Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin

  • rojane
  • 09:48 21 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Dayika Mazlûm Dag ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hewlêrê 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Kûdret Dag wiha got: “Hûn nikarin bi zextê serî li zarokên me bidin tewandin.”
 
Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê Tîrmeha 2019'an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û bi hinceta êriş li dar xistine ji aliyê dadgeha dereceya ewil ve li Dag û Er cezayê darvekirinê hatibû birîn. Binpêkirina mafan a li dijî Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Dag û Er li dijî lêgerîna keyfî, tundiya fîzîkî û heqaret, ferzkirina cilên yek tîp a li dijî wan di 18’ê gulanê de dane destpêkirin, di roja 35’an de didome. 
 
‘DENGÊ WÎ NEBAŞ BÛ’ 
 
Dayika Mazlûm Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de Kudret Dag, diyar kir ku zextên li dijî zarokên wan zêde bûne û wiha got: “Ewilî ew ji hev veqetandin û xistin hucreyên yek kesî. Pişt re jî ji ber di girtîgehê de kontoran nafiroşin wan weke berê nikarin li me bigerin. Beriya cejnan her roj bi telefonê li me digeriya. Lê ji ber ferzkirina wan qebûl nakin hefteyê carekê û 2 deqîqeyan em dikarin biaxivin. Ji ber zext zêdebûne 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em van pêkanînên zextker qebûl nakin. Çalakiya wan a greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt. Herî dawî roja înê me karî 2 deqîqeyan biaxivin û dengê wî jî nebaş bû.”
 
‘BÊPARÊZER HATE DARIZANDIN’ 
 
Dayik Dag, diyar kir ku li girtîgehê zext hene û hewl didin serî li girtiyan bidin tewandin û wiha berdewam kir: “Kurê min û hevalê wî, bi awayekî bêparêzer hatin darizandin. Cezayê giran lê hatin birîn. Heke parêzer hebûya cezayekî wisa nedigirtin. Parêzer ji bo wekaletê bide çû girtîgehê û hewl da bi wan re hevdîtinê bike. Lê îdareya girtîgehê destûr neda hevdîtinê.”
 
‘HÛN NIKARIN SERÎ BIDIN TEWANDIN’ 
 
Dag, anî ziman ku herî dawî par beriya Cejna Remezanê 12 rojan çûye hevdîtina vekirî û bi lêv kir ku pişt re êdî nekarî biçe hevdîtinê. Dag, bi bîr xist ku zarokên wan bi keyfa xwe nakevin çalakiya greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila mafên bingehîn ên zarokên me bidinê. Bila dawî li van zextan bînin. Bila mafên hevdîtin û telefonê yên ji girtiyên din re tên dayîn bidin girtiyên me jî. Bila her du di qawişekê de bin. Bila pêkanîna cilên yek tîp bi dawî bikin. Di serî de rayedar em bang li herkesê dikin ku bi hestiyar bin. Hûn nikarin bi rêya zextan serî bi zarokên me bidin tewandin. Dest ji van pêkanînên xwe berdin. Em ê her tim li cem zarokên xwe bin.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Bav Zekî Dag jî anî ziman ku zarokên wan ne li gorî Makeqanûna Iraqê li gorî Herêma Kurdistana Federe tên darizandin û bi gotina “Heke kurd vê yekê li kurdan bike kesên din dê çi bikin?” bertek nîşan da û li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 35 roj li pey xwe hiştin banga hestiyariyê kir. Dag ê bang li rêxistin û parazvanên mafên mirovan ên navnetewî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gelê me yê li Ewropayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û ji rêxistinên sivîl ên civakî re name bişînin û rayagiştî ava bikin. Nayê qebûlkirin ku di nava kurdan de rewşeke wisa bê jiyîn û şerm e. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin em dixwazin mezinên kurdan ên li her çar perçeyan, nivîskar û gelê me li dijî vê çalakiyê hestiyartir bibe û xwedî lê bê derketin. Divê em bi wan bidin hesandin ku ne bi tenê ne.”
 
 
 

Sernavên din

21/06/2023
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin