Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye

  • rojane
  • 09:22 12 Tîrmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve herêma Botanê wekî herêma "ewlehiyê ya taybet" hatiye ragihandin û got: "Ji serdema 90'î heta niha vê herêmê bi qanûnên OHAL'ê bi rê ve dibin. Armanc bêmirov hiştina vê herêmê ye. Polîtîkayên xwe yên li ser vê herêmê anîne asteke wisa ku gel dibêje, 'xwezî bi salên 90'î." 
 
Li Kurdistanê di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve bi hezaran gund li ser navê "herêmên ewlehiyê" hatin valakirin û piştre jî şewitandin. Piştî valakirina gundan gelek şêniyên herêmê ji bêgavî xwe koçî bajaran û metropolên Tirkiyeyê bûn. Polîtîkaya ku dewletê di wan salan de xistiye dewreyê heta roja me ya îro jî didome. Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilenimêja ê Şirnexê ku birîna daristanan didome, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve her 15 rojan carekê ji ber ewlehiyê ev herêm tên qedexekirin. Ji bilî cerdevanên ku daran dibirin û şîrketên nêzî dewletê ku di bin navê madenê de li komirê digerin, ketina gundan ji şeniyên herêmê re qedexe ye. Li gelek gundan jî welatî bi destûra walîtiyê dikarin biçin gundên xwe. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez der barê polîtîkayên ewlehiyê yên li ser herêmê de axivî. 
 
'HERÊMÊ BI OHAL'Ê BI RÊ VE DIBIN'
 
Îrmez bal kişand ser polîtîkayên salên 90'î û diyar kir ku polîtîkayên ku dewlet îro li ser herêmê dide meşandin ji yên salên 90'î derbas kirine û wiha got: "Polîtîkayên qirkirinê ku li Kurdistanê tên meşandin ev sedsal in didome. Ev polîtîka ji niha ve nehatine destpêkirin. Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha li Kurdistanê ji ber polîtîkayên qirkirin, îmhakirin û tasfiyekirinê pêş bixin bi her awayî li ser gel, xwezayê, çandê, ziman û siyaseta gelê kurd qedexekirin berdewam dikin. Heta roja me ya îro jî van polîtîkayên xwe didin meşandin. Kes tên guhertin, desthilatdarî tê guhertin lê belê ew bîrdoziya bingehin a netewdewletî naguhere û didome. Di van 40 salan de bi taybetî li Kurdistanê şereke bi hovane didin meşandin. Ev 40 sal in ev qedexe didomin. Lê belê ji salên 80'yî vir ve zagonek derxistine û bênavber vê zagona xwe pêk tînin. Gelek caran gelê me jî dibêje,'xwezî bi serdemên 90'î'. Bifikirin ji serdemên 90'î heta niha vê herêmê bi zagonên OHAL'ê bi rê ve dibin. Îsal jî ew herêmên ku qedexe lê hatiye ragihandin jî ji 1'ê çileyê heta 1'ê kanûnê Walîtiya Şirnex herêma Botanê weke herêma ewlekariyê ya taybet ragihand. Ev saleke ku ev qedexeya wan didome. Lê tevî vê  her 15 rojan carekî jî qedexe tê ragihandin." 
 
HERÊM JI BIRÎNA DARAN RE SERBEST E, JI ÇANDINIYÊ RE QEDEXE YE
 
Îrmez da zanîn ku dewlet li ser navê polîtîkayên ewlehiyê bi awayekî nehiqûqî şêniyên herêmê ji gund û axa wan dûr dike û wiha domand: "Ev mijar bi pirsgirika kurd ve girêdayî ye. Çawa ku li ser zimanê me, çanda me, siyaseta gelê kurd, dîroka wê qedexeyek hebe ew devera ku em tê de dijin jî li ser xwezaya me jî ev didome. Em her tim dibêjin şûna ku dewlet vê pirsgirikê bi awayeke demokratîk çareser bike, bi tasfiyekirinê, îmhakirinê û qirkirinê hewl dide pêk bîne. Herêma me jî 15 rojan carekî li ser navê ewlehiyê qedexe radigihîne. Armanc çiye? Armanc ew e ku weke salên 90'yan çawa ku nêzî 4 hezar gundên Kurdistanê şewitandin û bêmirov hiştin heman polîtîkayê îro jî dimeşine. Hewl dide ku wan herêman bêmirov bihêle. Kesê  ku dixwaze biçe ser gundê xwe, kesên ku dixwazin biçin ser rezên xwe çandiniyê bikin, bi ragihandina van qedexeyan nikare biçin. Gundên ku nehatine hilweşandin jî bi van polîtîkayan hewl didin şeniyên herêmê ji wir bidin koçber kirin. Li piraniya van herêmên ku tên qedexekirin, dar tên birîn. Yê ku destûrê ji walitiyê nestîne nikare biçe van deveran. Hewledayinên gelê me yê çûyina van herêman heye lê belê destûr nadin û naçin. Lê belê ew kesên ku daran dibirin û hovitiyê dikin, ew ê ku li ser xwezayê qirkirinê dikin ew rehetî dikarin biçin. Ev sê sal in li vir polîtîkayeke mêtingeriyê li ser vê herêmê tê meşandin."
 
'WALITIYA ŞIRNEXÊ BI KÊFÎ TEVDIGERE'
 
Parlamenter Îrmez anî ziman ku kesên ku li herêmê daran dibirin, talankirina xwezayê dikin herêmên qedexekirî ji wan re vekiriye û got: "Ji bo ku konên madenê û neftê ji xwe û şirîkên xwe  re peyda bike li her devera Botanê kolandine û karkerên wan her derê dixebitin. Ev kes diçin van herêmên ku hatine qedexekirin dixebitin. Bi ser navê lêgerîna neftê diçin darên herêmê dibirin. Zagon tune ne.Walitiya Şirnexê bi keyfî tevdigere. Gelê me yê Botanê her çiqas bixwaze biçe ser gundê xwe, warê xwe karê çandinê û ajalkariyê bike jî dewlet destûr nade. Lêbelê ew kesên ku mêtingeriyê dikin, yê ku ji bo desthilatdariyê çavkaniya aboriyê peyda bike ji wan re her dever vekiriye. Hem di talankirina xwezaya herêmê de, hem jî di lêgerîna neftê de ranteke mezin heye."
 
'XWEZAPEREST DIRÛTIYÊ DIKIN'
 
Îrmez bertek nîşanî bêhelwestbûna xwezahezan a li hemberî qirkirina xwezaya herêmê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku mijar dibe qirkirina xwezaya Kurdistanê her xwezaperest xwe bêdeng dike, guhên wan, devê wan û çavê wan girtî ye. Ev dirûtî ye. Civaka me çi qasî qîr jî bikin dengê wan nayê bihîstin. Sedemê vê çiye, ev mesele bi pirsgirêk bi pirsgirêka gelê kurd ve girêdayî ye. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, mafê gelê kurd û nasnameya kurd neyê naskirin û qebûlkirin ev pirsgirêka heyî dê bidome. Ew xwezaperestên ku li ser vê mijarê lêkolîn jî dikin,' dibêjin ew der herêma ewlehiyê ye, em nikarin deng bikin' Ev jî dûritiyeke mezine. Dema ku şewat derdikeve ez ê Îzmîrê, Muglayê,ez ê Aydinê dengê xwe derbixim, lê belê Kurdistanê de ciheke weke Şirnexê rojê 50 TIR dar dê bên birîn, talankirin ez ê dengê xwe nekim. Em ji wan saziyan re dibêjin saziyên qaşo ne. Em dibêjin divê ku herkes bi civakî tevbigere. Talaniyeke mezin li herêma me bênavber didome. 6 sal beriya niha planek ruxandinê, qirkirinê pêk hat. Ev plan didome. Dixwazin ku çand, hûner û zimanê vê civakê ji holê rabikin. Em jî weke siyasetmedarên vê civakê heta dawiyê li hemberî van kirinan dengê xwe derbixinin û gelê xwe ji van polîtîkayan agahdar bikin." 
 
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş 

Sernavên din

12/07/2023
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere