Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!

  • rojane
  • 09:52 21 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Di doza Mehmet Uytun de ku di raya giştî de weke “zarokê di hembêza dayika xwe de hatiye kuştin” tê zanîn, biryar hatibû dayîn ku leşkerê bersûc li Dadgeha Cezayên Giran were darizandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hatibû kirin û ev îtîraz hate qebûlkirin. Çawişê pispor dê bi sedema “Ji ber texsîrê bûye sedema mirinê” were darizandin.
 
Bi ser mirina pitikê 18 mehî Mehmet Uytun ku raya giştî weke “zarokê di hembêza dayika xwe de hatiye qetilkirin” nas dike re 14 sal derbas bûn. Tevî vê yekê jî faîl hêj nehatiye cezakirin. Dayika Uytun, di 9’ê cotmeha 2009’an de li Cizîr a Şirnexê di dema çalakiyên protestoyî de li şaneşîna avahiyê xwe kurê xwe dimêjand û di vê navberê de fîşeka gazê li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Biryar hatibû dayîn ku faîlê Uytun çawişê pispor Hakan Alkan li Dadgeha Cezayên Giran were darizandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hatibû kirin. Ev îtîraz hate qebûlkirin û biryar hate dayîn ku doz li Dadgeha Cezayên Giştî were lidarxistin. 
 
BÊDILIYA DARAZÊ YA 14 SALAN 
 
Bi ser mirina Mehmet Uytun re 14 sal derbas bûn û ji roja lêpirsîn hatiye destpêkirin heta niha hemû hewldanên hiqûqî ji hêla rayedarên cemaweriyê ve hatin astengkirin. Lêpirsîna kuştina Uytun ji hêla dozgeriya Cizîrê ve hatibû destpêkirin lê qeymeqamtiyê bi hinceta “delîl kêm in” destûra lêpirsînê neda. Lewma ji bo dosyayê biryara neşopandinê hate dayîn. 
 
DOZ PIŞTÎ 11 SALAN HATE VEKIRIN 
 
Parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê jî bi sedema ku lêpirsîneke “bibandor” nehatiye kirin, biryara binpêkirinê da. Li ser vê yekê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê destûra lêpirsînê da û doz piştî 11 salan hate vekirin. 
 
CEZAYÊ 3 SALAN VEGUHERANDIN CEZAYÊ PEREYAN
 
Derheqê faîl Hakan Alkan de bi sedema “bi texsîra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê di 9’ê sibata 2021’ê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê hate lidarxistin. Dadgehê, di 20’ê îlona 2021’ê de jî biryar da û bi sedema “ji ber texsîrê bûye sedema mirinê” 3 sal cezayê hefsê da bersûc Alkan. Lê belê ev ceza veguherand cezayê pereyan û 18 hezar û 200 TL cezayê pereyan da. 
 
BIRYARA ŞANDINA DADGEHA CEZAYÊN GIRAN 
 
Di tevahiya pêvajoya darizandinê de parêzeran got ku bersûc Alkan sûcê “sûc bi qesdî kiriye” û xwestin ku di dosyayê de biryara “bêrayetiyê” were dayîn. Lê dadgehê ev îtîraz red kir. Piştî ku biryara dadgehê ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê ve hate betalkirin, parêzeran dîsa heman daxwaz kirin. Li ser daxwaza parêzeran, ji bo were lêkolînkirin bê ka dosya dikeve ber “kuştina biqesdî” yan na, dadgehê biryar da ku dosya di 11’ê gulanê de ji Dadgeha Cezayên Giran re were şandin. 
 
RÊYA ÎTÎRAZA LI DIJÎ BIRYARÊ TUNE YE 
 
Parêzerê bersûc û Dozgeriya Cizîrê li dijî biryara şandina dosyayê ya li Dadgeha Cezayên Giran îtîraz kirin. Li ser vê yekê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ev îtîraz bi piraniya dengan qebûl kir. Ji ber ku biryara dadgehê teqez e, parêzerên malbatê nekarîn îtîrazê bikin. Dê darizandina bersûc Alkan di 14’ê îlonê de li 1’emîn Dadageha Cezayên Giştî ya Cizîrê bidome. 
 
‘BÊCEZATÎ ÊDÎ MAYÎNDE BÛYE’
 
Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê parêzer Yakup Guven ku piştgiriya hiqûqî dida dosyayê, têkildarî dosyayê axivî. Guven, da zanîn ku piştî ku gelek caran biryara redkirinê hate dayîn, di danişîna 11’ê gulanê de biryara bêrayetiyê hatiye dayîn û wiha domand: “Hindik jî be ev biryar ji bo me û malbatê bû hêvî. Lê rêyên îtîrazê yên li hemberî biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê girtî ne. Ev mînak nîşan dide bê ka pergala necezakirinê çiqasî bi îstîkrar tê meşandin û xwe çawa sazûman kiriye.” 
 
‘NECEZAKIRIN VEGUHERIYE PERGALEKÎ QEYÎM’
 
Guven, anî ziman ku darizandina Alkan piştî têkoşîna wan a hiqûqî dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Di pêvajoya lêpirsînê de delîl bi awayekî bandor nehatiye komkirin, keşf nehatiye kirin, weke tevdîrek ji bo peywirdarê ewlekariyê yê gumanbar biryara girtinê nehatiye dayîn, piştî îdianameyê jî doz li Dadgeha Cezayên Giştî hatiye dîtin. Ji destpêkê heta niha em dibêjin ku ev doz, dikeve çarçoveya kuştina biqesdî. Ji ber vê yekê jî diviyabû Dadgeha Cezayên Giran lê binihêrta. Ji ber ku Dadgeha Cezayên Giştî tenê dikare ji hêla bi texsîrê bûye sedema mirinê ve lêkolîn bike. Îzaheta vê jî tenê bi polîtîkaya necezakirinê dikare were kirin.” 
 
‘MERTALÊ PEYWIRDARÊN CEMAWERIYÊ’
 
Herî dawî jî Guven ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya darizandinê de gelek rêbazên derusûlî hatine bikaranîn. Di pêvajoya darizandinê de delîlên sûc hatine windakirin, bêyî ku em li wir bin li bersûc û çendek şahidan hatiye guhdarîkirin û hêj gelek bêusûliyên din. Di danişîna dawî de jî daxwaza me a bêrayetiyê hate qebûlkirin û hindik jî be reweşekî erênî çêbû. Lê belê mekanîzmaya necezakirinê ewqas mayînde bûye ku nikare were paşguhkirin. Mixabin li herêmê di hemû dozên ku bersûc hêzên ewlekariyê ne de heman rêbaz tên ceribandin û encamek ji van dozan nayê bidestxistin. Ev polîtîka jî weke mertalê parastina hêzên ewlekariyê ne. Dê têkoşîna me ya hiqûqî ya li dijî polîtîkayên necezakirinê jî bidome.” 
 

Sernavên din

21/06/2023
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin