Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin

  • rojane
  • 09:08 21 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ekolojîst Serwer Qeredaxî diyar kir ku ji ber êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê hevsengiya ekolojiyê xera bûye û anî ziman ku birîna daran û êrişên li ser herêmê her deverê dişewitîne û herêmê ber bi çolbûnê ve dibe. 
 
Êrişên dewleta tirk ên di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Êrişên ku du sal in li ser herêmê didomin çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn. Li gel şêniyên herêmê, hawirdora herêmê û zindiyên herêmê jî ji vê bi awayeke neyînî bibandor dibin. Her wiha şirketên Tirkiyê bi hevkariya PDK'ê li başûrê Kurdistanê jî daran dibirin. Serokê Partiya Keskan a Herêma Federal a Kurdistanê Milko Bazyanî daxuyandibû ku bi rêya şîrketeke Tirkiyeyê li herêma Behdînanê bi hevkariya PDK'ê li herêmên ku êrişên Tirkiyeyê lê dewam dikin heta niha 4 mîlyon dar hatin birîn û li dijî vê yekê wan li Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê Tirkiyeyê kirine. Li herêmê talankirina xwezayê û daristanan dewam dike, ji ber birîna daran û bikaranîna çekên kîmyewî gelek cureyê zindiyan jî tune dibin. Ekolojîst û xwezaparêz Serwer Qeredaxî der barê êrişên li ser xwezaya herêmê pêk tên axivî. 
 
'DIXWAZIN HERÊMÊ BÊNEFES BIHÊLIN'
 
Qeredaxî anî ziman ku êrişên dewleta tirk zêdeyî salekê êrişî dibe ser herêmê û got ku zerareke mezin gihandiye xwezaya herêmê û wiha got: "Şer li ku dibe bila bibe, ji xerakirina jîngehê û wêrankirina ekolojîk pê ve ne tiştekî din e. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk zêdetirî 2 sal in li ser herêmê didomin. Êriş bi çekên qedexekirî yên navneteweyî, ango çekên kîmyewî, tên kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî metirsiyeke cidî li ser tenduristiya mirovan çêdike, di heman demê de hevsengî û zirareke mezin li ser hawirdorê jî dike. Ji aliyekî ve li ser xwezaya herêmê ev êrişe hene û aliyekî jî darên herêmê tên birîn. Ev hewldana  tinekirina dar û ava Kurdistanê ye. Hewl tê dayîn ku vê erdnîgariyê bê nefes bihêlin. Ev êriş tunekirina hawirdora herêmê ye. Dar û ava vê herêmê ev 2 sal in di bin van êrişan de ye, êrişên bi çekên kîmyewî dibe sedem ku herêm bibe çol,dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê jî. Divê pêşî li van êrişan û birîna daran û tinekirina daristanan bê girtin. Ji ber ku pêşî lê neyê girtin, ev yek wê bandorê li ser çavkaniyên avê jî bike û ne tenê Herêma Kurdistanê, her wiha Tirkiye bi xwe jî ji vê yekê bandor bibe. Ev dibe sedem ku çavkaniyên avê ziwan bibin û tune bibin. Ev tiştên ku em qal dikin rasterast bandoreke neyînî li ser avê kiriye û heke wiha berdewam bike dê bidome.”
 
'GAV BI GAV BER BI ÇOLBÛNÊ VE DIÇE'
 
Hawirdor Qeredaxî bal kişand ser birîna daran a ku ji aliyê şîrketeke tirk ve bi hevkariya PDK'ê li herêma Behdînanê hatiye destpêkirin û got: "Birîna 4 mîlyon daran tê wateya tunebûna zêdeyî 4 mîlyon çûk û heywanan. Ev jî tê wateya tunekirina çavkaniya oksîjenê ya mirovan. Ev tê wateya kuştina jiyanê. Dar û ax hêz û çavkaniya ku jiyana mirov û ajalan hevseng dike ye. Birîna daran, jehrîkirina axê û tinebûna ajalan dê li herêmê hejmara çolan zêde bike. Herêm gav bi gav ber bi çolbûnê ve diçe. Ev jî wê herêmê ji qadeke jiyanê derbixîne.  Ji bo vê divê demildest gav bên avêtin. Divê hikûmet bi berpirsyarî tevbigere û li dijî vê tunekirina ekolojîk gavên girîng biavêje."
 
JI LÊKOLÎNÊ RE DESTÛR TUNE YE, JI TALANÊ RE HEYE 
 
Qeredaxî da zanîn ku beriya niha jî gelek caran hewl dane li herêmê lêkolînan bikin, lê her carê pêşiya wan hatiye girtin û wiha got: "Em vê talan û wêraniyê dibînin. Mixabin em neçûn herêmên ku ev komkujî û êriş lê çêdibin. Ji ber vê jî me lêkolîneke berfireh nekiriye û sedemên vê yekê jî hene, ji ber ku ev dever herêmên ku şer lê qewimîne, destûr nayê dayîn ku em biçin wir, em dixwazin biçin cihên ku dar lê hatine birîn. Ji bo vê jî hewldanên me hene. Lê destûr nayê dayîn ku bikevin herêmê, tîmek heye ku dixwaze biçe van deveran û lêkolînên berfireh bike û ev kes amade ne ku biçin, lê ji bo ku biçin herêmê û lêkolînek berfireh bikin piştgirî û destûr lazim e. Ji ber vê yekê divê saziyên hawirdorê yên navneteweyî li dijî vê yekê derbikevin û li dijî vê talankirina xwezayî ya li herêmê rawestin, nexwe wê komkujî û êrişên li ser xwezaya vir bidomin."
 
'HEKE KU TALAN NESEKINE DÊ BEDELÊ GIRAN BÊN DAYÎN’ 
 
Qeredaxî da zanîn ku ne tenê li dijî başûrê Kurdistanê, li ser çar parçeyên xwezaya Kurdistanê êriş tên kirin û got: "Îro ne tenê li dijî başûrê Kurdistanê, li rojhilat, bakur û rojavayê Kurdistanê jî li ser xwezayê êriş tên kirin. Ev êriş gefê li jiyanê dixwin. Heke ev êriş neyên rawestandin dê mirovahî û zindiyên vê erdnîgariyê berdêlên giran bidin. Ji ber ku heke ev rewş berdewam bike dê xweza êdî bertek nîşan nede. Divê tevgerên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, li dijî êrişên dewleta dagirker a tirk ên li ser jîngeh û xwezaya me û qirkirina qadên me yên jiyanê xwe birêxistin bikin û xwedî li xwezaya Kurdistanê derbikevin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

21/06/2023
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin