Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin

  • rojane
  • 12:47 24 Cotmeh 2023
  • |
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatimogûllari bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava da û got: “Em carek din ji desthilatdariya AKP’ê û vê rejîmê re dibêjin; demildest hemû çekdarên xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatimogûllari di Civîna Koma xwe ya Meclisê de mijarên di rojevê de nirxand. Hatimogûllari destpêkê behsa kongreya partiya xwe kir ku navê partiya xwe guherandine û got ew partiya xwe HEDEP’ê li tevahiya gelên Tirkiyeyê yê bindest û keda wan tê xwarin pîroz dikin. Hatimogûllari spasiya her kesê ku beşdarî kongreya wan bûne kir. 
 
Hatimogûllari da zanîn ku wan heta roja îro gelek bedel dane û xwe gihandine vê merhaleye û heta dawî wê li têkoşîna hevrêyên xwe, cangoriyên xwe derkevin û ala têkoşîna wan hildin. 
 
‘MISILMANÊN TIRKIYEYÊ DIXAPÎNIN’ 
 
Hatimogûllari axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdariya Tirkiyeyê salên dirêje ku dibêje doza Filistînê doza min e. Lê tu gotinek wan ne rast e. Mixabin ev desthilatdarî bi dilek rast ne li cem gelê Filistînê yê mezlûm e. Tenê dixwaze bi van gotin û daxuyaniyan gelê Tirkiyeyê tatmîn bike û xwe li ba gel şîrîn nîşan bide. Mîna ku li cem Filistînê bin hêsirên çavan dibarînin lê belê ew ne ji dil in. Hûn nikarin li cem gelê Filistînê cih bigirin. AKP heta duh pêr jî li gel Îsraîlê peymanên leşkerî pêk dianî. Niha jî rabûye dij derdikeve. Hûn tenê dikarin misilmanên li Tirkiyeyê bixapînin.
 
HETA KU DENGÊ ŞER TÊK DIÇE 
 
Em li vir wek HDP’ê caredk din dibêjin; em li cem gelê mezlûm ê Filistînê ne û ji bo gelê gelê mezlûm ê Filistînê pêwîst be em amade ne. Em gazî hemû raya giştî ya cîhanê û aliyan dikin; êrişên li ser Filistînê rawestînin û bila dawî li kuştina sivîlan were û divê her kes ji bo vê seferber bibe. Em ê her li dijî rejîm û ferasetên şer terefê xwe yê aştiyê biparêzin. Em ê ê bi aştiyê bersiva şer bidin. Heta ku dengê şer têk diçe em ê aştiyê qîr bikin. 
 
DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNIN 
 
Belê, gelê me yê hêja; di saetên ku em behsa doza Filistînê dikin, di heman demê de Rojava jî tê bombekirin. Ji 1’ê Cotmehê û vir ve li Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberan dihat kirin. Nexweşxane, stasyonên sotemeniyê û dibistan dihatin bombebarankirin. Dîsa 5 milyon kurd, sivîl û gelên din ên li wir dijîn di bin bombebaranê de ne. Hikûmeta AKP'ê dibêje 'Em li Filistînê aştiyê pêk bînin', lê belê ev hikûmet ji sala 2011'an û vir ve heman tiştên ku Îsraîl anî serê gelê Filistînê li wan jî anî serê kurdan. Ew erd têne bombebaran kirin. Çawa ku li Xezeyê tê xwestin ku ew ax bên valakirin, çawa ku dixwazin Filistîniyan bişînin Nîvgirava Sîna an jî Çola Negevê, niha jî hikûmeta AKP’ê dixwaze gelê kurd ên li Efrînê ji wir derxe, bi zorê li wan dike, wan koçber dike û yên ku koç nekirin jî qetil dikin. Û bi guhertina demografî li Rojava dixwazin cîranên me, gelê kurd ku xelkê wê deverê ên qedîm û gelên din ji wê erdnîgariyê derbixin û mixabin li şûna wan alîgirên xwe bi cih dikin û demografiyê diguherînin. Hûn dizanin çima 5 milyon penaber hatin Tirkiyê? AKP çima ji vê re derî vekir? Bawer bikin, ne ji ber ku ji penaberan hez dikir, lê ji ber ku statûya penaberiyê wek amûr bikar bîne, ev siyaset şopand û projeya wê ya herî mezin a niha ew e ku guhertineke mezin a demografîk pêk bîne. Dixwazin xelkê li vir bi cih bike û li wir bi cih bike û herêmê ji kurdan paqij bike. Li vir em careke din dibêjin, destên xwe ji ser axa Sûriyê rakin.
 
ÇEKDARÊN XWE VEKIŞÎNIN 
 
Em carek din gazî desthilatdariya AKP’ê û vê rejîmê dikin; demildest çekdarên xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişînin û derxin. Pirsgirêka kurd li benda çareseriya aştiyane û demokratîk e. Lê pirsgirêk didome. Heke ku hûn dibêjin em ê aştiyê bibin Filistînê, Libya û welatek din  ê Rojhilata Navîn, naxêr ewilî aştiyê bînin welat û ser axa xwe û li vir tesis bikin. Ewilî pirsgirêka kurd a ku birîna me ya kûr e çareser bikin û wê çaxê belkî hûn bibin mînak. Dema hûn bêjin em aştiyê dixwazin bila gelên din ên herêmê we micid li ber çavan bigire. Em carek din dibêjin ji bilî rêbazên demokratîk û aştiyane yên çareserkirina pirsgirêka kurd tu rêyek û çareyek me din nîne. Çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bibe modelek bingehîn. Werin em hemû bi hev re xwedî li aştiya Tirkiyeyê derbikevin û em li welatê xwe tesis bikin û vê herikandina xwînê tev bi hev re bisekinînin.”  
 

Sernavên din

28/10/2023
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye