Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin

  • rojane
  • 09:06 11 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Înfaza Osman Kapan ê 30 sal in girtî ye, ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye cara duyemîn hate taloqkirin. 
 
Osman Kapan ê ku di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê navçeya Hezex a Şirnexê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û bi hinceta “yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê girtîgehê yê muebbetê lê hat birîn. Kapan, cezayê lê hatiye birîn di 13 nîsanê de temam kir. Înfaza Kapan ê ferzkirina “poşmantiyê” ya Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê qebûl nekir, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” 3 mehan hate taloqkirin. Berdana Kapan ê taloqkirina wî di 13’ê tîrmehê de bi dawî bû, careke din hate astengkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi heman hincetê înfaza Kapan 4 mehên din taloqkir. 
 
Birayê Osman Kapan, Hasan Kapan, da zanîn ku di sala 1993’yan de nêzî 40 kes li Hezexê bi kekê wî re hatin binçavkirin. Kapan, anî ziman ku DGM’ê bi îdiaya "yekitî û yekparebûna dewletê xera kirine" cezayê hefsê yê muebbedê lê birî. 
 
DAYIK Û BAVÊ XWE NEDÎTIN 
 
Kapan, diyar kir ku kekê wî di pêvajoya girtinê de sirgunî Girtîgehên weke Mêrdîn, Yozgat û Bolûyê yên ji bajarê wan dûr hatiye kirin û wiha got: “Ji sala 2009’an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ye. Ji ber ku gelekî dûr bû, dema ew sax bû dê û bavê min nekarî biçin wî bibînin. Me gelek caran daxwaznameyek nivîsand ku sewqî cihekî nêz bibe, lê her carê me bersiveke neyînî wergirt. Bavê min bêyî ku bi salan kurê xwe bibîne di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da û diya min jî di sala 2021’an de jiyana xwe ji dest da.”
 
Kapan, bi lêv kir ku kekê wî cezayê 30 salan lê hatiye birîn di 13’ê nîsanê de temam kir, divê bê berdan û wiha berdewam kir: “Bi hinceta tev li aktîvîteya civakî nebûye, tev li çalakiya lêdana derî bûye û ferzkirina 'poşmantiyê' qebûl nekiriye, înfaza wî du caran hate şewitandin. Di 13’ê tîrmehê de dema şewitandina înfazê ya 3 mehan bi dawî bû. Lê vê carê bi heman hincetê înfaza wî 4 mehên din hate taloqkirin.”
 
‘TIŞTEKÎ KU JÊ POŞMAN BIBE NEKIRIYE’ 
 
Kapan, ê bertek nîşanî taloqkirina înfazê da wiha lê zêde kir: “Tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî nayê berdan. Bi vê pêkanînê dixwazin serî bi girtiyan bidin tewandin. Tu hinceteke din nîne. Mûameleya keyfî ye. Piştî 4 mehan cezayê wî biqede jî dîsa berdana wî nediyar e. Ji ber poşman nînin nayên berdan. Ji xwe 30 sal in di hundir de ne, 30 salên din jî di hundir de bin wê poşman nebin. Ji ber ku tiştekî ku jê poşman bibin nekirine. Sûcê di nava sûcî de nabe. Divê rayagiştî ya hestiyar bi girtiyan re di nava piştevaniyê de be. Em jî dibêjin ‘êdî bes e’ û kesên cezayê wan xelas bûn bila bên berdan.”
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir