DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin

  • rojane
  • 14:31 8 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - DFG'ê xwest ku rojnamevanên girtî bên berdan û dozên derbarê rojnamevanên tên darizandin de bên betalkirin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê "qanûna sansurê" ku hevdîtina wê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome û danişînin dozên derbarê rojnamegeran de hatine vekirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG'ê bi bîr xist ku “Zagona Sansurê” li Meclisê di 13’ê cotmeha 2022’an de hat erêkirin û bi bîr xist ku têkildarî serlêdana betalkirina “Zagona Têkoşîna Dezenformasyonê” îro li Dadgeha Destûra Bingehin tê dîtin. 
 
DFG'ê bal kişand ser danişînên dozên rojnamevanên girtî û wiha got: "Di çarçoveya lêpirsînek li Amedê di 8’ê hezirana 2022’yan de li dijî rojnamevanan operasyonek pêk hat. 20 jê rojnamevan 22 kes di vê operasyonê de hatin binçavkirin. 16 rojnamevan piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin. Di çarçoveya heman dozê de, piştî 13 mehan, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di danişîna ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, 15 rojnamevan hatin berdan. Duyemin danişîna dozê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. 
 
Hevserokê Komeleya me Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Rojnamevan Lezgin Akdeniz, Zeynel Abîdin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remzîye Temel, Ramazan Gecîken û Mehmet Şahin û rojnamegerên serbest dihatin darizandin Kadir Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin dê sibê ji nûve derkevin pêşberî dadgehê.  Rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe tên darizandin, bi angaşta 'Endamtiya rêxistinê' têne tawanbarkirin. Di heman demê de Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku ji dosyayek cuda tê darizandin jî dê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin. 
 
DANIŞÎNIN DOZÊN ROJNAMEVANAN SIBÊ NE
 
Li aliyê din di operasyona 25’ê nîsanê de ku di nav de rojnamevan jî hebûn rojnamevan Mîkaîl Barût jî hatibû girtin. Barût, sibe li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê wê derkeve pêşberî dadgehê. Sibê dîsa rojnamevan Bariş Pehlivan ku ji ber xebatên rojnamevaniyê girtî tê darizandin dê derkeve pêşberî dadger. Der barê Pehlîvan de di sala 2020’an doz lê hatibû vekirin û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Pehlivan ku cara pêncemîn tê girtin dê sibê saet 13.30’an de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye derkeve pêşberî dadger. Dîsa rojnamevan Bariş Terkoglu, Ahmet Sever, Canan Kaya, Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û Mansur Çelîk dê sibê di çarçoveya doza li wan hatiye vekirin derkevin pêşberî dadgehê."
 
HER ROJ ROJNAMEVAN TÊN DARIZANDIN
 
DFG'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Wekî tê dîtin li edliyeyan, dozger û dadger ji bo rojnamevanan darizînin di nava mesaiyek zêde de ne. Her roj rojnamevan tên darizandin. Doz li rojnamevanan tên vekirin. Rojnamevan di bin dorpêç û şopandina darazê de ne. Lê erk û peywira rojnamevanan ne salonên darazê ye, li qadan şopandina nûçeyan e. Divê li korîdorên darazê nûçeyên hiqûqê bişopînin. Dema ku ew bên darizandin, mixabin ew dibin mijara nûçeyan. Ev jî dibe sedem ku pergalek sosret ava bibe. Ji bo ev sosretî bi dawî bibe divê berî her tiştî rojnamegerên girtî bên berdan. Divê darizandina rojnamevanan a neheq bi dawî bibe. Ger ku rojnamevan neyên berdan û darizandina wan bi dawî nebe mirov nikare behsa darazek hiqûqî bike. 
 
EM Ê LI CEM HEVALÊN XWE YÊN TÊN DARIZANDIN BIN
 
Em ê sibe vê dozê ji nêzîk ve bişopînin. Em ê li edliyê li tenişta hevalên xwe yên tên darizandin rawestin. Ji bo dengê me xurt û gur bê bihîstin em bang li raya giştî dikin ku rojnamevanan bi tenê nelêlin. Dîsa em bang li hemû rojnamevanan dikin ku me tenê nehêlin. Em bang li hemû saziyên eleqeder dikin ku hempişeyên me bi tenê nelêlin. Bi vê wesîleyê em dipên ku di mijara 'Zagona Sansurê' de Dadgeha Destdûra Bingehîn ji bo betalkirinê vîna xwe nîşan bide. Em dubare diyar dikin ku em vê zagona rojnamevanan dixe bin tundî û zorê bi tu awayî qebûl nakin. 
 

Sernavên din

08/11/2023
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin