‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’

  • jin
  • 10:04 22 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zulfiye Kîşmîr diyar kir ku jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane di hedefe de ne û got: “Bi taybetî jinên ku di asta pêşengtiyê de ne dibin hedefa êrişan. Çimkî ji jinan ditirsin.” 
 
Bi pêşengiya kurdan li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şerê man û nemanê hat birêvebirin û hê jî ev berxwedan didome. Her wiha li Rojava li dijî pergala kapîtalîst jî berxwedana pergala mayîndekirina civakî heye. Ji roja ku Rojava dest bi berxwedanê kiriye heta niha di hedefa Tirkiyeyê de ye. Jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin bûne tirsa dilêpergala serdest a mêrane. Hema bêje her roj êriş li ser hev pêk tên. Di 20’ê hezîranê de Wesayîta Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) a Tirkiyeyê êriş pêk anî û di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û welatiyê sûryan Firat Tuma jiyana xwe ji dest dan. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan. 
 
JINÊN PÊŞENG DI HEDEFÊ DE NE 
 
Aktîvîsta TJA’yê Zulfiye Kîşmîr diyar kir ku jinên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane di hedefa êrişan de ne û wiha got: “Ji sala 2012’an ve DAIŞ li rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, Rojhilata Navîn êrişan pêk tîne. Nexasim ev DAIŞ’a hovane li dijî jin û zarokan qetlîamên bixov dike. Jinan jî li dijî DAIŞ’ê berxwedan û seknek bêhempa nîşan da. DAIŞ tiştek wisa ji rêzê nîne. Li dijî vê têkoşînek bêwestan tê kirin. Li Rojava jinên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane dibin hedefa êrişan. Bi taybetî jinên ku pêşengtiya şoreşê û berxwedanê dikin dibin hedefa êrişan. Çimkî ji jinan ditirsin.” 
 
Kîşmîr da zanîn ku êrişên tên kirin ne rojane ango serdemî ne, berdewamiya pergala serdestiya mêrane ya 5 hezar salî ye û got: “Jin li Rojava li dijî pergala mêrane têkoşînek di asta xwedawendiyê de didin. Wê tu êriş û qetlîam nikaribin bi jinan paş ve gavan bide avêtin.” 
 
DIJ DERKETINA ÊRIŞAN 
 
Aktîvîsta TJA’yê Meral Balter jî anî ziman ku êriş ne nû ne û wiha axivî: “Ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinan bigirin her cure polîtîkayên şer xistine dewrê û ferasetek ku polîtîkayên şer rewa dibîne heye. Pergala serdest a mêrane jinên birêxistinkirî qebûl nake. Lê ev pergal çi dike bila bike wê nikaribin li pêşiya têkoşîna jinan bibe asteng. Ji ber ku vê dizanin, bi êrişan jî dixwazin têkoşîna jinan têk bibin. Divê em jin li her deverê xwe li ber van êrişan bi rêxistin bikin.” 
 
BANGA JI BO JINAN: BÊDENG NEMÎNIN 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bismilê Hamdiye Karakoç jî komkujî şermezar kir û got: “Em bi felsefeya Rêbertî ya ‘Jin jiyan azadî’ dengê xwe li hemû cîhanê belav dikin. Heke em bêdeng bimînin dê ev şer bidome. Banga min ji hemû jinên cîhanê re ev e; Em bêdeng nemînin, heke jin bêdeng bimîne wê şer bidome. Bila li dijî van hemû zilm û şerê li Kurdistanê, li cîhanê bertek nîşan bidin da ku careke din ev êriş dubare nebe.”
 
Rêvebera Rêxistina Partiya Herêmên a Demokratîk (DBP) a Amedê Meryem Turan jî got divê êrişên li dijî jinan ên li Rojava bidawî bibin û li dijî êrişan bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. 
 
 
 

Sernavên din

19/08/2023
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin