Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be

  • rojane
  • 11:08 5 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kampa Mexmûrê Bêwar Unver nûçeya “PDK û artêşa Iraqê li hev kir” derewand û wiha got: “Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, em naxwazin PDK li vir be. Hatina PDK’ê mîna hatine Tirkiyeyê ji bo dijminatiyê ye.” 
 
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 19’ê cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên HPG û YJA-Starê bi temamî ji Kampa Mexmûrê vekişiyane. Piştî vekişîna hêzên HPG û YJA Starê, di navbera hêzên artêşa Iraqê yên hatin kampê û pêşmergên PDK’ê de şer derket. Piştre jî hat ragihandin ku her du aliyan lihev kirine. Şêniyên kampê jî li dijî her du hêzan meş li dar xistin û bertek nîşan dan. Li ser vê yekê rayedarên hikûmeta Iraqê bi rêveberiya kampê re hevdîtin kir û diyar kir ku agahiyên lihevkirinê yên hatine parvekirin rast nînin. 
 
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kampê Bêwar Unver têkildarî hevdîtinê û geşedanên piştre qewimîn axivî. 
 
'PDK’Ê AGAHIYA XELET PARVE KIR’
 
Unver, da zanîn ku piştî berteka gel hikûmeta Iraqê xwestiye bi wan re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: “Rayedarên iraqî gotin ku îdiayên PDK’ê rast nînin. Gotin ku di navbera rayedarên PDK û hikûmeta Iraqê de 3 hevdîtin hatine kirin û di van hevdîtinan de têkildarî pevçûna di 22’yê cotmehê de lêkolîn hatiye kirin û ji bo kontrola noqteyên hevpar yekîneyek hatiye avakirin. Ragihand ku dê herêma behsa xeberê ji hêla her du aliyan ve were valakirin û ew herêm dê di navbera her du aliyan de weke tampon be. Anku agahiya ku radestî PDK’ê hatiye kirin derew e. Agahiya ‘PDK’ê bi artêşa Iraqê re lihev kir’ ji hêla PDK’ê ve hate belavkirin. Em vê pêvajoyê jinêzve dişopînin û dê li gorî pêşketinan jî bertekên xwe nîşan bidin.” 
 
‘POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ MEŞANDIN’
 
Unver, diyar kir ku ew naxwazin PDK li wir be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK baş dizane bê ka çima nayê xwestin. Ji sala 1994’an heta niha me 8 meh li pey xwe hiştin û dema em li tiştên qewimîn dinihêrin, dibînin ku PDK li Tiriyeyê tevgeriyaye û zirar daye van kampan. Dema welatiyên me ji bo pêdiviyên xwe derdikevin derveyî kampê, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji ber ku PDK li gel Tirkiyeyê tevdigeriya, em neçar man ku dev ji kampên din berdin. Niha jî em li cihekî ewqas dûrî bakurê Kurdistanê bi cih bûne û berpirsyarê vê rewşê jî PDK ye. Heke ji ber têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re nebûya, dê kampa me li Dihok an jî Zaxoyê bûya. Heke PDK mîna partiyeke kurdistanî tevbigeriya, heke li dijî şêniyên kampê dijminatî nekiribûya, heke berpirsyartiya xwe bi cih bi aniya, bêguman me îro nîqaşa vê nedikir. Lê di vê pêvajoyê de PDK’ê helwesta xwe pir biêş eşkere kir. PDK’ê rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê vekiriye. Tirkiyeyê, li Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan baregeh ava kiriye. Ji ber têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re, em naxwazin PDK were vê derê. Hatina PDK’ê ya vê derê dê mîna hatina Tirkiyeyê ya bi dijminane be.” 
 
Unver, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku hêzên pêşmergeyan nêzî kampê jî nebin, hevdîtinên me yên bi hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) re didomin. Di vê mijarê de gumanên me hene. Hikûmeta Iraqê, NY û raya giştî ya Kurdistanê divê vê hesasiyetê baş bizane. Bila baş li rabûrdiyê binêrin û bibînin bê ka xelkê kampê çiqas zirar ji PDK’ê dîtiye. Em naxwazin piştî 30 salan heman tişt dubare bibin. Nexwe dê encamên wê giran bin. Ji bo ku planên PDK’ê bi ser nekevin dê hewldanên me bidomin. Kampa Mexmûrê, di bin ewlehiya NY’ê de ye. Hikûmeta Iraqê jî bi awayekî fermî qebûl dike. Divê vê derê hem biparêzin hem jî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Divê NY berpirsyartiyên xwe yên li dijî gelê me pêk bîne. Ji sala 2014’an heta niha kamp tê paşguhkirin. Hikûmeta Iraqê jî kete nava kêmasiyên mezin. Ji bo pirsgirêkên li kampê tu çareserî pêş nexist. Divê rê li ber planên qirêjî yên li dijî kampa me û êrişan bigirin.” 
 

Sernavên din

05/11/2023
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN