Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne

  • rojane
  • 14:14 12 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Rojnamegerên girtî bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û gotin ku ev 13 meh in bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin. 

Danişîna ewil a doza 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegerên di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di roja duyemîn de didome. Rojnameger Elîf Ungur got ku zaravayê kurdî kirmanckî zimanê wê yê dayikê ye û ji ber ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bike, lêborînê xwest. Ungur, anî ziman ku bernameyan çêdike, bernameyên medya ekolojî û medya çandê ne. Ungur, diyar kir ku di çarçoveya şexsîtiya sûc de ew tawanbariya “endamtiya rêxistinê” ya li wan tê kirin qebûl nakin. Bi domdarî Ungur destnîşan kir ku nûçeyên “Belgefîlma Hezâ û gîtara ji Nûdem Durak re hatiye dayîn” ku bernameya wê çêkiriye sûc nîne û got ku nûçeyên wê ji bo başiya raya giştî ne. 
 
Ungur, got ku zextên li ser çapemeniya kurd dê weke binpêkirina azadiyan li wan vegere û wiha domand: “Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di bin zextê de ye. Polîtîkaya heyî ji bo domandina van zextan e.” 
 
DOGUHAN: EZ LI CIHÊ XWE YÊ KAR BÛM Û EV WEKE SÛC HATIYE NÎŞANDAN 
 
Rojnameger Sûat Doguhan jî di parastina xwe de anî ziman ku zêdetirî 13 meh in girtî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demekî dirêj bû û em westiyan. Şertê darizandina adilane, darizandineke zû ye. Lê me 13 meh piştre rûyê dadgehê dît. Ez li cihê xwe yê kar xebitî me û ev yek weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Ez şirîkê PÎA’yê me û ev tiştekî veşarî nîne. Bi awayekî fermî hatiye avakirin û ev kargeh baca xwe dide. Sazî li rex hev hene û ev yek jî weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Hemû kes dizane ku li Tirkiyeyê çapemenî, televîzyon, radyo û hwd. li Îkîtellî ya Stenbolê li rex hev in. Heke ji ber vê li têkiliyeke rêxistinî bigerin, wê demê divê xebatkarên wê çapemeniyê tevek endamên rêxistinê bin.” 
 
Bi domdarî Dogûhan bi lêv kir ku di tapeyên telefonan de axaftina wî ya bi xalê wî re ku li Swîsreyê ji ber sûcekî edlî girtîgehê de ye weke sûc hatiye nîşandan û got: “Dozger gotiye qey dikare ji vir sûcekî biafirîne. Îdianame bi awayekî wiha bêcidiyet hatiye amadekirin.” 
 
'EM TEHLIYEYÊ DIXWAZIN’
 
Piştî hatina wergêr jî Mehmet Şahîn bersiv da 2 tawanbariyên duh hatibûn kirin. 
 
Piştre jî Mazlum Guler axivî û got ku weke kameravan dixebite. Guler, anî ziman ku kameraman xwe tevî naveroka bernameyê nake û wiha got: “Em endamên rêxistinê nînin. Dixwazin bên tehliyekirin.” 
 
EWRAQÊN NOTERÊ WEKE DELÎLA SÛC NÎŞANDAN
 
Rojnameger Ramzan Gecîkan jî diyar kir ku li PÎA’yê weke kameraman dixebite û ev tişt anî ziman: “Di kargeha PÎA’yê de para min jî heye. Ewraqên noterê yên ji ber vê şirîkatiyê weke delîl hatine nîşandan. Nayê qebûlkirin ku ewraqekî fermî weke delîl bê nîşandan. Li ser telefonê bi hevalên xwe yên xebatê re min hevdîtin kirine û ev tiştekî asayî ye. Ya neasayî, neaxaftina min e. Girtina me veguherî cezayê. Em daxwaza tehliyeya xwe dikin.” 
 
Rojnameger Îbrahîm Koyuncu jî destnîşan kir ku dema girtî wan îdianame mereq kirine û dema hatî jî wan tu sûc nedîtine. Koyuncu, tawanbarî red kir û xwest bê tehliyekirin.
 
Abdurrahman Oncu jî got ku ew kameravan e û wiha domand: “Kameravan xwe têkilî naveroka bernameyan nakin. Ji vê berpirsyar nînin. Ji bo ku derheqê min de sûcekî biafirînin, wêne û stranên birayê min ê jiyana xwe ji dest dayîn weke yên min bin hatine nîşandan. Ez van tawanbariyan qebûl nakim û daxwaza tehliyeya xwe dikim.” 
 
Remziye Temel jî got ku li kargehê li sekreter û muhasebeyê dinêre û anî ziman ku ji ber karê xwe tê darizandin. Temel pirsa “Gelo ma karê ez dikim, mirov dike endamê rêxistinê?” kir û daxwaza tehliyeya xwe kir. 
 
'LI ERDNÎGARIYA KURDAN ÇAND Û HUNER ÇIMA SÛC E?’ 
 
Rojnameger Neşe Toprak jî paratina xwe bi kurdî kir û wiha got: “Ez wênesaz im û bernameya hunerê pêşkeş dikim. Ji ber vê yekê hewl didin min weke endama rêxistinê nîşan bidin. Di heman demê de aktîvîsta jin im. Ez hewl didim vê di xebat û bernameyên xwe de jî nîşan bidim. Ez li erdnîgariya kurdan bernameyên ku berhemên jinan û jiyana wan vedibêjin çêdikim. Hewl didim ev keda wan bê naskirin û zanîn. Jin di her qadê de tên astengkirin û aliyekê wê jî çapemenî ye. Lewma min li çapemeniyê dest bi xebatê kir. Ez ji ber vê bernameya çand û hunerê têm darizandin. Min li gelek deveran têkildarî jinan pêşkeşî kir. Min li erdnîgariya kurdan jî kir. Çima pêşkeşkirina çend û hunerê ya li erdnîgariya kurdan dibe sûc?” 
 
‘PIŞTÎ 10 MEHAN ÎDIANMAE HAT AMADEKIRIN’ 
 
Rojnameger Lezgîz Akdenîz parastina xwe bi kurdî kir. 
 
Parastina Akdenîz wiha ye: 
Divê ku du sê mehan de îdianame bihata amadekirin. Lê 10 meh şûn ve hat amadekirin. Meheke çavê me li ser îdianameyê bû. Her çiqas dereng be jî gihîşt destê me. Îdianame 800 rûpel e, min her rûpelek wê xwend. Min ji îdianameyê fêm nekir ku ev saleke çima em girtî ne. 
 
DOZGER GELEK ZEHMETÎ KIŞANDIYE 
 
Diyar e dema ku dozger vê îdianameyê amade kiriye, gelek zehmetiyan kişandiye. Tevî ku îdianame ji 800 rûpelî pêk tê jî lê dozger derbarê xebatên me rojnamegeriyê de negotiye ‘rojnameger’ û ‘çapemenî’. Çima ev peyv di îdianameyê de derbas nabin? Di îdianmeyê dozger li rastî çi hatibe nivîsandiye. Heke ku dozger carek jî di îdianameyê de bigota ‘rojnamevan’ û ‘çapemenî’ wê îdianame mîna kevirên domînoyê yek bi yek biketina. Lewma dozger pir zoriyê kişandiye. Ev ne hêsan e. 
 
PRENSÎBÊN ROJNAMEGERIYÊ 
 
Di îdianameyê de ji me re tê gotin ku ‘hûnê di çarçoveya ku îktidar diyar bike de rojnamegeriyê bikin’. Heke rojnamevaniya te ne li gorî îktidarê be tu ne rojnamevanî. Tiştek wiha tune ye. Li gorî vî û li gorî wan rojnamevanî nîne. Prensîbên gerdûnî yên rojnamevaniyê hene. Ev prensîbên bingehînin. Rojnameger nikare li hember tiştên diqewimin bêdeng bimîne. 
 
NÛÇEYÊN MEHMET SÎNCAR, HEWSEL, WINDA KIRINE SÛC
 
Bi salane ez rojnamegeriyê dikim. Îdianame ji nûçeyên kum in çêkiriye pêk tê. Nûçeyên min derbarê Mehmet Sîncar, Hamît Gezgîncî yê şahide Zindana Amedê, nûçeyên min derbarê serpêhatiya windayan de çêkirine, nûçeyên min bi malbatên kesên ketine greva birçîbûnê re çêkirine ne sûc in û nabe bibin sûc. Nûçe di malpera MA’yê de hene û ji her kesî re vekirî ye. Di îdianameyê de hatiye gotin ku nimreya Stêrk TV çima pê re ye. Vê yekê kirine sûc. Li salonê gelek rojnamevan hene û nimreya min bi hemûyan re heye. Ev nabe sûc. 
 
Dozger; nûçeya nameya girtiyan wek kum in nivîsandibe daye nîşandan. Nûçeya min a derbarê Baxçeyên Hewselê de Nûçeciwan jî bikar aniye û kirine sûc. Nûçeyê min ji wan re neşandiye. Nûçeya min di MA’yê de hatiye weşandin. Vaye ev jî nûçeyan a di MA’yê de ye. 
 
BÎRANÎNA APÊ MÛSA KIRIN E SÛC! 
 
Beşdariya bîranîna Apê Mûsa jî kirine sûc. Apê Mûsa rûspî, ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê gelê kurd bû. 70 salî bû hat revandin û bi awayek hovane hat qetilkirin. Em ji bo ku carek din kes li welat neyê revandin û qetilkirin bi bîr tînin. Ya ku divê bê sûcdarkirin ne bîranîna Apê Mûsa be, divê yên ku hovîtiyê kirine werin sûcdarkirin û mehkûmkirin. Helwesta dozger di vir de darizandina mafên mirovan e. 
 
Ez yek şahidên veşarî jî nas nakim. Ew jî min nas nakin. Ez sûcdariya ku wan li min kiriye qebûl nakim. Îdianame bi nakokiyan tije ye. Dozger xebata min a rojnamegeriyê wek fermanê nirxandiye. Qey mirov dibêje têkiliya min bi rêxistinê re heye daye nîşandan. Ez ji dozger dipirsim, birêz dozger çima hûn viya dispêrin? 
 
BILA EV BÊHIQÛQÎBI DAWÎ BIBE 
 
Em rojnameger in, em xebatên rojnamegeriyê dikin. Salek e em bi sepanên li dijî hiqûqê ne re rû bi rû mane. Em dixwazin ev bêhiqûqî di vê danişînê de bi dawî bibe.”
 
Piştî parastin temam bûn, dadger saetek navber da danişînê. Piştî navberê danişîn berdewam dike. 
 

Sernavên din

12/07/2023
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere