Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên

  • rojane
  • 09:29 20 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên. Ji Baroya Rihayê Kubra Vefa diyar kir ku ji ber ku bi qanûnan nayê kirin lewma pirsgirêk derdikevin. 
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1951’ê de Peymana Têkildarî Statûya Penaberan îmze kir û 50’emîn salvegera vê peymanê weke 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê hate ragihandin. Ji 20’ê hezîrana 2001’an heta niha balê dikişînin ser rewşa kesên ji ber şer û sedemên siyasî neçar man welatê xwe biterikînin. 
 
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), li Tirkiyeyê 3 milyon û 600 hezar penaber-koçberên sûriyeyê hene û 320 hezar penaber jî ji welatên cuda ne. Ev derdora ku li piyasaya kedê hatine zêdekirin, di mercên giran de tên xebitandin û di demên dawî de rastî êrişên nefret û nîjadperestiyê tên. Penaberên ku rastî êrişan tên û weke hedef tên nîşandan, gelek caran ji ber tirsa betalkirina destûra xebatê, daxwaza mafên xwe yên qanûnî jî nakin. 
 
Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Rihayê Kubra Vefa bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê têkildarî rewşa penaberên li welêt axivî. 
 
‘DI PRATÎKÊ DE PIRSGIRÊK HENE’
 
Vefa, bal kişand ser cihêkariyê di navbera têgehên penaber û koçber de û wiha got: “Di qanûnê de ji bo kesên ji Ewropayê hatine Tirkiyeyê dibêjin penaber lê belê dema em li pratîkê dinêrin, li gorî me divê cihêkarî neyê kirin. Em dixwazin tevekan jî weke penaber qebûl bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Hemû penaber bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin lê penaberên jin û zarok bêhtir mexdûr dibin. Qanûnên ji bo parastina jin û zarokan hene lê pirsgirêk ew e ku bi van qanûnan nayê kirin. A girîng ew e ku em çiqas xwe digihînin jin û zarokan. Gelemperî zarok weke karkerên erzan tên xebitandin. Mixabin hem li Rihayê hem jî li Tirkiyeyê ev pêş ketiye. Malbat, ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên aborî  neçar dimînin ku zarokan bidin xebitandin. Lewma di nava penaberan de hejmara zarokên naçin dibistanê pir zêde ye. Yên rastî vê tên tenê zarok nînin lê li dijî wan pir binpêkirin çêdibin. Divê mekanîzmaya pêşîlêgirtina zarokên karker ji bo zarokên penaberan jî bikeve dewrê. Lê di vê mijarê de em pirsgirêkan dijîn. Ji hêla teknîkî ve pirsgirêk tune ye lê di pratîkê de hene.” 
 
‘HAYA JINÊN PENABER JI MAFÊN WAN NÎNE’ 
 
Bi domdarî Vefa anî ziman ku jinên rastî tundiyê tên dikarin ji Qanûna Hejmar 6284’ê sûd bigirin û li pêşiya wan tu astengî nînin û wiha pê de çû: “Divê rêxistinên civaka sivîl û barok divê vê qadê ji bo jinan vekin. Mafê jineke penaber jî bi qasî jinên li welat dijîn hene lê di mijara vegotina van mafan de em pirsgirêkan dijîn. Jin û zarok bêyî ku bizanin gelek mafên wan hene dijîn. Lewma jin dema rastî tundiyê tên nizanin dê çi bikin. Divê rêxistinên civaka sivîl hîn bêhtir civînên agahdarkirinê li dar bixin.” 
 
‘WEKE AMÛRÊN HILBIJARTINÊ HATIN BIKARANÎN’
 
Di berdewamê de Vefa diyar kir ku ji bo penaberan ji mafên wan agahdar bikin ev nêzî 5 sal in tev li rûniştinên agahdarkirinê dibe û wiha derbirî: “Em herî zêde li ser cureyên tundiyên lê rast tên û li dijî van divê çi bikin em li ser van sekinîn. Divê ev rûniştin werin zêdekirin. Ji bo ku mafê xwe bi kar bîne divê ji ewil haya wan ji wî mafî hebe. Penaber dema diçin cihekî rastî cihêkariyê tên. Bi astengiya ziman re rû bi rû dimînin. Ji bo rakirina vê astengiyê jî têkoşîneke dijwar didin. Ji ber zextên siyasî, di demên dawî de li Tirkiyeyê cihêkariyeke mezin li penaberan tê kirin. Di demekî nêz de jî bûn amûra hilbijartinê ya muxalefet û îktîdarê.”
 
‘POLÎTÎKAYA PENABERAN KÊM DIMÎNE’ 
 
Vefa, axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha zimanê çapemeniyê jî bandorê li penaberan dike. Di nûçeyan de weke ku meyla penaberan bo sûc hebe tên nîşandan. Di nava hemû civakan de kesên sûc dikin hene. Wisa nîşan didin ku dê bibêjî qey tenê penaber sûcan dikin. Divê penaber weke amûra siyasetê neyên bikaranîn. Gotinên partiyên siyasî bandor li ser zimanên çapemeniyê jî kir. Nîjada kesên sûc kirine derxistin pêş û heke sûriyeyî be jî di sernavê de hate diyarkirin. Kesên van nûçeyan dixwînin jî dibêjin qey meyal sûc û ev sûc cara ewil e bi penaberan hatiye vî welatî. Her wiha bandora medyaya dijîtal jî heye. Vîdeoyeke bêyî were piştrastkirin tê pavekirin. Rastî derkeve holê jî ew vîdeo tê parvekirin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya penaberan kêm dimîne. Penaber li pêşiya Daîreya Penaberan derbas jî bibin pir têdikoşin. Divê em ji ewil pirsgirêka civakîbûnê çareser bikin û mafê perwerdeyê ya zarokan biparêzin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ên hiqûqî divê em piştgiriyê bidin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

21/06/2023
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin