TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan

  • jin
  • 14:05 2 Mijdar 2023
  • |
img

AMED - TJA’yê diyar kir ku tevî dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Gultan Kişanak dîl tê ragirtin. Divê tavilê were berdan.” 

 
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî neberdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gultan Kışanak û girtiyên di zindanan de vîna me ne” hate vekirin. Endamên jin ên HEDEP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan daxuyaniyê. Hevseroka HEDEP’a Amedê Pinar Sakik Tekîn di daxuyaniyê de axivî û got ku her ku jin avakirina jiyana azadîxwaz ava dikin, îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê di êrişên xwe yên li dijî jinan de bêhtir bêperwa tevdigere. Bi domdarî Tekîn got ku zextên li ser jinên kurd ên siyasetmedar zêdetir dibin û bêhiqûqtiyên li girtîgehan li dijî jinan tên kirin êdî veguherîne îşkenceyê. 
 
Tekîn, daxuyanî wiha domand: “Ji sala 2016’an ve di serî de jin li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd wekî rejîma qeyûm planeke qirêj pêşketiye, em vê jî dizanin ku ev yek jiber tirsa ji têkoşîna jinan a rêxistinî pêk tê. Her wiha em dibêjin bila ji biryar, bawerî û rêxistina me ya jinan bitirsin. Îro mekanîzmaya 'dadwerî' ya desthilatdariyê ya ku dijminatiya li kurdan dike, di bingeha xwe de armanc dike ku bi doza Komploya Kobanê hêz û têkoşîna rêxistinî ya ku jinan di civakê de ava kiriye û pêş xistiye bişikîne. Her wiha ku nekarîbû bi rejîma qeyûm ew nasnameya rêxistinî ya jinan tune bike niha armanc dike ku bi krîmînalîze kirinê vê yekê bike. Bi taybetî polîtîkayên êrişan ên weke sûcdarkirina xebatên ku em dimeşînin, binçavkirin û girtina siyasetmedarên jin ên kurd, ji vê armancê ne serbixwe ye. 
 
DIVÊ GULTAN KIŞANAK TAVILÊ BÊ BERDAN
 
Rêhevala me, aktîvîsta TJA’yê û Hevşaredara me ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku îro di çarçoveya doza Kompasa Kobanê de ku tevî 168 jinan tên darizandin,  tevî girtina wê ya antîdemokratîk û li gorî hiqûqa wan diviyabû ku bihata berda jî 7 sal di ser de derbas bû lê nayê berdan. Ji ber ku ev 7 sal in bi awayekî bêhiqûqî girtineke ‘îstisna’ ye, divê demildest Gultan bê berdan.
 
HEWL DIDIN PERGALA HEVSEROKATIYÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN
 
Em bang li desthilatdariya faşîst a paşverû û 'dadgeriyê' ya ku bêhiqûqî û bêcezakirinê li ser tevahiya civakê bi taybet jinan weke rêbaza rêveberiyê dide ferzkirin dikin ku demildest qanûnên xwe yên hundirîn pêk bînin. Weke TJA’yê, em ji her demê bêhtir bi biryar in ku li dijî kesên ku keda me ya jinan û modela hevserokatiyê krîmînalîze dikin û dixwazin me sûcdar bikin, rêxistinbûna xwe ya jinan mezin bikin. Têgihîştina me ya rêveberiya herêmî ya azadîxwaz ji bo jinan şêwazek jiyanê ye. Em têkoşîna jinan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû û şoreşa jinê ya Rojava silav dikin û bi bîr tînin.
 
BERTEKA LI DIJÎ GIRTINA HÛDA KAYA 
 
Em wek jinan dibêjin; em hemû li dijî desthilatdariya paşverû ya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku hewl dide azadî û rêxistinbûna jinê di nava tecrîdê de bihêle ne. Mînaka vê ya herî dawî jî bi girtina parlamentera HDP’ê ya serdema borî Hûda Kaya de hate jiyîn. Em girtina Hûda Kaya û ya hemû jinên têkoşer ku li dijî faşîzmê ber xwe didin şermezar dikin.  Li dijî vê hişmendiya paşverû ya li dijî têkoşîna jinan em dibêjin; em hemû Gultan Kişanak in, Mukkades Kubîlay, Sara Kaya, Dîlek Hatîpoglu, Zeynep Bîngol, Sabîte Ekîncî, Hûlya Alokmen Uyanık, Nûrhayat Altûn, Rojbîn Çetîn, Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Hûda Kaya ne. Em xwedî heman hest û heman rêxistinbûyînê ne ku bi biryardariya têkoşînê ya gelek hevrêyên me yên jin ku pêş dikeve ye. Heta ku hilm û nefesa me têr bike, heta her cihê ku dengê me bigihêje û her tim em ê gotina ‘jin, jiyan, azadî’ bêjin û biqîrîn.” 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in