Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?

  • jin
  • 17:55 8 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Danişîna doza TJA'yê di roja duyem de didome. Jinan di parastinên xwe de bal kişandin ser kar û xebatên xwe. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja duyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina jinan berdewam dike. 
 
Di danişînê de Fîgen Ektiyê ser hişê xwe çû û cendermeyan jî destûr neda ku parêzer mudaxale bike. Parêzeran diyar kirin ku rewşeke mirovatiyê ye û hûn çima nahelîn ku mudaxale bê kirin. Cendermeyan jî bersiva "Divê em ji şandeya dadgehê bipirsin û piştre dew bidin Fîgenê". Piştî ku şandeya dadgehê hat salonê dew dan Fîgenê. 
 
Piştî demekê danişîn bi parastina Besîle Narînê berdewam kir. Narînê di destpêke de îdiayên şahîdê nepen qebûl nekir û daxwaza rakirina kondrola edli kir. 
 
Hatîce Yamanê jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û da zanîn ku bi salane li Sêrtê doza wê didome û bi vê dozê re hatiye girêdan. Yamanê da zanîn ku îfadeya ku di emniyetê de daye carek din dubare kir. 
 
Sultan Esenê jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û îdîayên şahîdê nepen Ulaş red kir û got: "Ez nexweşim û tedawî dibînim. Ev saleke ez di hefsa malê de me. Piyê min kelepçekiriyê. Ji ber vê ez nikarim bê danişînê jî. Ji ber ku ez kemoterapî dibînim ez gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin. Ez dixwazim biryara hefsa malê bê rakirin."
 
Zekiye Gulerê jî da zanîn ku di çalakiyên ku tevlîbûyî de hatiye binçavkirin û hertim jî îfadeya xwe daye û wiha bi lêv kir: "Ez îdiayên şahidê nepen Ulaş qebûl nakim. Ez li fakultê tedawî dibinim. Her wiha cihê ku ez lê îmze dididim jî dûr e. Ez daxwaza rakirina kontrola edlî dikim." 
 
NEBÛNA PERE DI HESAB DE SÛC HATIYE HESIBANDIN
 
Danişînê bi parastina Bêrîtan Can Yaşê ya ku negirtî dihat darizandin berdewam kir. Yaşê anî ziman ku di sala 2005'an de çûye Stenbolê û di komeleyên jinan de dest bi xebatê kiriye û ji ber nasnameya xwe ya Kurdewar û kotaya jinan dest di nav HDP'ê de dest bi xebatan kiriye û wiha got: "Ez demek li Agirî, Qers û Bedlîsê xebatîm ji ber  tundiya ku li jinan dihat kirin. Di sala 2011’an de hatim girtin û min navber da xebatê. Di sala 2013’an de ji girtîgehê derketim û li gelek cihan xebitîm. Ez di 3 buroyên hiqûqê de wek sekreter xebitîm û wekî ku sûc be ev xebata min di îdanameyê de hat bicihkirin. Li Bazîdê der barê min de doz hatiye vekirin, ev 11 sal in didome. Qedexeya min a derketina derve nîne û plana min a derketina ji vî welatî nîne. Ji ber şert û mercên aborî min ji Stenbolê koçî Amedê kir, wê demê ez li zanîngeha Mêrsînê hatim qebûlkirin, lê ji ber ku ez li Amedê mam, min li zanîngeha Êlihê qeyda xwe çêkir. Jiyaneke min a wisa heye. Di raporên MASAKê ez bi nebûna pere di hesabê xwe de têm sûcdarkirin."
 
KESÊ KU TÊ GOTIN 176 CARAN PÊ RE HEVDÎTIN PÊK HATIYE SALEK BERÊ MIRIYE
 
Yaşê anî ziman ku di dosyayê de qeydên HTS'ê hene û diyar dike ku wê di navbera salên 2013-2014'an de 176 caran bi kesekî re axiviye, lê hîn bûye ku kesê ku tê îdiakirin pê re axiviye, di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku ew kesê ku qaşo pê re axiviye nas nake. Bêrîtanê bertek nîşanî delîlên di dosyayê de hatin bicihkirin da û got, "Bi rastî ev mînak bi awayekî zelal nîşan dide ku ev dosyayek vala ye."
 
Bêrîtanê destnîşan kir ku karê wê karê legal e  û xwest ku daxwazên kontro edlî bê rakirin û beraata xwe xwest.
 
'EZ LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊKOŞIYAM'
 
Hulya Taşarê ya negirtî tê darizandin û li rûniştinê amade bû da zanîn wê di dema BDP'ê de di meclîsa jinan de cihê xwe digirt û got ew şahidê veşartî Ulaş nas nake. Taşarê li beranberî beyanên "Di 2015'an de li Qendîlê bû" diyar kir ku ew di 2015'an de di girtîgehê de. Hulyaya beyanên şahidê veşarî vala derxist wiha got:"Min li dijî tundî û tecawiza li ser jinan têkoşîn da. Ev xebatana hemû li ber çapameniyê hat kirin." Hulyayê daxwaza rakirina daxwazên kontrola edlî kir. 
 
'EZ BEYANÊN ŞAHIDÊ VEŞARÎ QEBÛL NAKIM'
 
Piştî Taşarê Tamcihan Çelebiyê ya negirtî tê darizandin wiha got:"Ez beyanên şahidê veşartî Ulaş qebûl nakim. Ne endama partiyeke siyasî me, min di xebatên partiyeke siyasî jî cih negirtiye. Li gor şahid ez qedroya rêxistinê me, qaşo ez çûme Xakurkê. Ez carekê çûm HDP'ê ew jî ji bo zarokên xwe bû. Ji ber ez çûm HDP'ê ji min re dibêjin tu rêveber î. Ji ber min silav daye HDP'ê ma qey ez 'terorist' û rêveber im ?" Tamcihanê daxwaza bidawîkirina hepsa malê kir. 
 
Herî dawî jî Yeliz Ayyildiz Kiyakê ya negirtî tê darizandin bi awayekî kurt mafê axaftinê girt. Kiyakê îddiayên derbarê xwe de red kir û daxwaza berata xwe kir. 
 
Piştî parastinên jinan derbasî beyanên parêzeran bûn. 

Sernavên din

08/11/2023
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin