Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglû, diyar kir ku PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şerê dewleta tirk ê li dijî herêma Zapê bû û wiha got: “Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Niha PDK kemînan datîne.”
 
Êrişên dewleta tirk di 14’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê didomin. Dewleta tirk a di zivistanê de neçar ma paş ve biçe, bi piştgiriya PDK’ê li dijî herêma Zapê pêla duyemîn a êrişan da destpêkirin. Di êrişan de Girê Cûdî ku xwedî cihekî stratejîke hedef tê girtin û helîkopterên ku hewl didin leşkeran danin ji aliyê hêzên HPG’ê ve tên astengkirin. Dewleta tirk a di êrişan de encama ku dixwest bi dest nexist, bi çekên qedexekirî û çekên kîmyewî êrişên xwe didomîne. 
 
ÇÊKIRINA RÊ YA LI SER XETA SÎNOR 
 
Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê li herêmê geşedanan dişopîne, di êrişên pêla duyemîn de bal kişand ser rola PDK’ê. Koyluoglû, diyar kir ku êrişên dewleta tirk dane destpêkirin ne bi armanca berfirehkirina qadê ne û wiha berdewam kir: “Ji bo cihên ku berê nikaribûn bikevinê û bimînin, dîsa bi dest bixe êrîş dike. Êrîşên li ser xeta Zap, Metîna û Avaşîn ku di 14’ê nîsana 2022’yan de dest pê kirin, dewam dikin. Bi alîkariya PDK’ê bi taybetî hewl dida li Kurêjaro, rojhilatê Zapê, li ser xeta Avaşîn û cihên li ser sînor bi cih bibe. Niha qasî ku em dizanin ji bakurê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê ji sînorên siyasî yên Tirkiyeyê heta sînorên siyasî yên Iraqê 3 rêyên nû çêkirine. Ji bilî van rêyan PDK’ê jî ji bo van rêyan bi hev ve girê bide li ser xeta Metîna xebateke rê meşandibû. Xebata vê rêyê weke xizmeta ji gundan re nîşan dabû. Lê di rastiyê de tişteke wisa nebû. PDK di nav xebateke ku bibe hevkarê van êrişan de ye.”
 
PIŞTGIRIYA NATO'YÊ YA JI BO DEWLETA TIRK
 
Koyluoglû, bi lêv kir ku dewleta tirk di Civîna NATO’yê ya li Lîtvanyayê hate lidarxistin de moral girt û êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin û wiha pê de çû: “Şerên dijwar diqewimin. Dewleta tirk demekî dirêj e bi balafirên şer bi vî awayî êriş nekiribû. Dem bi dem êrişên xwe yên hewayî zêde kirin lê di sala 2023’yan de êrişên xwe yên hewayî kêm kiribûn. Lê piştî civîna NATO'yê moralek dît, bi taybet piştî nûjenkirina F-16'an û ji nû ve erêkirina firotina parçeyên yedek. Ji ber ku lênêrîna van balafiran neyê kirin nikarin li gor daxwaza xwe bikarbînin. Lê piştî Civîna NATO’yê êriş zêde bûn. Carna di rojê de 40 êrişên hewayî dikin. Di van êrişan de nêzî 40 balafirên şer cih digirin. Elbet berxwedana gerîla di asta ku van êrişan pûç bike de ye. Divê mirov wê jî diyar bike. Di qada şer de hema hema her roj çalakiyên aktîf yên gerîla hene.”
 
STRATEJIYA ŞER TÊK ÇÛ
 
Koyluoglû yê got “Mantiq û şeklê operasyonên li başûrê Kurdistanê hate guherîn” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha hin qadên ku li herêmê ketinê hene lê nikarin bimînin. Ji ber ku dema dimînin darbeyê dixwin. Ji xwe tişteke bi navê ‘paqijkirina gerîla’ nîne û ew stratejî têk çûye. Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Niha êriş bi awayekî rûtîn berdewam dikin. Car caran êriş dijwar bibin jî gerîla di bingeha parastinê de di nav çalakiyên zêde de ye. Ev jî dewleta tirk bi awayekî cidî demoralîze dike. Çapemeniya tirk hema bêje şerê li vê derê qet nabîne. Salê carekê bi armanca propagandayê windahiyan didin. Ji bo raya xwe ya giştî xurt bikin vê dikin. Berê bi navên ‘pençe kîlît’ , ‘pençe kartal’ û ‘pençe şîmşek’ di çapemeniyê de propagandayeke zêde dikirin lê niha rewşeke wiha jî nîne. Ev yek bi rewşa şer ve girêdayî ye. Rewşa şer ne ya ku hêvî dikirin e û berovajî vê yekê ye. Niha artêşa tirk li ser xeta Zap, Metîna û Avaşîn di nava bêçaretiyeke cidî de ye. Gerîla jî her roj lê dide û berxwedaneke mezin heye. Lehengiyên mezin hene ku wê di dîroka mirovahiyê de bên tomarkirin.”
 
ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWΠ
 
Koyluoglû, anî ziman ku êrişên dewleta tirk li rojavayê Zapê û li beşeke Metînayê zêde bûne û wiha lê zêde kir: “Armanca vê pêla duyemîn a êrîşan ew e ku li hin cihên ku neçar man ji payîza borî derkevin û paşde vegerin. Ev Girê Orte, Girê Cûdî, herêma Şehit Delîl, rojavayê Zapê û beşek ji Metane ne. Niha dixwazin li wir ji nû ve cih bigirin. Heta niha hema hema hemû pêngavên wan hatin pûçkirin. Şer û pevçûn bi taybetî li wê herêmê zêde bûne. Di êrîşên xwe de bombeyên qedexekirî bikartînin. Ji xwe çekên kîmyewî û yên weke wan veguherîne rûtînekê. Qasî ku em jî dibînin amadekariyên gerîla yên li wê derê baş xuya dikin. Dixwazin bikevin cihên ku sala 2022’yan ketinê. Diceribînin lê bi sernakevin. Ji xwe ji niha ve moralê wan xera bûye. Her tim leşkeran dişînin. Neçar dimînin ku leşkerên 10-15 rojan li wir dimînin paş ve bikişînin. Guhertina evqas bi lez jî dide nîşandan ku moralê leşkerên li wê derê gelek xerab bûye.”
 
TEVLIBÛNA AKTÎF A PDK’Ê YA NAVA ŞER 
 
Koyluoglû, diyar kir ku PDK bi awayekî aktîf di şerê dewleta tirk ê li herêmê de cih digire û wiha domand: “Hemû cîhan piştgiriya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk dizane. Niha jî dewleta tirk bi xetên ku PDK'ê vekirine hemû lojîstîk , cebilxane û teqwiyeyan pêk tîne. PDK îstîxbaratê dide dewleta tirk. Dîsa hewl dide ku rê nede ku gerîla hêz, lojîstîk û cebilxaneyê ber bi herêmê ve bibe. Cihên ku gerîla lê derbas bibin kemînan datîne. PDK'ê di salên borî de di van kemînan de gelek gerîla şehîd xistibûn. Hesaba PDK’ê ew e ku; Heke PKK tesfiye bibe yan jî gelekî qels bibe, em ê ji valahiya ji PKK'ê çêdibe sûdê werbigirin û li Kurdistanê bibin hêzek. Lê dewleta tirk PDK’ê jî nake hêz. Dagirker naxwazin tu hêzên kurd xurt bibin. Li pêşiya vê bihêzbûnê dewletên dagirger serî li her cure rêbazan didin. Di vê wateyê de ev nêzîkatî û siyaseta PDK'ê jî berovajî ye. PKK ya qelsbûyî kurd û Kurdistaneke qelsbûyî ye.”
 
‘HEMÛ PARTÎ LI DIJÎ ÊRIŞAN E’ 
 
Koyluoglû, destnîşan kir ku li Herêma Kurdistana Federe ji bilî PDK’ê hemû partiyên siyasî yên kurd li dijî êrişan helwesteke hevpar nîşan didin û wiha got: “Di qada navneteweyî de jî hewldana rewakirina komkujiyên ku dewleta tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û li dijî kurdan pêş xistiye heye. PDK wê bi hevkariya dijmin têkçûyî be. Li başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê hemû partiyên siyasî û rêxistinên îslamî ku bi Tirkiyeyê re di nava hevpariyê de ne jî di nav de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk in. Lê belê nêzîkatiyeke wan nîne ku helwesteke vekirî nîşan bidin û li dij derkevin. Em mîkrofona xwe li herêmê dirêjî kê bikin dibêjin em li dijî êrîşan in. Nêzîkatiyeke wan heye ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.”
 
DEWLETA TIRK NEGIHIŞTIYE ARMANCA XWE
 
Koyluoglû, anî ziman ku dewleta tirk di êrişan de nikare bigihe armanca xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nikare pêngaveke nû biavêje û hêza xwe jî nîşan bide. Ji ber rûtînbûna şer di nava paşveçûnekê de ye. Gerîla pozîsyona xwe ya heyî diparêze. Qadeke ku gerîla jê vekişiyaye an jî berdaye nîne. Li gelek cihên ku dewleta tirk ketiyê hêzên gerîla serdestiya xwe diparêzin û bi rojane çalakiyan dikin. Leşker dem bi dem bi balafirên keşfê, sûîqest, êrîşên giran ên hewayî, êrîşên bi topan hewl didin motîvasyonekê biafirînin. Bêguman ev jî tiştên demkî ne. Çalakiyên gerîla zêde bûne. Di vê wateyê de di rêveçûna şer de jî guhertinek heye. Çalakiyên gerîla gelek gelek bi ser balafirên şer de ne. Di vê wateyê de guhertinek jî tê dîtin.”
 
 
 

Sernavên din

08/08/2023
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!
14:14 Sûltanoglû ê ji doza Wexfa Ensarê tê nasîn li Rihayê dest bi kar kir
14:03 Gule li kolberan hatin reşandin: Kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:36 Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin
13:06 Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:03 Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya Îmraliyê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin
11:48 Midûrê ji ber nelirêtiya 2 milyon lîreyan bûbû rojev dîsa vegeriya ser karê xwe
11:39 Demografyaya Girê Spî tê guherandin
11:12 Li Îranê 9 endamên baweriya Bahaîyê hatin girtin
11:03 HDP: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
10:42 Mîhrîcana Gimgimê: Tevî komkujiyan jî em baweriya xwe dijîn
10:34 Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin
09:33 Xwebûnê bi manşeta ‘Dubare cezakirin’ bal kişand ser tecrîdê
09:01 ‘Heta ku Qada Galatasarayê venebe dê çalakiyên me bidomin’
09:01 ‘Divê gel li dijî talana xwezayê bên bahev’
09:01 Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye
09:00 Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran
09:00 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me
09:00 Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'YAN
00:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû
06/08/2023
22:07 Li Duhokê êrişa SÎHA’yê: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
21:06 Ciwanan talana xwezayê bi pankartekê şermezar kirin
18:59 Karayê di 23 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de hate berdan
18:48 Endamên TJA’yê Diyanet şermezar kirin
16:07 Telegram li Iraqê hate qedexekirin
15:50 Tirkiyeyê ava Rojava qut kir: 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan