Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin

  • rojane
  • 09:03 11 Tebax 2023
  • |
img
WAN - Waniyan diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tê xwestin gelê kurd bênefes were hiştin û wiha gotin: “Vî şerî bidin sekinandin û tecrîdê rakin." 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hemû serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan ê ji 25’ê adara 2021’an ve bi tu awayî agahî jê nayên girtin, dikin tên redkirin. Gelê Wanê yê bertek nîşanî rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan re dan anî ziman ku tecrîd li hemû girtîgehan û li gelên Tirkiyeyê tê pêkanîn. 
 
‘LI CÎHANÊ BÊHEMPA YE’ 
 
Bişar Abûkan diyar kir ku ji ber Rêberê PKK’ê Ocalan heqîqet aniye ziman di bin tecrîdeke giran de ye û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li cîhanê bêhempa ye. Abûkan da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê destpê kir îro li ser gelê kurd bi awayekî bibandor tê meşandin û wiha got: “Çavkaniya hemû pirsgirêkên vî welatî tecrîd e û haya her kesî ji vê heye. Sedema ku krîza aboriyê û şer ewqasî kûr bûye, tecrîd e. Bifikirin ku 50 sal in welatek bi gel û erdnîgariya xwe re şer dike. Mirovan bidin aliyekî xweza tê talankirin. Ji ber ku Ocalan ji van re dibêje ‘na’ îro di bin tecrîdeke giran de ye. Ji ber Ocalan erdnîgariyeke ku bikarin lê bijîn û aştî xwest di bin van şertan de ye. Hêvî dikim ku tecrîd rabe û ev şerê qirêj ku 50 sal in didome bi dawî bidawî bibe. Dê pêşeroja vî welatî û zarokên me qezenc bike.”
 
‘NE TECRÎDEKE ŞEXSÎ YE’ 
 
Endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdûrrahman Sever, bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne şexsî ye û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Ne tenê birêz Ocalan hemû girtiyên siyasî tên tecrîdkirin. Dema birêz Ocalan ji Îmraliyê peyam şandî, li hemû Tirkiyeyê aştî û aramî pêk hatibû. Di vê pêvajoyê de hem şer sekinî bû hem jî ji aliyê aboriyê rehetbûnek çêbibû. Tecrîda li ser birêz Ocalan, bûye tecrîdeke ku bandorê li ser jiyana hemû mirovan bike. Ji bo ev tecrîd bişikê divê hemû kurd û gel werin bahev û têkildarî vê mijarê xebatan bike û têbikoşe.”
 
‘EM JI BER TENDURISTIYA WÎ BIFIKAR IN’ 
 
Welatiyê bi navê Seyfettîn Bozkûrt jî bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê ji sala 1999’ê heta niha di tecrîdê de ye û wiha domand: "Birêz Ocalan zêdeyî 2 sal in nikare parêzer û malbatê bibîne.” Bozkûrt, wiha berdewam kir: “Her kes ji vê rewşê bi fikar in. Hemû girtiyên siyasî di bin tecrîdê de ne. Tevî hevdîtinên bi malbatan re û mafên bingehîn, ji hemû mafên mirovan bêpar tên hiştin. Bi taybetî girtiyên li Girava Îmraliyê di bin tecrîd û îzolasyonê de ne. Ev gel ji tenduristiya Ocalan bi fikar in. Divê dewlet hemû mafên mirovan ên bingehîn bi cih bîne. Divê ev mafên mirovan ên bingehîn ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî bên bikaranîn. Bingeha qeyrana aborî ya li welat îro pirsgirêka kurd e. Hemû pereyên gel weke bombeyan davêjin çiya û keviran û operasyon tên kirin. Li hundir û derve şer heye. Ev yek dibe sedema birçîbûn û xizaniya gelê me. Heke tecrîd bê rakirin, wê hemû pirsgirêkên li vî welatî ji holê rabin.”
 
‘BI TECRÎDÊ PÊŞÎ LI AŞTIYÊ TÊ GIRTIN’ 
 
Ji welatiyan Abdulbarî Balka diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê tê ferzkirin re gelê kurd dixwaze bênefes were hiştin û wiha pê de çû: "Bi tecrîdê re rêya aştiyê tê astengkirin û gelê kurd bê nefes tê hiştin. Ji ber em ji Ocalan agahiyan nagirin bi fikar in. Em ji vir bang dikin: Vî şerî bisekinînin, aştiyê pêk bînin, tecrîdê rakin.”
 
‘HETA KU EM NEBIN YEK TECRÎD RANABE’ 
 
Alî Beyaz diyar kir ku sed sal in li ser gelê kurd tecrîdek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha tecrîdek li ser birêz Ocalan û çar parçeyên Kurdistanê tê ferzkirin. Heta ku em nebin yek, ev tecrîd li ser gelê kurd ranabe û wê bidome. Bi taybetî bi Erdogan re ev 21 sal in Tirkiye her ku diçe xirab dibe û dê xirabtir bibe. Heta ku Erdogan li wir be, wê ev tecrîd û pirsgirêk dewam bikin. Lê belê em ê weke gelê kurd heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
Têkildarî mijarê Mehmet Balci jî ev tişt anî ziman: "Li ser gelê kurd zext û zordarî heye. Ji bo ev zext rabe divê em bibin yek. Eger em bibin yek, kes nikare me têk bibe; lê heke em nebin yek, wê me tune bikin. Ocalan di cîhanê de mirovekî naskirî ye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî tecrîd bê rakirin.”
 
‘ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN TECRÎD E’ 
 
Derheqê mijarê de Mehmet Ûçar jî destnîşan kir ku li ser Rêberê PKK’ê tecrîdeke giran heye û axaftina xwe wiha qedand: "Ne malbata wî, ne jî parêzerê wî dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ev tecrîd ne tenê li ser Ocalan, li ser tevahiya gelê kurd heye. Ev yek bi zexta Erdogan tê kirin. Heke em kurd nebin yek, ev zilm û zordarî wê ji ser me neçe û tenê wê girantir bibe. Gel niha jî di nava çopê de dest bi berhevkirina xwarinê kiriye. Çavkaniya van a sereke tecrîd e. Lê ez jî dixwazim vê bêjim, ‘bila ez birçî bimînim, lê belê bila tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin’.”

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir