Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in

  • rojane
  • 09:00 25 Cotmeh 2023
  • |
img
SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber ku çêkirina xaniyan hê neqediyaye mexdûrên erdhejê wê vê zivistanê jî bê cih û war bimînin û derbas bikin. Mexdûrên erdhejê ku di konteyneran de dimînin xwestin ku pêdiviya wan a xaniyan demildest bê çareserkirin.  
 
Li gorî daneyên fermî, li Semsûrê ku yek ji bajarên ku herî zêde di erdhejan de wêran bûye, zêdeyî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyane. Li Semsûrê ku der barê 20 hezar avahiyên de biryara hilweşandinê hatiyê dayîn, pirsgirêka herî mezin a mexdûrên erdhejê xanî ne. Li navenda Semsûrê ku piştî erdhejê bi hezaran mexdûrên erdhejê bê mal man, li 20 noqteyên navendê bajarê konteyniran hat avakirin, bi tevahî 13 hezar û 726 konteynir hatin danîn. Beşek ji mexdûrên erdhejê li bajarên konteyniran ên ku li 20 cihan in, hinek jî li bajarên konteynirê yên ku ji aliyê dilxwazan ve hatine avakirin de dimînin. Gelek mexdûrên erdhejê di konteynerên ku bi derfetên xwe peyda kirine an jî li cihên mîna kozikên ku çêkirine bi dijwariya zivistanê re rû bi rû ne. 
 
Mexdûrên erdhejê yên li bajarên konteyneran û taxan di konteynerên ku bi derfetên xwe peyda kirine de dimînin, pirsgirêkên ku di konteyneran de dîtine vegotin û xwestin ku di zûtirîn dem de pêdiviyên wan a xaniyan bê bê çareserkirin. 
 
'BI FIKAR IM'
 
Mexdûrê erdhejê Gok Kaya (28) ku bi diya xwe re di konteynirê de dimîne diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan gelek zirar dîtiye û wiha got: “Em heta hezîranê di konê ku li ber mala xwe vedane de man. Em ji meha Hezîranê ve di konteynerê de ne. Hindirê konteyneran pir piçûk e û dûrahiya di navbera konteyniran de kêm e, ji ber vê yekê cîhê taybetî yê mirov tê sînordar kirin. Destpê kir baran. Hêj konteynera me av wernegirtiye, lê konteynerên derdorê av wergirtine. Em ê bi îmkanên xwe ve konteynirê bi banek an jî kon veşêrin da ku av neçe. Di zivistanê de konteynir dê dijwar be. Xaniyên bên çêkirin an kengî bên çêkirin an jî bê dayin ez bi fikarim. Em pêşiya xwe nabînin. Em dixwazin di zûtirîn dem de ji nû ve avakirina bajarê me bi dawî bibe. Diya min pîr bûye, meha zivistanê ya sar nêzîk dibe. Daxwaza min tenê ew e ku di zûtirîn dem de pêwîstiyên me yên xaniyan bên bicihanîn."
 
'DI KONTEYNIR DE ZIVISTAN WÊ DIJWAR BE'
 
Mexdûrê erdhejê Hamza Aslan (65) ê ku bi hevjîna xwe re di konteynereke ku bi derfetên xwe kirî de dijî, destnîşan kir ku di erdhejê de mala wan hilweşiyaye û hevjîn û zarokek wî di bin xirbeyan de mane. Aslan bi lêv kir ku di sibeha erdhejê de hevjîn û kurê xwe bi derfetên xwe ji bin xirbeyan rizgar kirine û got: “Em çend rojan di wê sermayê de li derve man, piştre em di konekî de man û piştî demekê em derbasî konteynerê bûn. Di erdhejê de gelek xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna min nexweşiya pençeşêrê ye û nexweşiya şekir bi min re heye, ji ber vê yekê wê zivistanê mayîna di konteynerê de dijwar be. Pêwîste di zûtirîn dem de xanî bên çêkirin û ji bo mexdûrên erdhejê bên dayîn."
 
'DAXWAZA ME TENÊ MAL E'
 
Mexdûrê erdhejê Mehmet Turan (51) ê ku bi hevjîna xwe re di konteynera ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye avakirin de dimîne, diyar kir ku ev mehek e di konteynerê de dijîn û wiha got: “Mala me hilweşiya û em di bin xirbeyan de man. Em 8 saetan di bin xirbeyan de bûn. Baş e ku em tu em kes tiştek nebûn. Piştî demekê di kon de man, piştrê jî em di vê konteynerê de bi cih bûn. Di konteyniran de dolab tune, hundirê konteynerê vala ye. Ev konteynir ji bo zivistanê ne guncaw in. Lavabok xelet in û her tim av li dora wan diherike. Daxwaza me tenê ew e ku di zûtirîn dem de bibin xwedî mal."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

28/10/2023
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye