Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere

  • rojane
  • 09:05 21 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzer Esra Bîlen anî ziman ku sererastkirina qanûna înfazê ya di Qanûna Torbeyî de ku girtiyên siyasî nahewîne, li dijî hiqûqê ye û got ku dewlet bi vê sererastkirinê dixwaze heyfê ji girtiyên siyasî bigire. 
 
AKP'ê bi hinceta erdhejê Qanûna Torbeyî ku tê de sererastkirina qanûna înfazê jî heye, berpêşî Meclisê kiribû. Teklîfa qanûna navborî di 13'ê tîrmehê de li Meclisê hat qebûlkirin. Li gor guherînên hatine kirin; girtiyên ji ber covîd-19'ê bi destûr in, ên cezayê wan 5 sal û di biniya pênc salan re dê car din neçin girtîgehê û dê cezayê xwe yê mayî bi kontrolkirina şertê înfaz bikin. Li gor guherîna hatiye kirin; kesên ji 31'ê tîrmehê şûn ve bikevin girtîgehê û girtiyên ku qismek cezayê xwe temam kirine, bi şertê "başbûnê" dê 3 salan zûtir karibin biçin girtîgehên vekirî. 
 
Lê belê li gor guherînên hatine kirin dê girtiyên siyasî sûdê ji çûna girtîgehên vekirî yan jî berdan bi şertî negirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Esra Bîlen diyar kir ku sererastkirina hatiye kirin li dijî hiqûqê ye û cihêkariyê dihewîne. 
 
CUDATIYA SERERASTKIRINA NÛ
 
Bîlen diyar kir ku mirov dikare vê sererastkirina înfazê di statuya "efûya taybet" de binirxîne û got ku ger ev efû têkeve meriyetê dê bi hezaran girtiyên edlî bên berdan. Bîlen da zanîn ev sererastkirin gelek newekheviyan di xwe de dihewîne û got ku divê ev sererastkirinê ji serarastkirinên înfazê yên berê cudatir bê nirxandin. Bîlen wiha axivî: "Di dema pandemiyê û piştî wê de jî çend caran qanûna înfazê sererast kiribûn. Gava mirov li van sererastkirina mêze dike, ji bo nimûne, ji xeynî girtiyên siyasî, kesên ji ber 'kuştina bi qesdî, sûcên zayendî, bazirganiya tiryakê' hatibûn girtin jî derî vê hatibûn hiştin. Lê di vê sererastkirinê de cara ewil tenê girtiyên siyasî li derî qanûna înfazê tên hiştin."  
 
'PERGALA CEZAKIRINA GIRAN NE MIROVÎ YE'
 
Bîlen diyar kir ku desthilatê ji ber hin sedeman di li gel girtiyên siyasî hin girtiyên edlî jî li derî sererastkirinên înfazê yên berê dihişt û got: "A rast, dewlet ji bo ku cihêkariya li hemberî girtiyên siyasî rewa bike digot, 'Ma em ê rabin kujeran, tecawizkaran an jî baronên tiryakê berdin?' û bi vî awayî dixwest peyam bide ku cihêkariyê nake. Paşê jî van kategoriyên sûcî li derî sererastkirinên înfazê dihişt. Lê belê di sererastkirian nû de em dibînin ku pêdivî bi vê hewldana rewakirinê jî nabîne. Gava ez vê dibêjim ez nabêjim ku bila sûcên edlî an jî hin sûcên din li derî vê bên hiştin. Ev pergala cezakirian giran ji bo tu kesî ne mirovî ye." 
 
'PERGALA NETEW-DEWLETÊ MAKÎNEYA SÛCAN E'
 
Bîlen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rêjeya sûcên edlî zêde bûye û ji ber vê jî girtîgeh bi ser kapasîteya xwe ketine û got ku ev sererastkirin jî ji ber vê ketiye meriyetê. Bîlen anî ziman ku zêdebûna sûcên edlî rasterast girêdayî polîtîkayênd esthilatê ye û wiha got: "Gava em li rêjeya cezayên Tirkiyeyê dinêrin hem tevdîreke giştî hem jî tevdîreke girîng nehatiye girtin. Ji lew re li vir kesên sûcan dikin, ne kategoriyên sûc in. Em bi pergaleke netew-dewletê ya ku vê pirsgirêkê hildiberîne û ji exlaqê bêpar re rû bi rû ne. A rast, pergala netew-delwetê makîneyeke sûcan e." 
 
'REFLEKSA PARASTINA SERDESTIYÊ'
 
Bîlen destnîşan kir ku dewlet li hemberî girtiyên siyasî refleksa "parastina serdestiyê" nîşan daye û lewma wan li derî hemû sererastkirian girtiye û wiha domand: "Refleksa her dewletê parastina serdestiya xwe ya. Ji bo parastina vê serdestiyê jî ji tu sûcan an jî avakirina pergalan xwe nade der. A rast ev sûc e, lê ji ber ku mekanîzmayeke ku dewletan bidarizîne tune ye, em vê wekî sûc bi nav nakin, lê wekî binpêkirina qedexeya cihêkariyê binav dikin. Dewlet niha tenê girtiyê siyasî wekî kesên gefê li serdestiya dewletê dixwin dihesibîne." 
 
'BI HESTA HEYFHILANÎNÊ NÊZ DIBIN'
 
Bîlen anî ziman ku ev sererastkirina qanûna înfazê bêhiqûqî ye û got ku desthilat bi vê sereratskirinaê helwesta heyfhilanînê dide der. Bîlen destnîşan kir ku tu sererastkirineke înfazê di kategoriyeke cuda de nayê nirxandin, lê belê dewlet bi vê sererastkirinê peyameke zelal dide civakê û got: "Dibêje, 'hûn dikarin jinan bikujin, hûn dikarin destdirêjiyê bikin, hûn dikarin tiryakê bifiroşin hwd. Lê tenê li hemberî serdestiya dewletê li tu tiştî enfikire û tevnegere." 
 
 

Sernavên din

22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn