ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye

  • rojane
  • 13:48 20 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê ji bo sekinandina şer li gelek bajaran bo NY’ê name şand û got: “Divê li seranserî cîhanê dengê aştiyê bilind bibe. Weke mirovahiyê pêdiviya me bi vê heye.” 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di serî de li Rojhilata Navîn, ji bo sekinandina şer û pevçûnên li gelek deverên cîhanê ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) re name şand. 
 
ENQERE 
 
Şaxa ÎHD’a Enqereyê li avahiya xwe daxuyanî da û naveroka nameyê parve kir. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci bal kişand ser nameyê û got ku li gelek deverên cîhanê şer û pevçûn diqewimin. Yazmaci, axaftina xwe wiha domand: “Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîlêgirtina şer û gefên li ser aştiyê û pêşxistina têkiliyên dostane yên di navbera welatan de hatiye avakirin. Di serdemeke ku şer û pevçûn ewqas diqewimin de mixabin NY neketiye nava hewldanên têrker. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên dijwar hene. Lewma weke gelên li vê herêmê dijîn em di nava êşên mezin de ne û windahiyên me pir in. Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de di rojên dawî de gihiştiye astekî xeternak. Her wiha sûcên li dijî mirovahiyê yên pir mezin tên kirin. 
 
Di şer de sivîl tên qetilkirin. Li Ûkraynayê, Rojava, Filistîn û Îsraîlê ziyanên mezin digihin sivîlan. Mixabin NY di mudaxilekirina van şer û pevçûnan de pir lawaz e. Li van erdnîgariyên şer û pevçûn lê diqewimin de nîjadperestî û neteweperestî zêde dibe û bi xwe re talûkeyê tîne. Lewma pêdiviya bi mudaxileya aştiyane pir girîng e. 
 
Divê dengê aştiya cîhanê bilindtir bibe. Pêdiviya tevahiya mirovahiyê bi vê heye. Çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkan heye. Lewma banga me li NY’ê ew e ku tavilê mudaxileyî şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de bike. Her wiha divê NY wekî hev nêzî hemû şerên li her deverên cîhanê bibe û dengê aştiyê bilindtir bike. Deng û daxwaza aştiyê bilindtir bikin.” 
 
ÎHD’iyan piştre jî li Postaxaneya Yenîşehîrê ya li Kizilayê name şandin. 
 
LI GELEK BAJARAN NAME HATIN ŞANDIN 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin. Piştre jî endamên ÎHD’ê li postaxaneya li Konakê name ji NY’ê re şandin. 
 
Di heman demê de şaxên ÎHD’ê yên Riha, Edene, Mêrsîn, Şirnex, Êlih û Amedê jî daxuyanî dan û piştre ji NY’ê re name şandin. 
 

Sernavên din

22/10/2023
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e