Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû

  • rojane
  • 11:31 11 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Huseyîn Arasan li Silêmaniyeyê di encama suîqestekê de hate qetilkirin. Arasan, 16 salan di girtîgehê de ma lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Malbata Arasan, diyar kir ku bi yekitiyê dikare rê li ber van êrişên were girtin. 
 
Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, di 9’ê hezîranê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê li pêşiya avahiya komeleyê rastî suîqestê hat û bi giranî birîndar bû. Arasan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji qetilkirina Arasan, MÎT û rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin tên berpirsyar tên dîtin.  Ji 16’ê îlona 2021’an heta niha di encama êrişên bi vî rengî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
ÇÎROKA ARASAN 
 
Malbata Arasan, ji ber mercên nebaş ên aboriyê di sala 1974’an de ji gundê Dengîza yê navçeya Stewr a Mêrdînê koçî Îzmîrê kir. Arasan, di 4’ê nîsana 1978’an de li Îzmîrê ji dayik bû. Ciwantiya Arasan li Îzmîrê derbas bû. Carnan li bazaran xebitî û carnan jî li ser înşaetan. Li hêla din jî tev li xebatên partiya siyasî bû. Kekê wî Hasan Arasan, di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû. Piştî vê tevlibûnê jî Arasan hîn çalaktir tev li xebatên partiya siyasî bû. 
 
16 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA 
 
Ji ber xebatên siyasî, di sala 1999’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Di sala 2006’an de Qanûna Ceza ya Tirk hate guherandin û Arasan hate berdan. Lê têkoşîna xwe domand. Arasan, îcar jî di çarçoveya “Doza Sereke ya KCK’ê” de li Sêrtê hate binçavkirin, 5 salan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Arasan, piştre dîsa hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Sêrtê de ma. Ji wir jî sewqî Girtîgeha Orduyê hate kirin û piştî 2 sal û nîvan hate berdan. 
 
Arasan bi giştî 16 salan di girtîgehê de ma. Di sala 2019’an de jî derbasî Yewnanistanê bû û ji wir jî çû Herêma Federe ya Kurdistanê. Li vir bû endamê Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê. Di 9’ê hezîranê de jî di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Xwişk û birayên Arasan ên bi navên Hatîce û Mahsûn Arasan ku li Îzmîrê dijîn, têkildarî birayê xwe bi ajansa me re axivîn. 
 
SÛÎQESTÊN SÎSTEMATÎK 
 
Hatîce Arasan got ku 2 salan tu agahî ji kekê we nedigirtin û wiha got: “Em ji ber mirina wî gelek êşiyan. Tiştekî pir nexweşe ku kekê min bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Di demên dawî de tevî kekê min bi giştî 6 kes di encama sûîqestan de jiyana xwe ji dest dan. Divê êdî pêşî li ber vê were girtin. Milet li wir bi awayekî sîstematîk rastî sûîqestan tên. Heke ev rewş bi vî rengî bidome, dê hêj gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Divê siyasetmedar êdî rê li ber vê rewşê bigirin. Bila mirov êdî vê êşê  nekişînin. Di nava 40 salan de gelek kes hatin qetilkirin. Xelk ji cih û warên xwe bûn. Bila êdî mirin çênebin. Em dixwazin berpirsyarên kuştina kekê min bên girtin. Heke li vir mirov rastî êrişan bên, ev êriş dê li her derê belav bibin. Çi dibe bila bibe, birayê min bi hovane hate qetilkirin. Ji pişt ve hate qetilkirin. Bila êdî pêşî li van kuştinan bigirin û mirov nemirin.” 
 
DÊ LI SILÊMANIYEYÊ BÊ DEFINKIRIN
 
Mahsûn Arasan jî bertek nîşanî sûîqestên li Başûr tên kirin da û ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî van êrişan bibin yek. Hêvîdarim ku mirina kekê min bibe mirina dawî û êdî dilê tu malbatan neşewite. Banga min li her kesî ew e ku rê li ber van kuştinan bigirin.” 
 
Malbata Arasan dê li navçeya Bucayê şîna xwe deyne. 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

12/06/2023
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin