Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?

  • rojane
  • 10:28 27 Cotmeh 2023
  • |
img
SEMSÛR - Binevser Muhammed Şukru Kaya ku bi darê zorê biribûn cihê operasyonê, jiyana xwe ji dest da. Dewletê îdia kir ku Kaya “întîhar” kiriye. Lê malbata Kaya vê qebûl nake û dibêje ku fermandarê wî gef lê xwaribûn, cilên wî yên dema bûyerê hatine îmhakirin û gumanên wan hene. 
 
Teknîsyenê Tip a Lezgîn Binevser ê Muhammed Şukru Kaya (25) 5 meh bû li 2’yemîn Fermandariya Artêşê ya Meletiyê wezîfedar bû. Kaya û tîma wî ji bo êrişa li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê birin Colemêrgê û ji wir jî derbasî Başûr bû. Hat îdiakirin ku Kaya di 22'yê cotmehê de li Herêma Federe ya Kurdistanê întîhar kiriye û cenazeyê wî anîn Semsûrê. Malbata Kaya bawer nake ku kurê wan întîhar kiribe û gumanbar in. 
 
Xalê Kaya, Îbrahîm Halîl Aydin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got gumanên wan hene. 
 
'EM QEBÛL NAKIN KU ÎNTÎHAR KIRIBE’
 
Aydin, diyar kir ku ji ewil ji malbatê re hatiye gotin ku kurê wan “şehîd e” û wiha got: “Piştre jî gotin întîhar kiriye. Vê yekê gumanên me mezintir kir. Fermandarekî ji malbatê re got; ‘Saet di 11.50’an de dema ji bo firavînê rûdinişt, bi çeka xwe li bin alûşka xwe xist û întîhar kir.’ Saet derdora 17.00’an agahî dan malbatê. Cenazeyê wî di danê sibehê de bi wesayîteke sivîl anîn. Şêweyê anîna cenazeyî em êşandin. Em bawer nakin ku întîhar kiribe. Em bi kesên cenaze anîn re her tim di nava têkiliyê de bûn. Me jê re got dema hûn gihiştin Semsûrê agahî bidin me ku em bên cenazeyî bigirin. Lê bêyî agahiyê bidin me, cenaze birin morgê û piştre gotin cenaze li wir e.” 
 
Xalê Kaya, Îbrahîm Halîl Aydin
 
'CILÊN WÎ HATIN TUNEKIRIN’
 
Bi domdarî Aydin anî ziman ku li gor agahiyên ber destê wan, cil û bergên xwarziyê wî yên di dema întîharê de li ser bûn, li cihê bûyerê hatine îmhakirin û wiha pê de çû: “Li ser cilên radestî malbatê hatin kirin tu xwîn tune bû. Beşa jêrîn a kamûflajê heye lê ya jor tune ye. Ne binkirasê wî û ne jî solên wî hene. Ger bi fîşekekê bimira, diviyabû xwîna wî li hemû cilên wî birijiya. Cil û bergên ku wî bi kar dianî bi kincên nû hatin guhertin. Li gorî agahiyên ku malbatê ji çawîşê pispor ê li wir girtiye, cil û bergên ku dema mirine li xwe kirine, li cihê bûyerê hatine îmhakirin. Vê yekê gumanên me mezintir kir.”
 
‘BI ÎDÎAYA XIYANETÊ GEF LÊ HATINE XWARIN’
 
Di berdewamê de Aydin destnîşan kir ku xwarziyê wî bi darê zorê birinê herêma operasyonê û ev tişt anî ziman: “Li gorî agahiyên ku dayik û xwişka wî dane, xwarziyê min xwestiyê karê xwe yê bijîşkiyê bidomîne lê fermandarê wan ê li Meletiyê ew bi xiyanetê sûcdar kiriye. Jê re gotiye; ‘heke tu çekê negirî û nehêy operasyonê, em ê te weke xayîn ragihînin.’ Piştre jî gef û heqaret lê kirine. Bi wî fermandarî re çû Colemêrgê û li başûrê Kurdistanê tev li şer bû. Wî nedixwest beşdarî operasyonê bibe lê ew bi darê zorê birin.”
 
‘EM Ê GILIYÊ WAN BIKIN’
 
Aydin, diyar kir ku xwarziyê wî amadekariya zewaca xwe dikir û axaftina xwe wiha qedand: “Ew ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Amadekariyên zewacê dikir. Ji bavê xwe re perê şandibû û gotibû; ‘zêr bikire, dema vegeriyam dê bizewicim.’ Kesekî van planan dike dê çawa întîhar bike? Otopsiyeke berfireh nehatiye kirin. Em dixwazin otopsiya berfireh bê kirin. Em dixwazin hîn bibin ka çi xesar di laşê wî de heye. Em dixwazin her kesê di tîma wî de û rapora balîstîk û otopsiyê bê lêkolînkirin. Ji ber ku gumanên me ji her kesên li wir bûn heye. Piştî otopsiya berfireh em ê giliyê wan bikin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

28/10/2023
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye