Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe

  • rojane
  • 10:59 18 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk anî ziman ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heta ku li ser tecrîda li Îmraliyê neyê axaftin dê hevhelalkirin çênebe.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî nayên girtin. Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk Tecrîda li ser Ocalan û encamên tecrîdê nirxand. 
 
Çelîk, destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser siyaset û civakê bandoreke mezin dike û anî ziman ku mînakeke vê rastiyê xwe di pêvajoya hilbijartinê de daye der. Çelî,k da zanîn ku zextên beriya hilbijartinê xwe dane der di pêvajoya hilbijartinê de jî dom kirin û wiha got: “Îktdar, ev bû 8 sal bênavber bi tevgera azadiyê ya kurdan re şer dike. Ev şer bandorê li hemû derdorên civakî dike û herî dawî jî zarokê 5 salî Hakan Sarak li Cizîrê bi wesayîta zirxî hate înfazkirin. Ji ber ku ev înfaz e. Demekê şoreşger wiha înfaz dikirin, niha jî zarokan dikujin. Em nikarin bibêjin van tiştan eleqeya xwe bi tecrîdê nîne.” 
 
BÊDENGKIRINA OCALAN BÊDENGKIRINA HERKESÎ YE
 
Bi domdarî Çelîk destnîşan kir ku sedema girankirina tecrîdê, paşxistina tevgera kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji muxalefeta burjuva ku xwedî îdiaya guherandina pergalê ye û ji kesên bo xwe perspektîfa Rêya Sêyemîn esas digirin ev tişt were gotin; dema Ocalan hate bêdengkirin ev tê wê wateyê ku herkes tê bêdengkirin. Polîtîkayên tecrîdê piralî ne. Pirsgirêka kurd jî yek ji van e. Desthilata AKP’ê bi dek û dolaban di vê hilbijartinê de bi ser ket û amûra wê ya herî xurt ku bi kar dianî jî pirsgirêka kurd bû. Desthilatê bi dijbertiya kurdan civak teslîm girt û muxalefet jî tirsonek tevgeriya. Ma heta em li ser tecrîda li Îmraliyê neaxivîn, heta ku em li ser berxwedana gel neaxivîn dê çawa qala hevhelalkirinê bikin? Bi dilekî tirs gotina ‘em ê bi her kesî re hevhelal bikin’ nabe.”
 
‘YÊ ÇARESER NEKE JI HEV BELAV DIBE’
 
Di berdewamê de Çelîk da zanîn ku pirsgirêka kurd ji Tirkiye û tecrîdê cuda nayê destgirtin û wiha pê de çû: “Tu kes bi paşguhkirina pirsgirêka kurd re tiştekî bi dest bixe. Em hatin sedsaliya Komarê. Berê ji bo li dijî komunîzmê şer bikin komele ava dikirin. Heke niha şerm nekin dê ji bo şerê li dijî kukrdan jî komeleyan ava bikin. Zêdetirî 40 sal in pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê Abdullah Ocalan û tevgera siyasî ya kurd gelek caran bangên aştiyê kirin. Li Tirkiyeyê pîvana şoreşgeriyê, sosyalîstbûnê û demokratbûnê pirsgirêka kurd e. Muxalefeta ditirse ku qala pirsgirêka kurd bike. Ji berê ve siyaseta kurd bibêje: ‘Yê ku pirsgirêka kurd çareser neke dê ji hev belav dibe.’”
 
PERSPEKTÎFA RÊYA SÊYEMÎN
 
Nivîskar Çelîk anî ziman ku Tirkiye kete pêvajoyeke nû, bal kişand ser pirsgirêka kurd, tecrîd û rewşa girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Divê daxwaza me ya pêşîn azadî be. Wekhevî û edalet nîn e, kuştinên jinan zêde bûne, tecrîd heye, girtî terkî mirinê hatine kirin. Bi ya min êrişên desthilatê û şîretên muxalefetê yên ‘rûnin’ civak tevizand. Divê têkoşîn berdewam bike. Tifaqa Ked û Azadiyê bi halê xwe yê rêxistinbûyî, taybetî jî wek cewherî li ser Rêya Sêyemîn têkoşînê bide destpêkirin. Rêya Sêyemîn avakirina komara demokratîk û pêkanîna daxwazên demokrasiyê ye. Kesên Rêya Sêyemîn ji xwe re kirine nexşerê divê di dema pêşiya me de pêşengtiya têkoşînê bikin. Bi hêza xwe ya cewherî têbikoşin. Ji ber ku tevgera hemû hêzên din girêdayî tevgera vê dînamîkê ne.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

18/06/2023
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin