Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin

  • rojane
  • 10:12 9 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Ajakorên servîsên veguhestina xwendekaran ên li 3 taxên Sûrê ji ber ku pereyê wan nayê dayîn kontak girtin. Ji ber vê yekê xwendekar bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê. 
 
Xwendekarên li taxên Şikeftê, Nivirdaş û Pîralya yên girêdayî Sûr a Amedê, ji 25’ê gulanê heta niha nikarin biçin dibistanê. Xwendekar taxên navborî diçin Dibistana Seretayî ya Ozekliyê ya li gundê Tilêlekê. Hat zanîn ku ajokarên servîsan kontak girtine lewma xwendekar nikarin biçin dibistanê û perwerde bibin. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî (MEB) her sal xizmeta veguhestina xwendekaran dide îhaleyê. Îhaleya îsal jî dan Şîrketa Lîmîted a Înşaet Xurek Paqijî Ewlekarî Neqliye Pîşesazî Bazirganî ya Şik-Karê. Li gorî îdiayê, Şîrketa Şik-Karê di meha gulanê de hezar lîre ji mûçeyê ajokarên xwendekar vediguhestin kêm kir. Ji ber pereyê hatiye birîn, ajokarên servîsan jî kontak girtin. Lewma jî xwendekar nikarin biçin dibistanê. 
 
BÛ 2 HEFTE NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ
 
Malbatên xwendekarên li gundê Şikeftê dijîn, diyar kirin ku ji ber ku xwediyê şîrketê mûçeyê ajokarên servîsan kêm kiriye xwendekar bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê. Malbatên xwendekaran destnîşan kirin ku di hefteya ezmûnan de xwendekar neçar dimînin ku 8 kîlomîtroyan bimeşin û wisa bigihijin dibistanê. 
 
Ji weliyên xwendekaran Mehmet Hafiz Çelenk têkildarî mijarê wiha got: “Şîrketa ku îhale wergirtî li gel ku pereyê xwe standiye jî pereyê ajokarên servîsan nedayê. Lewma ajokarên servîsan kontak girtine û zarok û neviyên me ev 2 hefte ne nikarin biçin dibistanê. Ev 2 hefte ne zarokên me her roj diçin ser rê û bi hêviya ku dê servîs were disekinin. Lê piştre diwestin û vedigerin malê. Ajokarên servîsan mafdar in. Heke pereyê xwe wernegirin nikarin debara xwe bikin. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin.” 
 
‘BILA PIRSIGRÊKA SERVÎSAN WERE ÇARESERKIRIN’
 
Yuksel Sut jî da zanîn ku ji ber pirsgirêka heyî 3 zarokên wî nikarin biçin dibistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa madî ya tu gundiyan baş nîne. Heke rewşa me baş bûya dê me bi derfetên xwe zarok biribûna dibistanê. Lê mixabin şensekî me yê wiha nîne. Fîrmaya ku îhaleya wergirtî bêyî sedemekê nîşan bide pereyê ajokaran nade. Midûrê dibistanê li me digere û dibêje hewceye zarok bên dibistanê û bikevin ezmûnan. Mixabin zarokên me bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê. Em nizanin dê çi bikin. Zarokên min 2 rojan bi meşê diçûn dibistanê lê dibistan dûr e lewma nekarin bi domdarî biçin. Em dixwazin pirsgirêka servîsan were çareserkirin.” 
 
Cemîl Aslan jî diyar kir ku 3 zarokên wî hene û ji ber nebûna servîsê nikarin biçin dibistanê. Aslan, da zanîn ku bi rêya keyayê gund serî li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî dane û wiha got: “Em nizanin dê çi bi vê rewşa zarokan bibe. Li gundê me herî kêm 30 zarok ev bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

09/06/2023
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin