11:44 Lîreyê tirk dihele: Euro bû 31.19 TL
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:28 Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman