Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin

  • rojane
  • 16:41 11 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Rojnamegerê girtî Zeynel Abidîn Bûlût got: “Îro li vir nasnameya me tê darizandin. Tevî hemû zextan jî em ê bibin çav û dengê gelê kurd.” 

 
Danişîna ewil a doza 15 jê girtî ya 18 rojnamevanên kurd bi parastinan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam dike. 
 
Ji rojnamevanên girtî edîtorê Rojnameya Xwebûnê Zeynel Abidîn Bûlût ê ku ji ber xebatên xwe rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, bi kurdî parastina xwe kir. 
 
Bûlût wiha got: “Em dizanin ku îro li vir nasnameya me ya kurdî tê darizandin. Tevî hemû zextan jî em ê bibin çav û dengê gelê kurd. Tiştên ku tên serê gelê kurd ne ji rêzê ne. Ev zilm hemû di arşîva dewletê de heye û ser vê heqîqetê nikare bê girtin. Ji ber ku felaketên tên serê vî gelî em radihînin lewma em tên darizandin.” 
 
‘ÎDIANAME LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’ 
 
Bûlût destnîşan kir ku ew bi îdiayên “vikûvala” hatine girtin û got: “Îdianameya ku dozger amade kiriye lidijî destûra bingehîn e. Faliyetên me yên rojnamegeriyê ku di bin parastina Destûra Bingehîn de ne tê darizandin. Heke daraza ku divê Destûra Bingehîn biparêze viya bike wê çaxê em ê serî li ku bidin? Em li ser vê axê di çarçoveya sînorên hiqûqî de xebata rojnamegeriyê dikin û doz li me tên vekirin. Em ê serî li ku bidin? Îro tiştên li ser vê vê erdnîgariyê tên kirin, ev tên nîqaşkirin, tên şîrovekirin û analîzkirin, em jî vê radigihînin. Ev wezîfeya me ye. Di çarçoveya hiqûqî de hatiye mîsogerkirin. Heke van faliyetên me medya havûzê bikira wê qet nehatine darizandin. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd rewş diguhere. Ev nîşaneya cotstandariyê ye. 13 meh in em bi awayek bêhiqûqî girtî ne. Xebatên me yên rojnamegeriyê di çarçoveya azadiya derbirîn û ramanê de ne. 
 
HEKE KU ROJNAMEVANÊN KURD NEBÛN... 
 
Bûlût parastina xwe wiha domand: “Heke îro rojnamegeriya kurdî nebûya çi jî bihata serê gel, wê di tariyê de bimaba. Ev rewş hem dewletê hem jî îktidarê aciz kir. Çimkî em rastiyan derdixin holê. Em bi sûcdariyek dijî ehlaqê û etîkê re rûbirû ne. Em endamên saziyên çapemeniya gelê kurd in. Nayê qebûlkirin ku ev bibe endamtiya rêxistinê.” 
 
POLÎTÎKAYA ASÎMÎLASYONÊ 
 
Bûlût diyar kir ku di serî de ew ê polîtîkayên asîmîlasyonê û hemû polîtîkayên îktidar-dewlet li ser kurdan dikin dê teşhîr bikin û got: “Bi dehên salan e em vê xebatê dikin. Gelek hevalên me di vê oxirê de hatin qetilkirin. Hatin girtin û sirgûnkirin. Hatin îşkencekirin. Em jî her yek ji wan hevalên xwe ne.” 
 
Bûlût anî ziman ku di îdianameyê de xebatên gelek saziyên çapemeniyê wek sûc hatine nîşandan û wiha got: “Îro divê yên bihatana darizandin ne em divê ku tecawizkar bûna. Heke rojnamegerên kurd nebûna, wê rastî di tariyê de bimana. Tahîr Elçî, Roboskî, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol nehatibûna zanîn. Ev rewş hem dewletê hem jî îktidarê aciz dike. Medya kurdî rûyê wan rastî derxist holê.” 
 
‘CIHÊ KU KURD LÊ DIJÎN KURDISTAN E’ 
 
Bûlût da zanîn ku bi salane ew xebatên rojnamevaniyê dike û gelek caran hevpeyvînan kiriye û wiha axivî: “Me bi sedan car nûçeyên binpêkirinên mafan çêkiriye. Dema em berê xwe didin îdianameyê dibînin ku hemû xebatên hatine nivîsandin, xebatên rojnamevaniyê ne. Çend bernameyên ku min pêşkêşvaniya wan kiriye, wek sûc hatine ragihandin. Kurdistan, birêz Ocalan, tecrîd kum in aniye ziman bûne mijara sûc. Gotinên min ên şerê li Rojava û Başûr wek sûc hatin dîtin. Wek mînak, heke biçin li Başûr (Herêma Kurdistanê) şer bikin, navê vê dagirkerî ye. Heke ev ne dagirkerî be lê çi ye? Gotina Kurdistanêbûye sûc. Cihê ku ermen û azerî lê dijîn, ji wir re çê tê gotin? Ermenistan û Azerbaycan tê gotin. Cihê ku kurd jî lê dijîn jê re Kurdistan tê gotin.” 
 
GELO GOTINA TECRÎDÊ SÛC E?
 
Bûlût anî ziman ku ji ber wî behsa tecrîdê kiriye bûye mijara sûc û wiha got: “Heke kesek girtî be, nikaribe bi malbat û parêzerên xwe re biaxive û bibîne ev tecrîd e. Ev jî bandorek mezin li ser gel dike. Sedema van pirsgirêkan ji tecrîdê qut nîne. Heke îro em zextên li ser gelê kurd bibînin, em wek rojnamegerên kurd neçarin ku viya rast şîrove bikin. Em bi ferman û biryaran bernameyan çênakin.” 
 
‘EM DAWEDARÊ VÊ DOZÊ NE’
 
Bûlût destnîşan kir ku yên ku rastiyan vedişêrin îktidar û alîgirên wê ne û got: “Em sûc nakin, îktidar û alîgirên wê sûc dikin. Tê dîtin ku dozger xebatên rojnamegeriyê nizane. Tu tiştek ku em ê parastina wê nekin nîne. Em xwedî li hemû xebatên xwe derdikevin. Lewma di îdianemyê de çi sûc hatibe nîşandan jî em viya qebûl nakin. Tiştên ku di bin Destûra Bingehîn de hatibe mîsogerkirin, çawa dibe sûc? Em di vir de ne di rewşa sûcdariyê de ne. Em dawedarên vê dozê ne. Yên ku salek e me ji azadiya me bêpar hiştin e, yên ku ku me ji ragihandina gel qut kirine, wê hesab bidin. Em dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê were anîn.” 
 

Sernavên din

12/07/2023
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere