Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin

  • jin
  • 09:04 2 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Endama Meclisa Jina a Partiya Çepên Kesk Sevtap Akdag, diyar kir ku di civînên jinan ên di çarçoveya jinûve avakirinê de rexneyên erênî derketin holê û wiha got: “Em ê rêxistibûyîna xwe xurttir bikin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya jinûve avakirinê de di 8’ê tîrmehê de li Stenbolê starta civînên gel ên baskê Marmarayê dabûn. Ev civîn bi dawî bûn. Ji bilî civînên ku di çarçoveya rexne, xwerexnekirin û kêmasiyên qewimîn de fikrên gel hatin wergirtin bi jinan re jî civîn hatin lidarxistin. Di civînên hatin lidarxistin de rexne û pêşniyarên gel hatin wergirtin. Meclisên Jinan ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dê bi van rexne û pêşniyaran re nexşerêya xwe ya serdema nû diyar bike. 
 
Endama Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Sevtap Akdag têkildarî civînên bi jinan re hatin lidarxistin de nirxandin kirin. Akdag, bi lêv kir ku nirxandin û pêşniyarên heta niha derketine holê bi perspektîfeke polîtîk in û anî ziman ku fikra “Tirkiyebûn” a ku weke fikra HDP’ê tê diyarkirin, bi giranî ji aliyê civakê ve hatiye fêmkirin. Akdag, da zanîn ku rexneyên ku nikarin bi têrkerî vê fikrê pêk bînin û bi cih neanîna pêdiviyên siyaseta rêya sêyemîn li wan hatine kirin û destnîşan kir ku ev rexne ji bo wan erênî ne û pêşiyê li wan vedikin.
 
REXNEYÊN JINAN 
 
Akdag, diyar kir ku jin jiyanê bi rêxistin dikin û anî ziman ku wan di civînên jinan de dîtin ku pergala hevserokatiyê ji hêla jinan ve hatiye qebûlkirin. Akdag, da zanîn ku jinan di civînan de qala kêmasiyên ji vî alî ve tên jiyîn kirine û diyar kir ku rexne hatine kirin ku di mijara xwegihandina jinan a li herêmî de kêmasî hene û di nava partiyê de hin nêzîkatiyên “mêrsalar” hene. Akdag, da zanîn ku di pêvajoya tevlibûna biryaran de jin bi biryar û xwedî îrade ne û wiha got: “Wan bal kişand ku divê ev qenal bi awayekî sîstematîktir û çareserkirina pirsgirêkan bên dîzaynkirin û di çarçoveya tifaqa jinan de divê bi jinan re têkiliyên berfirehtir û wekhev bên avakirin û ev yek ji bo siyaseta serdema pêş pêwistiyeke zêde ye.”
 
TÊKOŞÎNA JINAN A HEVPAR
 
Akdag, anî ziman ku Meclisa Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk bi hemû saziyên jinan re têkoşîna jinê dimeşînin û wiha berdewam kir: “Me daxwazên ku di têkoşîna jinê ya li wir de derketin holê weke daxwazên xwe diyar kirin û hewl dan vê veguhêzin qenala siyasetê û ji wir hêzê bidin vê têkoşînê. Ji bo rûbirûbûna li hemberî êrîşên li hemberî jinê, pirsa ‘Divê em têkoşîneke bi çi rengî bi pêş bixin, belav bikin?’ mijareke ku me dest bi nîqaşê kir bû. Encamên hilbijartinê hêj bêhtir lezgîniya van derxist holê. Ji ber ku em niha bi arîtmetîka Meclisê ya herî zêde dijminê jinane re rûbirû ne. Li dijî vê yekê em bi biryar in ku bi têkoşîna jinê ya li kolanan û li Meclisa ku berxwedêr e derkevin ser armancên xwe û bi beşên herî berfireh ên civakî re zemîneke civînê ava bikin.”
 
CIVÎNÊN JINAN DÊ BÊN ZÊDEKIRIN
 
Akdag, a got ku “Em ê rêxistibûyîna xwe xurt bikin” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê li herêmê, li malê, li taxê, li qadê, li kargehê, kolanê li her derê ku em lê ne pêvgavên ku têkoşîna jinan hevpar bikin pêş bixin. Pêşengtiya me ya ewil ew e ku Meclisên Jinan ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk hema hema li her qadê ava bikin. Em armanc dikin ku civînên jinan zêde bikin.”
 
DÊ DI SERDEMA NÛ DE ÇI BÊ KIRIN?
 
Akdag, diyar kir ku rexneyên jinan ji xwe re weke ‘peywîr’ dibînin û têkildarî polîtîkaya ku ew ê di dema nû de bişopînin ev tişt gotin: “Di civînên ku me pêk anîn de me got, 'Em hatine we guhdarî bikin, siyaseta ku me kiriye bi bandora we ji nû ve hîn bibin.’ Em ê li ser çareseriya van pirsgirêkan komxebatan li dar bixin. Em ê hewl bidin ku van peywirên ku di atolyeyan de ji me re hatine dayîn, di dema pêş de siyaseta me ya jinê û rêya sêyemîn çawa were teşekirin veguherînin pêşniyarên siyasetê. Û di pêvajoya konferans û kongreyan de ku em ê piştre lidar bixin, em ê van hemûyan veguherînin polîtîkaya bingehîn a serdema pêş. Me ev soz da jinên li wir. Ji bo bicihanîna pêdiviyên vê sozê, weke jinên ku di nava partiyê de siyasetê dikin, em bi rengekî bêeman dixebitin.”
 
BANG LI JINAN KIR KU ‘BI HEV RE TÊBIKOŞIN’  
 
Akdag, bi gotina “Em ne mehkûmî vê despotîzm, zayendîperestî, şovenîzm, siyaseta şer û kedxwariyê ne ku hewl tê dayîn weke qedera me bê nîşandan. Weke jinên ku jiyanê diafirînin, di têkoşîna guherîn û veguherîna jiyanê de, di warê şêwaz, armanc û avakirina vê polîtîkayê de, pir pêdivî bi mafên jinan, yekitî, hevgirtin, rêxistinbûn û berxwedanê hene” bang li hemû jinan kir ku ji bo têkoşînê mezin bikin bên bahev.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

02/08/2023
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’