Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye

  • rojane
  • 09:01 21 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Endamê Komeleya Meleyên Amedê Abdûlbarî Tîryakî têkildarî bûyera li Bismilê axivî û banga li hev hatinê li her du malbatan kir û got: “Di piranî pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye, pêwîste der û dorên malbatan jî bêalî tevbigerin û aştiyê pêk bînin.”
 
Li gundê Şidada yê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve di 15’ê hezîranê de du malbatan li ser erd şer kirin û di encama vî şerî de ji malbata Taş, Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş û ji malbata Alyamaç jî Emîn û Selîm Alyamaç (bira ne), kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed Alyamaç, Omer Alyamaç û biraziyê wî Yûnûs Alyamaç jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Endamê Komeleya Meleyên Amedê mele Abdûlbarî Tîryakî banga li hev hatinê li malbatan kir û destnîşan kir ku pêwîste cîranên malbatan û rûspiyên herêmê bi berpirsiyarî tevbigerin. 
 
‘AŞTÎ EMREKÎ ÎLAHÎ YE’
 
Tîryakî bal kişand ser bêdengiya civakê û mezinan û destnîşan kir ku Xwedê emir dike heke di navbera du kes, malbat, gund hwd. dijminahiyek hebe silhê yanî aştiyê çêkin û wiha got: “Xwedê dibêje ku heke aliyek tundiyê li aliyekî bike li hember wan bisekinin û nehêlin ku zilm bê kirin. Di misilmantiyê de bêalîbûn tune ye. Lewma heke hûn di bûyerekê de zilimkar an jî mezlûm nebin pêwîste hûn tenê weke temaşevanan nemînin. Xwedê emir dike ku pêwîste kesên ji xwe re dibêje misilman aştiyê çêbike û aştî emrekî îlahî ye. Heke her du alî fedakarî nekin û aştiyê pêk neynin, weke îro malxirabî çêdibin.”
 
SEDEM Û DESTPÊKA DIJMINTIYÊ: QANÛN
 
Tiryakî bal kişand ser pirsgirêkên bi vî rengî yên li welat û got: “Di piranî pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye. Pergal ango dewletê qanûnek derxistiye û dibêje ku ‘ortak paylaşim’ yanî hevparî. Erdê ku pirsgirêk li ser diqewime, li her du gundan par ve dikin û ev parvekirin mala xelkê xerab dike. Ji ber ku her kes dixwaze para wan zêdetir be. Sedem û destpêka van dilmayîn û dijmintiyan ev e. Nû qanûnên efûyê derxistine û erdên malê xizîneyê jî tapû kirine û tevliheviyek çêbûye. Di encama van tiştan de mala du malbatan xerab bû.”
 
‘FESADIYÊ DIXIN NAVBERA MALBATAN’
 
Tiryakî rol û mîsyona derdor û cîranan jî bi bîr xist û diyar kir ku ol emir dike, heke du alî li hev ketin pêwîste bikevin di navbera wan de û wan li hev bînin. Tîryakî bi lêv kir ku heke aliyek zilmê bike divê bi destê wan bê girtin û nehêlin şer û zilm bê kirin û wiha berdewam kir: “Hedîsek pêxemberê me jî heye ku dibêje ‘heke kesek mezlûm be jî alîkariya wê/î bike, heke zilmkar jî be alîkarî bike’. Yanî destê aliyê zilimkar jî bigire û nehêle zilmê bike. Vêca sûcê me û gel çiye? Heke gund an jî bajar be em ji hinek kesan hez nekin, fitne û fesadiyê dixin di navbera wan de. Nexweşiya herî mezin û bêderman fesadî ye. Di Qûrana pîroz de tê gotin ku fitne ji kuştinê xerabtir e. Ji ber ku tu fitne bixî navbera kesan, gelek kes bibandor dibin.”
 
‘EM JÎ SÛCDAR IN’
 
Tîryakî têkildarî li hev anînê jî ev tişt gotin: “Şertê silhê û aştiyê bêalîbûyîn e. Sedema nelihevkirinên li welatê me ev e. Di polîtîkayan de jî wiha ye. Em her tim dibêjin ku pêwîste di dewlet û partiyan de liyaqat hebe. Bi qasî her du malbatan em û gel jî sûcdar in. Çima sûcdar in? Ji ber ku em xemsar in. Gava aliyek li ser aliyekî din ve diçe em dibêjin ku ‘Dê tiştek nabe, ji xwe kêfa min ji wan kesan re nayê. Bila bimirin’. Di hişmendiyê de egoîst û hûmanîstî heye. Egoîstî karê berjewendiyê ye. Hûmanîstî jî mirovî ye û hewceye di doz û gengeşiyan de mirov hûmanîst be. Pêwîste mirov nebêje ku ‘ev kes mirovê min e û ez ê xêrê jê bibînim, lewma ez alîkariya wî bikim’. Di silh û aştiyê de cihê vî tiştî nîne. Sedema neçareserkirina gengeşiyan alîgirî ye. Xwedê dibêje ku aştiyek li ser esasê wekhewiyê mayînde ye.”
 
GIRTINA DÎAYDERÊ 
 
Tîryakî bal kişand ser girtina Komeleya Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) ku di aliyê lihevanîna kesên dijber dixebitî û da zanîn ku pergal nahêle tiştê ne li gorî wê be bimeşe. Tîryakî anî ziman ku pergala ku hezar salî ya ereb, tirk û farisan li ser tunekirina kurdan e. Tîryakî bi lêv kir ku kîjan komeleyên kurdan ku karê xwe baş bike, tê girtin û wiha pê de çû: “Ne komele be jî vê tiştê dikin. Heke hinek kes serbixwe dikevin navbera du aliyan û dixwazin aştiyê çêbikin, ji wan re dibêjin ku ‘ev kar ne karê we ye, karê dewletê ango pergalê ye. Çima hûn aştiyê çêdikin?’ û nahêlin aştî pêk were. Çima nahêle? Gava lihevhatinê nikarin wan bi rê ve bibin. Qaîde û kûralên desthilatan ku çi axa be çi dewlet be ferq nake, dibin alîgirên bihêzan, da ku yên bêhêz bipelçiqînin û desthilatdariya xwe berdewam bikin. Weke tabîra ‘Böl, parçala, yönet (dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe)’ dixwazin her tim berê kesên dijber li hev bin û ne bin yek.”
 
BANGA AŞTIYÊ
 
Tîryakî banga aştiyê li rûspî, malbata Taş û Alyamaç û cîranên wan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku di welatê me de aştiyeke bêalî çêbibe. Hêvî û daxwazan li malbatên Taş û Alyamaç dikim ku bila li hev werin. Rica ji jinan dikim ku bila şîretan li zilaman bikin ku tiştên wiha rû nedin. Her wiha ji der û dora van her du malbatan jî daxwazeke min heye ku bila birastî û bêalî bikevin di navbera wan de. Fitne û fesadiyê bila bidin sekinandin û ji bo tefandina vî agirî alîkariyê bikin.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 

Sernavên din

21/06/2023
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin