Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, aşkere kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê ji serê salê heta niha li Efrînê 13 kes qetil kirine, 208 revandine.
 
Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li Kampa Serdemê ya Şehbayê ku Efrînî lê dimînin, hatin ba hev û li ser sûcên ku dewleta tirk di nava 7 mehan de li Efrînê kirine, daxuyanî da. Parêzer û xelkê Efrîn û Şehbayê ku li Kampa Serdema dimînin, tev li daxuyaniyê bûn.
 
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Mihemed Ebdo daxuyanî xwend. Ebdo diyar kir ku dewleta tirk li polîtîkaya guhertina demografiyê li Efrînê dewam dike û got: “Dewleta tirk a dagirker, li herêmê qetlîamê dike, mirovan direvîne, tundiyê dike, fîdye dixwaze, dest datîne ser mal û milkê xelkê û malên dest datîne ser cardin li bazarê difiroşe û xwezayê qir dike. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne ku dike.”
 
Mihemed Ebdo, sûc û binpêkirina mafên mirovan ji serê sala 2023’yan heta bi niha wiha rêz bi rêz kirin:
 
“Kiryarên dewleta tirk ên siyaseta guhartina demografîk li herêma Efrînê, temamkirina siyaseta Osmanî ya koçberiya bi dare zorê û guhartina demografîk li herêmên dagirkirî berdewam in. Tiştê dewleta Tirk li Efrînê dike; sûcên şer, komkujî û sûcên dermirovî ne. Ev sûc û binpêkirin cur bi cur in; qetilkirin, revandin, îşkencekirin, revandina bi darê zorê, fidye, desteserkirina mal û milkên giştî û taybet, dizîna şûnwaran û firotina wan li sûkên reş ên cîhanê, qutkirina darên û şewitandina zeviyan.
 
Bîlançoya binpêkirin û sûcan ji destpêka 2023'yan ve wiha ye:
 
Revandin: 208 sivîl; di nav de 24 jin hene û tecawiz li keçikekê hatiye kirin.
 
Qetilkirin: 13 kes hatin qetilkirin, di nav de 3 jin hene û yekê ji wan xwe kuştiye.
 
Dar: Zêdeyê 16 hezar dar hatin birîn, zêdeyê hezarî dar ji kokê hatine rakirin, zêdetirî 70 hektar zevî hatiye şewitandin.
 
Şûnwar: 5 cihên dîrokî hatine kolandin û wêrankirin.
 
Guhartina demografîk: Avakirin û amadekirina nêzî 8 avahiyên mêtingehiyê bi destek û fînansekirina dewleta tirk, rêxistinên Kendavê û filistînî. Yek ji wan avahiyan 'Avahiya Ecnadîn' e.
 
Ji nav van sûc û binpêkariyan ya herî xeternak guhartina demografîk e ku êdî gihîştiye asta qirkirina çandî.
 
Li gorî qanûnên navneteweyî guhartina demografîk wiha ye; ew guhartina di çarçoveya binesazî û niştecihan li erdnîgariyekê pêk tê. Ew yek ji aliyekî ve li dijî ferd an jî komek welatiyan ve vîna xwe ji dest dane, pêk tê. Anku beriya tedbîrên mîna veguhastina komek welatiyan ji cihekî ber bi cihekî ve yan jî anîna komekê an jî komeke niştecihan ji cihekî din û bicihkirina li şûna hinên din, pêk tên. Ev kiryar an jî tedbîr, li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî li gorî madeyên 6-7-8 ên Peymana Romayê, bi koçberkirin an jî veguhastina bi darê zorê ye û sûcên şer in; wek komkujî û sûcên dermirovî tên binavkirin.
 
Dewleta tirk ji dema herêmên Sûriyeyê kontrol kirine, hewl dide herêmê bi giştî bike tirkî, bi taybet tiştê li Efrînê dike, guhartina nasnameya Efrînê, nîşaneya wê ye û bicihkirina nasnameya tirkî ye. Ew yek bi guhartina navên kolan, gund, meydan, cihên giştî, nexweşxane, rakirina ala tirk li ser dibistan û cihên giştî pêk tê.
 
Dewleta tirk navên qadên sereke li navenda Efrînê, mîna Qada Azadî, kir Qada Ataturk. Navê gundê Qestela Miqdad kir Selcoq Obasî, her wiha navên cihên stratejîk ên kurdî bi navên tirkî guhartin. Ala Tirkan û wêneyên Erdogan li her cihî û li ser her tabloyan li gund, navçe û navenda bajêr danîn. Di dibistanan de zimanê tirkî xistin materyalan, ala Tirkan danîn ser cilên xwendekaran. Tabloyên li ser dikanan bi navên tirkî ne. Hemwextî wê jî dewleta tirk a dagirker cihên olî û perestgehên êzidî, elewî û xiristiyanan wêran kirin. Şênî neçar kirin ku nasnameyên tirkî derxin. Piranî cihên dîrokî û şûnwar ku di lîsteya UNESCO'yê de bûn, di dema êrîşa li dijî Efrînê de wêran kirin; mîna Perestgeha li Eyn Dara, Nebî Horî, şikefta Duderî, gora Marmaron. Şûnwar hatin dizîn û li sûkên reş ên cîhanê hatin firotin.
 
Dewleta tirk rêya trênê ji Mîdan Ekbesê yê navçeya Raco ku di Kefer Cenê û Qitmê yên navçeya Şera re derbas dibe, rakir û firot bazirganên li Ezazê.
 
Kiryarên guhartina demografîk û avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrîna dagirkirî bi destek û fînansekirina rêxistinên tirkî, Kendavê û filistînî dewam dikin; dewleta tirk bi destek û fînansekirina rêxistinên Kendavê yên îxwanî mîna Komeleya Eyadî El Beyda, Kuwêt El Rehme û komeleya Binyan El Qeterî nêzî 30 avahiyên mêtingehiyê ava kirin.
 
Ew yek xetereya guhartina demografîk û teşwîqkirina bicihkirina çekdarên koman û malbatên wan ji pêkhateyên ereb, tirkmen aşkere dike. Bi wê yekê taybetmendiya Efrînê ku navenda çanda kurd e, tê armanckirin. Di dema êrîşa dewleta tirk li dijî Efrînê de hebûna kurdan hate armanckirin. Gava yekemîn jî êrîş û koçberiya bi darê zorê bû û ya duyemîn jî guhartina demografiya herêmê bi rêya anîna welatiyan û bicihkirina wan li avahiyên mêtingehiyê ye.
 
Hîn rojane hêzên dewleta tirk û komên sûriyeyî yên çekdar ên girêdayî wê êrîşê gund û kampên koçberiyê yên li herêmên Şehbayê dikin, di encamê de gelek komkujî pêk anîn û bi dehan welatî bûn qurban; ji wan zarok û jin bûn. Li kêleka wê jî gelek zirarên madî çêbûn.
 
Ev hemû kiryar û sûc li pêş çav û guhê cîhanê pêk tên û li hember van sûcên dermirovî bê deng in. Dewleta Tirk zextê li welatiyên di nav kamp û gundan de bike da ku wan neçar bike ji herêmê derkevin û ji hêviyên xwe yên vegerê li war û malên xwe yên li herêmê Efrînê bi dûr bikevin. Li beramber wê jî hin medyayên dîjîtal ên girêdayê dewleta tirk bang li koçberan dikin ku li herêma Efrînê vegerin û sozên ewlehî, vegerandina mal, zecî û milkên wan dikin. Lê ev bang derew in û di hundirê wê de jehrek heye. Tiştê vê yekê teqez dike ku sûc û binpêkirinên li dijî welatiyên vegerîne mal û gundên xwe ye.
 
Em wek rêxistineke hiqûqî, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û mirovî, di serî de rêxistina NY'yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî beriya ya qanûnî rabibin û ji bo vekişîna ji herêmên bakurê Sûriyeyê yên hatine dagirkirin, bi taybet Efrînê zextê li dewleta Tirk bikin, sûcdaran li pêş dadgehên navneteweyî darizînin, vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin."

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir