‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’

  • rojane
  • 16:08 5 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Parêzeran piştî danişîna doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Parêzeran diyar kirin ku ji bo rastiya madî derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Danişîna 7’emîn a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Piştî danişînê, parêzeran li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. 
 
Baroya Amedê, baroyên herêmê, endamên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Partiya Çepên Kesk, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî, Parlamentera CHP’ê Turkan Elçî, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû tev li daxuyaniyê bûn.
 
HÊVIYA KEŞFÊ 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil ji parêzerên dozê Tugçe Duygu Koksal axivî. Koksal, got ku di danişînê de hêviya wan a keşfê heye lê hatiye redkirin û ev hêviya wan ji bo danişîneke din ma. 
 
‘DOZGERIYA AMEDÊ BERPIRSYARTIYA XWE PÊK NAYÎNE’ 
 
Ji parêzerên Weqfa Tahir Elçî Mûrat Tîmûr jî wiha got: “Bi sala ye em dibêjin ku ev danişîn bi 3 bersûcan nadome. Beriya niha me li gel hempîşeyên xwe yên din ên dosya dişopandin, têkildarî Îstîxbarata Amedê û TEM’a Amedê çendek serlêdanên sûc kirin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tu tiştekî nake û daxwaza me dide sekinandin. Ji bo di vê dosyayê de heqîqet derkeve holê dê têkoşîna me bidome. Di dosyaya Tahîr Elçî de jî polîtîkaya necezakirinê heye. Di rapora Lijneya Teftîşê ya Wezareta Karên Hundir de me diyar kiribû ku gelek girîng e li şahidan, polîs û sermifetîşên milkiyeyê were guhdarîkirin. Ev daxwaz îro jî hatin redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo heqîqet derkeve holê berpirsyartiya xwe pêk nayîne.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku rêxistinên hiqûqê û hinek partiyên siyasî şahidiya danişînan dikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku li Tirkiyeyê baweriya bi darazê kêm bûye. Heke danişîn li eywanên mezin û bi tevlibûna bi sedan bi hezaran parêzeran were şopandin, ev tê wê wateyê ku baweriya bi darazê kêm e. Daxwaza anîna delîlên dê heqîqetê derxîne holê tê kirin lê ev daxwaz tê redkirin. Di biryarên navberê de em vala hatin derxistin ku weke em ji bo eywaneke vala axivîbin. Ji bo rastiya madî derkeve holê, hewcehî bi îradeyeke siyasî ya xurt heye. Heta ku ev doz ji her alî ve ronî dibe, dê têkoşîna me bidome.”
 
‘EM Ê DOSYAYÊ BIŞOPÎNIN’ 
 
Li ser navê TBB’ê jî Nîzam Dîlek axivî û got ku ji bo dosyaya Elçî bi necezakirinê bi dawî nebe dê heta dawiyê dosyayê bişopînin. 
 
Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen jî destnîşan kir ku xwestin beşdarî dosyayê bibin lê ev daxwaz hatiye redkirin. Bi domdarî Kalsen, got ku ev doz ne 8 sal lê 80’ê salan jî bidome, heta rastiya madî derdixînin holê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
BANGA DARIZANDINEKE BIBANDOR 
 
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî diyar kir ku heta niha şahidiya darizandineke adilane nekirine û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê daxwazên beşdaran ên ji bo derxistina rastiya madî red dike. Biryarên navberê jî di nav de, me nedîtiye ku dadgehê darizandineke adilane kiribe Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkevin.” 
 
Serokê Baroya Tekîrdagê Egemen Gurcun jî daxuyand ku di dozê de hêj tu pêşketin nînin û dê heta dawiyê dozê bişopînin. 
 

Sernavên din

06/07/2023
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'