Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin

  • rojane
  • 10:53 27 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Malbata Veysî Aktaş ê ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, xwest tecrîd bi dawî bibe û got: "Em rewşa tenduristiya wî meraq dikin."
 
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F tên girtin, tu agahî nehat girtin. Serlêdana hevdîtinê ya malbat û parêzeran ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve bi hinceta "qedexeya hevdîtinê" hat astengkirin, serlêdana ji bo Cejna Qurbanê nehat bersivandin. Malbata Veysî Aktaş ê ji sala 2015'an û vir ve li Îmraliyê tê girtin, banga rakirina tecrîdê kir.
 
'EZ DIXWAZIM LAWÊ XWE BIBÎNIM’ 
 
Dayika Veysî Aktaş, Faîka Aktaş anî ziman ku herî dawî kurê xwe di sala 2015'an de dema li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî bûye dîtiye û wiha got: "Ji dema çûye Îmraliyê ve min kurê xwe nedîtiye. Tu xebera wî ji min re nayê, ne telefon û ne jî nameyên wî nayên. Ez dixwazim vê cejnê kurê xwe bibînim. Ez bang li Wezareta Dadê dikim, bila destûr bidin ez kurê xwe bibînin û em cejnek xweş derbas bikin."
 
SERDANA ÎMRALIYÊ 
 
Xwişka Aslan, Sabîha Aslan jî anî ziman ku herî dawî di sala 2019'an de li Îmraliyê birayê xwe Veysî Aktaş ziyaret kiriye û behsa roja hevdîtinê kir. Aslan anî ziman ku ew bi heyecan çû Îmraliyê û got: “Ez fikirîm ku ez ê hevalên din û Abdullah Ocalan bibînim. Min tenê dengê wî bihîst. Heta wî jî heyecaneke mezin da min. Hestek ku min berê hîs nekiribû."
 
Aslan diyar kir ku şert û mercên li Îmraliyê gelekî xerab in û piştî rêwîtiya 3,5 saetan a ji Gemlîkê, gihiştin Girava Îmraliyê û di gelek proseduran de derbas bûne. Aslan anî ziman ku piştî gelek lêgerîn li ser wan hatiye kirin derbas bûne û wiha got: “Li wir efserekî normal tunebû, cuda bûn. Ew efserên bi cil û bergên ku min di girtîgehên berê de nedîtibûn dîtin hebûn, ew gelek tirsnak bûn.” 
 
'MIN TENÊ LI WÎ GUHDAR KIR’ 
 
Aslan anî ziman ku roja hevdîtinê bi birayê xwe re xwestiye bi kurdî biaxive û got: "Karmendan ji min re got, ‘Binêre tu çiqas bi tirkî diaxivî. Bi tirkî biaxive’. Min jî got, ‘Na, ez ê bi kurdî biaxivim’. Birayê min û du efser bûn, birayê min gelek guherî bû, deng û fîzîka wî guherî bû, ez xemgîn bûm û giriyam ku ew nexweş e, min jê re got ‘Heke min te nedîtiba, min ê bigota ev kesek din e bi min re diaxive’. Ji min re got, ‘Ji ber hewa û şert û mercên li vir e’. Piştî wê 45 deqeyan me hevdîtinek pêk anî. Ew kelecan, ew stres û ew rêwîtiya wî rojê pir nehişt ku em zêde biaxivin. Tiştên ku min ê bigota, min her tişt ji bîra kir. Min tenê li wî guhdar kir.” 
 
ÎRADE… 
 
Aslan bal kişand ser şert û mercên giravê û got: "Ji ber şert û mercên giravê mirov bawer nake ku mirov li wir bijî. Berê min li ser înternetê temaşe kir, Yilmaz Guney li wir maye. Zebze û fêkî çandine, ez bi xeyalek wisa ku wê derkeve pêşiya min ez çûm. Bi hêviya ku tiştekî wisa derkeve, lê min nedît. Jixwe mîna ku ne pêkan bû jî. Piştî hevdîtinê kesên ku bi me birin heta keştiyê re got, ‘Heke hûn van girtiyan bihêlin, cihek wê biçinê tune ye, min got giravek e ku ji çar aliyan ve bi deryayan hatiye dorpêçkirin’. Ji min re gotin: ‘Ne mimkûn e, tiştekî wiha nabe’.” 
 
7 CEJN IN WÎ NEDÎTINE 
 
Aslan diyar kir ku 7 cejn e birayê xwe nedîtiye û wiha got: "Li tu derê cîhanê wijdanek wiha tune. Zilmeke wiha tune. Di cejnê de em nikarin wan bibînin, bi telefonê nikarin têkiliyê deynin. 30 sal cezayê hepsê yê heta hetayê tune ye. Gotin kêm dimînin. Divê êdî ev tecrîd bê rakirin. 28 meh in agahî ji wan nayê girtin. Veysî di telefona ku hat qutkirin de derneket. Tecrîd di nava tecrîdê de pêk tînin.” 
 
BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZEYÊ BAVÊ XWE NEBÛ 
 
Aslan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê mayinde bûye û wiha got: "Çûna ji bo carekî helbet ne çareserî ye. 5 sal, 10 sal carekê çûyîna wê derê ne rast e. Ev kes xwedî malbat, xwişk û bira ne. Bavê min 6 meh berê wefat kir. Wê çaxê jî me serlêdan kir lê red kirin. Bi rastî em ji rewşa wî ya tenduristî û psîkolojîk meraq dikin, ew kesên ku zilmê dikin, çawa di malên xwe de radizên? Ew çawa li zarokên xwe dinêrin?" 
 
BANGA HEVDÎTINÊ 
 
Aslan bang li rayedaran kir ku pêşî li ber hevdîtina malbat û parêzeran vekin û got: "Em ji tenduristî û psîkolojiya wan bi fikar in. Em bi tirs telefonên xwe didin destên xwe. Em dixwazin ev tecrîd li hemû girtîgehan bi dawî bibe. Bi taybetî jî li Îmraliyê. Ez hêvî dikim ku em ê vê eydê biçin hevdîtinê. Ez vê yekê hêvî dikim ku pêk were.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

28/06/2023
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’