Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne

img
ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk de aktorê herî girîng Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke Ocalan bikeve dewrê, dê ji wê kêliyê ve tu rewatiya vê îktîdarê û şer nemîne.” 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclisê axivî û rojevên heyî nirxand. Uçar, ji ewil ji ber wefata xwîşka Gultan Kişanak, Zeynep Ozer sersaxî ji bo Kişanak xwest û hunermend Aram Tîgran di 14’emîn salvegera wefata wî de bi bîr anî. Her wiha Uçar, kesên di 8’ê tebaxa 1938’an de li Erzînganê hatin qetilkirin bi bîr anî û xwest ku dewlet bi van komkuijyan re hevrû bibe. Uçar, diyar kir ku ew ê hesabê van komkujiyan bipirsin. 
 
BERXWEDANA CÛDÎ Û AKBELENÊ 
 
Uçar da zanîn ku Meclis dê di nava rojê de ji ber qirkirina daran a li Akbelenê bi awayeke awarte bicive û wiha domand: “Em hem li dijî şewata li Cûdî hem jî ji ber birîna darên li Akbelenê li ber xwe didin. Ji çar parên Daristana Akbelenê yek jê hatiye birîn. Em, berxwedana gel a li dijî vê qirkirinê silav dikin. Divê civîna li Meclisê bi xwe re encamekî bîne. 
 
EV BÛ SED SAL KU ŞEWATA SIYASÎ HEYE 
 
Heke hewce bike divê Meclis li Akbelen û Cûdî bicive. Heke encamek jê dernekeve, bila Meclis necive. Li Çiyayên Kazê Cengîz Holdîng, li Cûdî jî dewlet bi xwe û li Akbelenê jî şîrketên nêzî îktîdarê vê qirkirinê dikin. Li Cûdî deverên daristan lê hene tên şewitandin. Êrişeke ewqas eşkere ye ku hêzên ewlekariyê li ser hesabên xwe yên Tîktokê nîşan didin bê ka Cûdî û xaka Kurdistanê çawa dişewitînin. Bi sala ye Cûdî tê şewitandin. Şewat ji 26’ê tîrmehê dest pê kir û heta 29’ê tîrmehê dom kir. Yên dixwestin biçin agirî vemirînin jî hatin astengkirin. Ne tenê li Cûdî, li vî welatî ev 100 sal in şewata siyasî heye. 
 
DIVÊ DENGÊ JI CÛDÎ DERDIKEVE LI AKBELENÊ JÎ BÊ BIHÎSTIN 
 
Divê dengê em ji bo Akbelenê derdixînin li Cûdî û yê em ji Cûdî derdixînin jî li Akbelenê bê bihîstin. Ji ber ku talankirina xwezayê li yek navendê tê birêvebirin. Kî ji bo şer texrîbata ekolojiyê weke amûrekî bi kar bîne, yên dibin sedema mirinan jî ew in. Dewlet bi xwe li Cûdî û Kurdistanê şewatan derdixîne. Dixwazin daran tune bikin û herêmê ji mirovan vala bikin. 
 
ÊZIDÎ BI QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ HIŞTIN 
 
3’yê Tebaxê 9’emîn salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka êzidî bû. Li cîhanê yek ji baweriyên herî qedîm êzdatî ye. Komkujî her tim bûn para wan. Her êzidiyeke tê kuştin, her êzidiyeke tê kolekirin û ezyata ew dikişînin, ji pêşeroja me tê dizîn. 
 
PERGALA TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ DIDOME
 
Em di pêvajoyeke wisa de ne ku li Tirkiyeyê bi hiqûqê nayê kirin. Ji ber bikaranîna peyva tecrîdê, mirov tên girtin. Em rastiyê bi dengekî bilind bibêjin; li vî welatî tecrîd heye, tecrîda girankirî heye. Baroya Hiqûqê ya Sedsalê duh têkildarî birêz Ocalan daxuyaniyek da. Di nava 12 salan de parêzeran tenê karîne 5 hevdîtinan bikin. Îktîdar û alîgirên wê yên ku dibêjin dewleta hiqûqê heye, heta niha jî têkildarî vê qirkirina hiqûqê de tiştek negotine. Ev bû 30 meh ku bi birêz Ocalan û girtiyên li cem wî re tu hevdîtin nayên kirin û tu agahî jê nayên girtin. 
 
ÎKTÎDARA JI PEYVA TECRÎDÊ DITIRSE 
 
Bi sedan parêzeran bi hezaran serlêdan kirin. Ne tenê malbat û parêzer, hemû kesên di ferqa talûkeya tecrîdê de li seranserî cîhanê serlêdan kirin. Di mehên hezîran û îlona 2022’yan de têkildarî tecrîdê agahiyan bigirin û li Îmraliyê lêkolînê bikin. Lê derheqê vê de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Îktîdar, ji peyva tecrîdê ditirse. Baş e lê çima ditirsin? Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de, di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk de û ji bo mayîndekirina aştiya civakî kesayetê herî girîng birêz Ocalan e. Kengî bikeve dewrê, ji wê kêliyê ve dê tu rewatiya îktîdarê û şerê heyî nemîne. Tişta ku me di navbera salên 2013-2015’an de tecrube kirî jî ev bû. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ TECRÎDÊ BIDOME
 
Dewlet û îktîdar di nava ecziyetekê de ne. Lê dê nekarin bi tu îşkenceyan vê ecziyetê veşêrin. Divê tecrîd bê bidawîkirin, tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome.” 
 
KRÎZA ABORÎ Û BIHABÛNA HER TIŞTΠ
 
Uçar, anî ziman ku krîza aborî roj bi roj girantir dibe û bi zimanê kurdî wiha bang li Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek kir: “Yek ji mijarên herî girîng ên welêt, bihabûn û enflasyon e. Krîza ku em îro dijîn, encama tercîhên aboriyê yên AKP’ê ne. Barê krîza çavkaniya xwe ji şer û rantê digire li ser pişta kedkar û me ye. Me bi tirkî got we fêm nekir. Wê demê em li vir bi kurdî bangî Şîmşek bikin ku li gorî me herî baş bi vî zimanî fêm dike. Rojek nan heye, dew tune ye, rojek dew heye, nan tune ye. Êdî bes e, êdî naçe, êdî nameşe. Gelo niha fêm kiriye yan na?”
 

Sernavên din

08/08/2023
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!
14:14 Sûltanoglû ê ji doza Wexfa Ensarê tê nasîn li Rihayê dest bi kar kir
14:03 Gule li kolberan hatin reşandin: Kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:36 Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin
13:06 Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:03 Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya Îmraliyê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin
11:48 Midûrê ji ber nelirêtiya 2 milyon lîreyan bûbû rojev dîsa vegeriya ser karê xwe
11:39 Demografyaya Girê Spî tê guherandin
11:12 Li Îranê 9 endamên baweriya Bahaîyê hatin girtin
11:03 HDP: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
10:42 Mîhrîcana Gimgimê: Tevî komkujiyan jî em baweriya xwe dijîn
10:34 Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin
09:33 Xwebûnê bi manşeta ‘Dubare cezakirin’ bal kişand ser tecrîdê
09:01 ‘Heta ku Qada Galatasarayê venebe dê çalakiyên me bidomin’
09:01 ‘Divê gel li dijî talana xwezayê bên bahev’
09:01 Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye
09:00 Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran
09:00 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me
09:00 Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'YAN
00:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû
06/08/2023
22:07 Li Duhokê êrişa SÎHA’yê: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
21:06 Ciwanan talana xwezayê bi pankartekê şermezar kirin
18:59 Karayê di 23 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de hate berdan
18:48 Endamên TJA’yê Diyanet şermezar kirin
16:07 Telegram li Iraqê hate qedexekirin
15:50 Tirkiyeyê ava Rojava qut kir: 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan