Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?

  • rojane
  • 09:49 28 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeyên girtiyan asteng dikin û ji bo serê her civînê jî di bin navê “mafê hizûrê” de pereyan distînin. Kurê girtî Sînan Sutpak ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, Ozgur Sutpak got ku biryarên van lijneyan hiqûqî nînin. 
 
Girtiyê bi navê Sînan Sutpak, li navçeya Curnê Reş ê Rihayê hate binçavkirin û di 3’yê gulana 1993’yan de hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Li gel ku Sutpak înfaza xwe temam kiriye jî bi hinceta “Rewşa wî baş nîne” nayê tehliyekirin. Sutpak, heta niha li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş Elbistanê ma ye. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Yozgatê hate kirin. Ji bo tehliyekirina Sutpak demekî kêm mabû ku ji ber erdhejên Mereşê ji Elbistanê sewqî Yozgatê hate kirin. Dihat payîn ku di 3’yê gulanê de were berdan lê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. 
 
6 girtiyên din ên ku di heman mercan de û înfazên xwe beriya erdhejê di demên cuda temam kirin jî ji Elbistanê tehliye bûn. Di rapora nirxandinê ya lijneyê de bi kurtasî ji bo Sutpak ev îdia tên kirin: “Bi qasî hatiye şopandin li girtîgehê liv û tevgerên wî yên neyînî hene, li gorî qeydên girtîgehê tevnagere, mafên xwe baş bi kar ne anî ye, amade nîne ku tev li jiyana civakê bibe û 19 cezayên wî yên disiplînê yên hatine rakirin hene.” 
 
MEYLA WÎ HEYE KU SÛCAN BIKE! 
 
Di raporên mulaqat û çavdêriyê de jî ev tişt hatine gotin: “Heke ji girtîgehê derkeve enerjiya wî ya jiyanê kêm e, piştî ketî girtîgehê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye, nebûye îtîrafkar, dev ji fikrên xwe yên tundrew bernedaye, rêxistinê bi awayekî vekirî weke rêxistina terorê nabîne, tu gotinên poşmantiyê negotiye û meyla wî li ser kirina sûcan heye.” 
 
Tehliyeya Sutpak bi hinceta “halxweş nîne” hate taloqkirin. Sutpak jî bi rêya parêzerê xwe li dozgeriyê îtîraz kir. Lê belê ev îtîraz ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Yozgatê ve hate redkirin. 
 
JI BO HER KOMBÛNÊ PEREYEKE DIN XWESTIN 
 
Di demên dawî de înfazên gelek girtiyan bi heman hincetan hatin taloqkirin.  Endamên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ku bi sedemên derhiqûqî tehliyeya girtiyan taloq dikin, di bin navê “Mafê hizûrê” de pereyan digirin. Dema derheqê girtiyekî de gelek caran civiyan, ji bo her civînê pere distînin. Di xala têkildarî mijarê ya di Rêziknameya Rêveberiyên Girtîgehan û Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlekariyê de tê gotin ku memûrên Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî û Wezreta Tenduristiyê û endamên tev li civîna Lijneya Sekreterya, Rêveberî û Çavdêriyê ya bi serokatiya serokatiya midûrê duyemîn ê girtîgehê, dê di bin navê “mafê hizûrê” de pere jê re were dayîn. 
 
‘HEM MALBAT Û HEM JÎ GIRTÎ DIKEVE STRESÊ’
 
Dema Sutpak hatî girtin, kurê wî Ozgur Sutpak (40) 9 salî bû. Sutpak, bal kişand ser biryarên lijneya çavdêriyê û got ku ev biryar hiqûqî nînin. Sutpak, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Taloqkirina tehliyeya girtiyên zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de, hem ji bo malbatan û hem jî ji bo girtiyan stresê çêdike. Endamên lijneyê di bin navê ‘mafê hizûrê’ de pereyan distînin. Dibe ku ev lijne ji hêla madî ve nêz bibin. Lê divê mirov ji hêla civakî ve li vê mijarê binêre. Divê rêxistinên hiqûqê vê mijarê bêhtir bikin rojev. Divê girtî hîs bikin ku bi tenê nînin. Heke bertekên xurt bên nîşandan dê tiştên erênî çêbibin.” 
 
‘EM Ê WE LI VIR NEHÊLIN’
 
Sutçu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “6 girtiyên rewşa wan mîna ya bavê min û li Elbistanê diman, hatin berdan. Piştî erdhejê bavê min şandin Yozgatê. Diviya di 3’yê gulanê de bihata berdan. Lê bi biryara lijneyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Û îdiayên weke ‘dema ji girtîgehê derket dê nekarî adapteyî jiyana civakê bibe û guman hene ku dema derket têkiliya xwe ya bi PKK’ê re bidomîne’ weke hincet nîşan dan. Lijneyê ne bi fermî-nivîskî lê bi devkî ji bavê min re gotine ‘Em ê we li vir nehêlin.’ Bavê min û girtiyên din dizanin dê were taloqkirin. Gelek girtî hene ku divê ev salek bû bihatina berdan.” 
 
‘TU ALIYEKÊ HIQÛQÎ YA BIRYARAN TUNE YE’
 
Herî dawî jî Sutpak ev tişt anî ziman: “Bavê min dê di 3’yê tîrmehê de dîsa derkeve pêşberî lijneyê. Me 30 sal berê qet texmîn nedikir ku dê ev ceza were temamkirin. Anku hêviya me tune bû. Lê 30 sal piştre bo me bû hêvî. Lê niha vê hêviyê dişikînin. Ev nêzikatiyên dewletê baweriya me ya bi hiqûqê qels dikin. Li hinek girtîgehan tehliye çêdibin û li hinekan jî çênabin. Heman qanûn li girtîgehan cuda dikevin meriyetê. Heke li Elbistanê bûya, îxtîmalekî mezin bavê min niha li derve bûya. Tu aliyekî hiqûqî ya van biryaran tune ye. Biryarên keyfî ne. Divê em tavilê kesên tehliyeya wan tê taloqkirin bikin rojev.” 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

03/07/2023
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?