Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!

  • rojane
  • 11:29 11 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê ya Rihayê de bi îdiaya “yekitî û yekparetiya welêt xera kirin, hewl dan pergala destûra bingehîn bi zora çekê biguherînin”  cezayê muebbeta giran li 4 kesan hatibû birîn û ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. 
 
Yek jê jin bi giştî du kesan di 28’ê tabaxa 2015’an de pacên avahiya Serokatiya AKP’ê ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê şikandin û molotof avêtin. Her du kes jî ji cihê bûyerê reviyan û Şîlan Çetîner (20) ji hêla polîsan ve hate gulebarankirin, guleyek li pişta Çetîner ket û hate binçavkirin. Kesê din jî winda bû. Piştre jî polîsên tîmên taybet hatin cihê bûyerê û di lêgerîna li goristana nêzî avahî, Recep Çalişkan (21) hate binçavkirin. 
 
Çetîner a ku bi birîndarî hate binçavkirin, 17 rojan li nexweşxaneyê hate tedawîkirin û piştre jî jêpirsîna polîsan dest pê kir. Çetîner, li dadgehê got ku li emniyetê hatiye îşkencekirin, her cureyên heqaretên dermirovî li wê hatiye kirin û destdirêjî lê hatiye kirin. Çetîner, çalakî qebûl kir û got ku li dijî polîtîkayên AKP’ê bertekekî şexsî nîşan da ye û Çalişkan ê li goristanê hatiye binçavkirin nas nake û di dema bûyerê de li cem wê nebû. 
 
LÊPIRSÎNA DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE
 
Çalişkan jî di îfadeya xwe ya li emniyetê û dozgeriyê qebûl kir ku tev li çalakiyê bûye û îdia kir ku ji cîranên wî Servet Kiliç (21) û Semîh Altûn (19) tev li plankirina çalakiyê bûne. Di dema dadgehê de jî got ku lêpirsîna wî di bin îşkenceyê de hatiye kirin û hemû îfadeyên wî ji hêla polîsan ve hatine nivîsandin. Çalişkan, destnîşan kir ku 7 meh piştre piştî biryara “nepeniyê” hatiya rakirin haya wî ji îfadeyê li emniyetê bûye û bi daxwaznameyekê îtîraz kiriye. 
 
CEZAYÊ MUEBBETA GIRAN HATE DAYÎN 
 
Polîsan, rojek piştî bûyerê li ser biryara dadehê di çarçoveya lêpirsîneke din de li telefonan guhdarî kir û di çarçoveya qeydên tapeyan de Servet Kiliç û Vedat Donuker (24); 32 roj piştre jî Semîh Altûn binçav kirin. Semîh Altûn, tawanbariyên heyî red kir û Servet Kiliç û Vedat Dokuner jî gotin ku îfadeyên wan ên li emniyetê di bin îşkenceyê de hatine girtin û ev îfadeye li dadgehê red kirin. 
 
Doz, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin û bi îdiaya “TCK 302; xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, hewl dan pergala makeqanûnê bi darê zorê biguherînin, endamtiya rêxistina derqanûnî, propagandaya rêxistinê û madeyên teqemeniyê li cem xwe girtine” cezayê muebbeta giran li Şîlan Çetîner Recep Çalişkan, Servet Kiliç û Semîh Altûn hate birîn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Vedat Donuker jî. Piştî Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê niha jî Dadgeha Bilind biryar erê kir. 
 
‘BIRAYÊ MIN DI ROJA BÛYERÊ DE LI CEM MIN BÛ’
 
Semîh Altûn li Girtîgeha Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin. Kekê Altûn, Celal Altûn bertek nîşanî erêkirina cezayê muebbeta giran da û wiha got: “Di roja bûyerê de min û birayê xwe li malê xwarin dixwar. Min bi xwe ew di saetên dereng ên şevê de bire mala wî. Cîranekî me yê bi navê Recep Çalişkan hebû. Li TEM’ê tundî û zext lê hatiye kirin û jê pirsîne bê ka kê ev bûyer pêk anî ye. Wî jî gotiye ‘cîranê me Semîh kiriye.’ Jê re gotine; ‘heke tu navan bidî em ê te berdin.’ Wî jî li qereqolê di bin zextan de îfade da. 32 roj piştre jî dema Semîh di rê de dimeşiya hate binçavkirin.” 
 
‘EV DOZ NE HIQÛQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE’ 
 
Altûn, diyar kir ku çi sûcên birayê wî nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu eleqeya wî bi van bûyeran re nîne. Di kîjan pirtûkê de tê gotin ku cezayê şikandina pacên avahiya navçeyê û avêtina molotofê muebbeta giran e? Di vê dozê de ne qanûn heye, ne edalet û ne jî hiqûq heye. Di kîjan pirtûkê de heye ku li 5 ciwanan ewqas cezayên giran tên birîn? Dema li girtîgeha Rihayê em car bi car diçûn serdana wî. Niha sirgunî Erzînganê kirin. Şert û mercên wê girtîgehê gelek xerab in. Febrîqeya plastîkê li cem girtîgehê heye û her devera wê di nava tozê de dimîne. Em dixwazin edalet pêk bê. Li dijî gelek rêxistinên navçeyên HDP’ê êriş hatin kirin lê faîl nehatin darizandin. Dema mijar dibe AKP, li mirovên bêguneh jî cezayê muebbeta giran tê birîn. Di bûyerê de tenê camek hatiye şikandin. Heke cînayet jî bihata kirin, di navbera 10-12 sal ceza tê dayîn. Dema mijar dibe kurd, cezayên giran tên dayîn. Bi van cezayan dixwazin malbatan jî ceza bikin. Lê çi cezayî jî bidin em ê dev ji doza xwe bernedin. Em ê heta dawiyê xwedî li girtiyan derkevin.” 
 
‘HEQÊ PACÊ STANDIN’ 
 
Dayika Altûn, Husne Altûn (77) jî got ku çi sûcên kurê wê nînin û ev tişt anî ziman: “Kurê min ev 8 sal in bêguneh û bêsûc di girtîgehê de ye. Bi sedema ku pace şikestiye, kurê min niha di girtîgehê de ye. Ma ku dera vê edalet e? Di bûyerê de tiştek bi kesekî nehatiye. Heqê pacê jî standin. Di sala 2015’an dema kurê min hatî girtin, ji ber cama şikestî 3 hezar lîre cezayê pereyan dan me. Ji malê re teblîxat şandin û me ew pere da. Kurê min li Erzînganê ye û nikarim biçim serdana wî. Di demên berê de li Rihayê bû û ez diçûm serdana wî. Nexweş im. Dixwazim edalet pêk bê û kurê min were berdan. Niha jî Dadgeha Bilind cezayê wan erê kir û di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ev, bêwijdanî ye.” 
 
 ‘TU DELÎLÊN ŞÊNBER NÎNIN’
 
Parêzerê Semîh Altûn, Serdil Îzol jî anî ziman ku tawanbariyên heyî li gorî agahiyên îstîxbarî tên kirin û wiha got: “Di hiqûqê de tu wateya vê nîne. Di dosyaya Semîh Altûn de tu delîlên şênber nînin. Qeydên tapeyê hene lê di van tapeyan de tu hêmayên sûc nînin. Tişta balkêş ew e ku di navbera van 5 kesan de tu trafîka telefonê nîne. Jixwe di îfadeyên xwe de dibêjin ku hevdû li taxê nas dikin. Di qonaxa Dadgeha Bilind de eşkere ye ku tu eleqeya wan bi hev re nîne, tu axaftinên li ser telefonê nînin û bi îradeya xwe li gel hev in. Di esasê xwe de di teşhîsan de gumanbar nînin. Dema îdianame hatiye amadekirin, dema ji ewil hatin binçavkirin îfade hene. Ji bilî îfadeyan, tu delîlên din nînin. Şexsan jî di dema darizandinê de îfade dan û gotin ku di îfadeya emniyetê de zext lê hatiye kirin. Wî Wan îfadeyên xwe diguherînin. Jixwe heke li gorî îfadeyên li emniyetê ceza lê were birîn jî, di dosyayê de têkildarî vê mijarê tu delîl nînin. Piştî klu dosya ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, min li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana şexsî kir.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir