Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin

img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Sabahat Tuncel di Doza Kobanê de bertek nîşanî mutalaayê da û got ku mutalaa ji hêla dozger ve nehatiye amadekirin û dadgeh jî peywira jê re hatiye dayîn pêk tîne. Tuncel got: “Hemû dinya ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, kurdan pîroz dike lê hûn didarizînin.”
 
27’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 
 
Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Sabahat Tuncel, gelek girtî û Emîne Ayna ku negirtî tê darizandin tev li danişînê bûn.  Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û siyasetmedar Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter û welatî jî tev li danişînê bûn. Danişîn, piştî xwendina  ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dadgehê daxwazên di navbera rûniştinan de hatine kirin nirxand û daxwaza parêzerê siyasetmedar Ahmet Turk û Gulser Yildirim ê bi navê Erdal Kuzu ya ji bo dema berfirehkirina lêkolînê qebûl kir. 
 
‘ÇAR CARAN LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN’
 
Di danişînê de ji ewil Ayşe Yagci axivî û bal kişand ser ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin. Yagci, got ku gelek ewraq negihiştine ber destê wê, jixwe di demên berê de ji ber ewraqên li dadgehê hatine xwendin hatiye darizandin û ev darizandin bi dawî bûye. Yagci, diyar kir ku ew tu wateyê nadê bê ka çima ev ewraq çima li vê dosyayê tên zêdekirin û da zanîn ku ji ber van îdiayan heta niha derheqê wê de çar caran lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
‘DOZA ASTENGKIRINA TEVGERA KURD’
 
Piştre jî siyasetmedara kurd Sabahat Tuncel axivî û wiha got: “Ev doz, doza astengkirina tevgera kurd û doza kompasê ye. Hûn û dewlet heqîqetê vedişêrin. Em jî rastiyê derdixînin holê. Hûn, barbarên DAIŞ’ê û em jî gelê Kobanê diparêzin.” Di vê navberê de serokê dadgehê gotina Tuncel birî û xwest ku derheqê ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin de biaxive. Tuncel, got ku axaftina wê jixwe têkildarî ewraqan e û wiha domand: “Me gelê Kobanê yê li dijî DAIŞ’ê şer kirî parast û me pê re piştevanî kir em lewma li vir in ne wisa? 
 
HEMÛ DINYAYÊ ÇEPIK LÊ DAN
 
Bi saya têkoşîna YPG û hêzên din ên kurd, êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê hate şikandin. Tevahiya cîhanê têkoşîna gelê kurd pîroz kirin û bo wê çepik lê dan. Me piştevanî da gelê li dijî van barbaran şer dikin hûn lewma me didarizînin. Ev jî eyba we ye. Xwedîderketina li gelekî di bin gefa qirkirinê de, berpirsyartiyeke însanî ye. Peywireke daye we û hûn dixwazin ceza bidin û xwe xelas bikin. Yên li vê derê me didarizînin hûn nînin. Tu hewldaneke we nîne ku rastiyê derxînin holê. Dadgeha we tenê li vê dozê dinere. Hûn çi dikin? Hûn hewl didin kurdan û dostên wan tawanbar bikin. 
 
NÎŞEYÊN ÎMRALIYÊ BÎNIN
 
Madem hûn dixwazin rastiyê derxînin holê, wê demê hûn çima nahêlin delîlên leha me bên komkirin? Hûn 7 caran cezayê muebbeta girankirî dixwazin. Gelo ma mafê me nîne? Tenê daxwazeke me qebûl bikin. We gelek şahid anîn û tevekan derew kirin. Lê we tenê daxwazeke me jî qebûl nekir. Şahidan ji bo me gotin kadro ne. Û nîşeyên Îmraliyê weke çavkanî nîşan da. Me xwest ku van nîşeyan bînin. Gelo hûn çima nayînin? 
 
MUTALAAYA HATIYE AMADEKIRIN RÛREŞÎ YE
 
Mutalaa ji 5 hezar rûpelan pêk tê û ev mutalaa ji hêla dozger ve nehatiya amadeirin. Haya gelên Tirkiyeyê ji dosyayê nîne. Erdogan li qadan me weke hedef nîşan dide û civak jî me weke kesên divê bên bidarvekirin dibîne. Xwezî we ev mutalaa paşve şandibûya. Ji ber ku rûreşî ye. Tu delîl nînin. Tenê ji gotinên vala pêk tê. Hûn çi darizandinan nakin. Hûn tenê peywira ji we re hatiye dayîn pêk tînin. Hûn dixwazin em jî bibin şirîkên vê û serê xwe bitewînin. Lê em ne berxa ber kêrê ne. 
 
EM Ê PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN
 
Polîtîkayên AKP’ê berê xelkên Tirkiyeyê daye hev. We Tirkiye veguherandiye welatê mafyayan. Hûn piştevaniyê didarizînin lê em ê piştevaniya di navbera jin û gelan de mezintir bikin.” 
 
‘MUTALAA BI SAÎQÊN SIYASÎ HATIYE AMADEKIRIN’
 
Piştre jî siyasetmedar Aynûr Aşa axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aşa, Fermana 74’an a li dijî êzidiyan şermezar kir. Di vê navberê de şandeya dadgehê got “derdikeve derveyî mijarê” û Aşa wiha bersiv da: “Ev mijarên ez qala wan dikim eleqeya xwe bi dozê re heye. Em, jinên li Şengalê hatine qetilkirin diparêzin lewma tên darizandin. Mutalaa bi saîqên siyasî hatiye amadekirin. Ez ji ber bûyereke li Bedlîsê qewimî têm tawanbarkirin. Ez dixwazim agahî û belgeyên têkildarî vê bûyerê pêşkeşî dosyayê bên kirin lê hûn nayînin. Ne em lê hûn dozê dirêj dikin. Ji bo min cezayê muebbeta giran tê xwestin. Lê haya min ji vê bûyerê û darizandina ji ber wê nîne. Li gorî daxwazên AKP’ê tevnegerin.” 
 
FLASHA LI GIRTÎGEHÊ HATIYE DÎTIN!
 
Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî got ku doza heyî dozeke hiqûqî nîne û ev tişt anî ziman: “Dozeke siyasî ye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo dosyayê ewraqek şandiye û tê gotin ku flashek hatiye dîtin. Dîtina flashê jî weke sala 2016’an hatiye nîşandan. Lê ev flash hêj nû li dosyayê hatiye zêdekirin. Tê gotin ku di flashê de Nîşeyên Îmraliyê heye.” Ata, gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di flashê de yên weke “Gelo darbe çawa nirxandin? Fikra wan a binghehîn çi ye? Gelo cewhera wê fêm kirin? Gelo ferq kirin ku komployeke navneteweyî ye?” xwend.  Ata, da zanîn ku Abdullah Ocalan di van nîşeyan de li dijî darbeyê rayedarên dewletê hişyar dike lê belê lê nayê guhdarîkirin. 
 
Dadgehê, 40 deqe navber da danişînê. 
 

Sernavên din

02/08/2023
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’