Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn

  • rojane
  • 09:56 24 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Rojbîn Şahîn a hevjîna rojnamevan Mehmet Şahîn ê ku girtî ye diyar kir ku bi guhertina midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind re binpêkirinên li girtîgehê jî zêde bûne. 
 
Li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind binpêkirinên mafên girtiyan zêdetir dibin. Malbata rojnamevan Mehmet Şahîn ku girtî tê darizandin û malbatên girtiyên din li dijî binpêkirinên mafan û rewşa nehiqûqî ku diqewime bi daxwaza piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dan. Hevjîna rojnamevan Mehmet Şahîn, Rojbîn Şahîn behsa binpêkirinên mafan ku diqewimin kir. 
 
MIDÛR GUHERÎ BINPÊKIRIN JÎ ZÊDE BÛN 
 
Şahîn bi bîr xist ku hevjînê wê salek zêdetir e girtî ye û destnîşan kir ku ev bêhiqûqî bi muameleya xerab a li girtîgehê didome. Şahîn diyar kir ku bi têra xwe xwarinê nadin girtiyan û got ku bi guhertina midûrê girtîgehê re binpêkirina mafan zêde bûne. Şahîn anî ziman ku ji bo binpêkirinên li girtîgehê bi dawî bibin ew hewl didin bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin û got ku hevdîtina ku xwestine bi xizmên girtiyan re pêşî lê bê girtin û di encama israra wan de hevdîtin pêk hatiye. 
 
ZEMÊ DIKIN HINCETA XWARINA NEBAŞ 
 
Şahîn anî ziman ku di hevdîtinê de binpêkirinên hatine kirin jî wiha got: "Dema me pirs kir ku çima xwarin pir xerab e û çima porsiyon kêm bûne, wan bersiveke bêwate û necidî 'we tama xwarinê tam kiriye' weke ku henekê xwe dikin dan me. Dûvre got ku 'ji ber buhabûna xwarinê ku bi zêdebûna enflasyonê re li girtîgehê porsiyonên xwarinê kêm bûn’. Birîna avê ya kêfî heye. Dema ku me sedema vê yekê jî pirsî, sedema nûjenkirinê şebekeya avê nîşanî me dan.”
 
NAME NAGIHÎJIN DESTÊ GIRTIYAN 
 
Şahîn da zanîn ku girtî nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînin û wiha got: “Tiştên ku berê ji kantînê bi pereyên xwe kirîne di dema lêgerîna qawîşê de bi hinceta qedexe ne, desteser kirine. Hemin qedexe ye çima li kantînê tê firotin? Ew di dema lêgerînê de wê berhev dikin û dûv re heman tiştan ji kantînê careke din têne kirîn. Name û pirtûk nagihîjin destên wan. Pirtûkên ku em dişînin, piştî ku bi mehan di depoyê de tên ragirtin bi hinceta kotayê nadin wan. Girtiyên ji ber bûyerên ku qewimîn gelekî aciz in, anîn ziman ku ger şert û mercên wiha dewam bikin ew ê tu carî vê rewşê qebûl nekin.” 
 
JI BO LÊGERÎNA LI GIRTÎGEHÊ HÊZ JI DERVE ANÎNE 
 
Şahîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê baweriya xwe bi gardiyanên dixebitîne nayîne nîne û got: “Di lêgerîna dawî de ji girtîgeheke din gardiyanek anîn û lêgerîn hat kirin. Midûrê girtîgehê di korîdoran de li gardiyanan qîr dike û berê wan dide ser girtiyan. Dema girtî diçin nexweşxaneyê yan jî cihekî din lêgerîna tazî li wan tê kirin. Kesên ku vê yekê qebûl nakin nabin nexweşxaneyê. Wan dernaxin hewadariyê. Hewl tê dayîn ku bi hincetên curbicur hevdîtin bên astengkirin.” 
 
LÊFERZKIRINA LÊGERÎNA TAZΠ
 
Şahîn anî ziman ku ji ber hincetên cuda dema hevdîtinê hatiye kêmkirin, der barê pêkanînên li ser xizmên girtiyan de wiha got: “Tevî ku yên ewil diçin girtîgehê em in jî bi GBT û hincetên cuda pêvajoya qebûlkirina me dirêj dikin. Dema serdana me bi vî awayî dixwin. Em nikarin dema xwe bi tevahî bikar bînin. Tevî hemû gilî û gazinên me jî lê dîsa jî li hember me necidî tevdigerin. Dema ku em diçin girtîgehê deriyên tuwaletên ku jin bikar tînin kilîtkirî ne. Hewl didin berê me bi zorê bidin tuwaletên meran. Em vê qebûl nakin. Me ji midûrê girtîgehê re ragihand ku em ê li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin. Li ser vê yekê midûrê girtîgehê guh neda pirsgirêkên me û got ku razemenî tune ye, ji berîka xwe nikare heqê tuwaletên xerabûyî bide, lewma nikare tiştekî bike.”
 
BANGA ÇARESERIYÊ 
 
Şahîn destnîşan kir ku bi guhertina midûrê girtîgehê re muameleya xerab û binpêkirina mafan du qat zêde bûne. Şahîn bang li rêxistinên mafên mirovan û parêzeran kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bikevin nava tevgerê.
 

Sernavên din

24/06/2023
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn