Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin

  • rojane
  • 09:07 20 Cotmeh 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Xwendekaran bertek nîşanî bihabûna fiyeta xwarinên li xwaringehên zanîngehan dan û gotin ku fikarên wan ên aboriyê bandorê li jiyana wan a perwerdehiyê dike. 

 
Xwendekarên Zanîngeha Dokûz Eylulê û Zanîngeha Egeyê di 26'ê îlonê de li dijî bihabûna fiyetê xwarinên xwaringehên zanîngehan dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiyên xwendekaran didomin.
 
Li Zanîngeha Dokûz Eylulê fiyeta xwarina xwaringeha zanîngehê bi 5 TL û 80 qurîş bû, lê ji sedî 193 hat bihakirin û bû 17 TL. Li Zanîngeha Egeyê jî fiyeta xwarinê ji 6 TL û nîvan bû 20 TL. Piştî bertekên xwendekaran Zanîngeha Egeyê fiyeta xwarinê kêm kir û xwarin bû 15 TL. 
 
Xwendekaran li dijî bihabûnê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin û hezar û 500 îmeyê berhev kirin radestî Rektoriya Zanîngeha Egeyê kirin. Xwendekarên ku têkildarî bihabûna fiyetên xwarinan axivîn, xwestin zemên hatine kirin bên betalkirin. 
 
Xwendekarê Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê Atda Bûlgan, anî ziman ku krediya ku distînin hezar û 250 TL ye û ev kredî têra 3 dan xwarina herî erzan jî nake. Bûlgan got: "Em zemên rektoriyê ku ji sedî 200'î zêdetir in, qebûl nakin. Ji roja ku dibistan hatiye vekirin heya niha em li dijî van zeman di çalakiyê de ne. 3 daxwazên me yên sereke ne; bila zemên hatine kirin bên betalkirin, bila xwarinên baş bên çêkirin û bila xwarinên veganan li menuyan bên zêdekirin." 
 
Xwendekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Egeyê Berkan Dûysan jî anî ziman ku berê ji bo 3 danan 3 lîre û nîv didan, lê her çû ev fiyet bihatir bûn û got: "Bûrsên me diyar in. Em bi vê bûrsê nikarin heqê xwarina mehekê bidin. Divê ev pergal biguhere. Dixwazin bi bihakirina fiyetan xwendekaran ji zanîngehê dûr bixin. Cihê mayinê tune ye, qadên jiyanê tune ne. Ev bandorê li perwerdehiya me dike." 
 
'FIKARÊN ABORÎ'
 
Xwendekarê Beşa Derûnnasiyê yê Zanîngeha Egeyê Eymen Keysen anî ziman ku bertekên wan ên li dijî bihabûna fiyetên xwarinan xwe bi xwe çêbûne û veguherîne tevgera piştevaniyê. Keysen got: "Tenê ne fiyetê xwarinan, em di warê peydekirina cihê mayinê û amûrên dibistanê de jî zehmetiyê dikişînin. Çareserkirina vê pir hêsan e. Zanîngeha Egeyê yek ji zanîngehên Tirkiyeyê ye ku herî zêde pere distîne. Dikare vî pereyî ji bo xwendekaran bi kar bîne. Ne pêkan e ku em bi van fikarên aborî perwerdehiyeke baş bigirin." 
 
Xwendekrê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Egeyê Denîz Anûr jî got ku ew di ber xwendekariyê de ji bêgavî dixebitin û bang li hemû xwendekaran kir ku piştgiriyê bidin vê çalakiya wan. 
 
'BILA ŞERT Û MERC BÊN SERERASTKIRIN'
 
Xwendekara Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Dokûz Eylulê Eylu Lara Sarper jî anî ziman ku pereyê wan têra zemên tên kirin nake û got: "Pirsgirêkên wekî cihê mayinê û gihaniyê hene. Li gor xwarinên derve xwarinên xwairngehan erzan in, lê ev ji bo xwendekaran zêde ye. Em dixwazin şert û mercên me bên başkirin." 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

22/10/2023
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e