Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin

  • rojane
  • 09:05 7 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara bibîr xist ku di encama hevdîtinan de wan û hikûmeta Iraqê di hin waran de li hev kiriye. Kara destnîşan kir kir tu pirsgirêkeke wan bi Iraqê re nîn e û got ku di demên pêş de dibe ku hin qanûnên hikûmetê biguherin. 
 
Di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê hewl dabû ku li derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûrê xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Mexmûriyên ku ev helwest û hewledana Artêşa Iraqê qebûl nekiribûn dest bi berxwedanê kiribûn. Mexmûriyên ku bi şev û roj di çalakiyê de bûn, daxwaz kiribûn ku Artêşa Iraqê hêzên xwe vekişîne. Di 16 rojên berxwedanê de komiteya dîplomasiyê û Meclîsa Gel a Mexmûrê gelek hevdîtîn bi rayedarên hikûmeta Iraqê re kiribûn. Di encama van hevdîtinan de lihevkirinek çêbûbû û leşkerên Iraqê ji dora wargehê vekişiyabûn û xelkê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîbûn. 
 
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara hevdîtinên bi Iraqê re û berxwedana Mexmûriyan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin.
 
'BERXWEDANA MAFDAR BÛ SEDEMÊ JI HEV FÊMKIRINÊ'
 
Kara anî ziman ku anî ziman ku gelê Mexmûrê tu carî destûr nedaye çewisandinê û destnîşan kir ku bi saya vê îradeya ku derketiye holê hevdîtin pêk hatine û wiha axivî: "Weke ku tê zanîn di van 15 rojan de, di navbera me û hikûmeta Iraqê de hin pirsgirêk rûdan. Ji bo ku alozî rû nede me xwest ku em pirsgirêkê çareser bikin. Herî dawî me hevdîtinek kir. Di destpêkê de hikûmeta Iraqê xwest ku vê pirsgirêkê bi êş û zordarî çareser bike. Gelê Mexmûrê jî li hemberî vê derket û helwesta xwe û nerazîbûna xwe ya mafdar nîşan da. Dê ew rêbaza îzolekirinê teqez nehata qebûlkirin. Gelê Mexmûr tu carî zordestî qebûl nekiriye û dê qebûl neke jî. Di pêvajoyên demborî de jî bi vî rengî bû. Mirov dikare bibêje ku ji bo parastina mafê xwe û ji bo ku wargeha wan nebe weke girtîgeheke sergirtî li ber xwe dan. Helbet vê berxwedanê heta radeyekê hişt ku hikûmeta Iraqê jî vê meseleyê fêm bike û li gorî wê gav biavêje. Vê berxwedanê hişt ku hikûmeta Iraqê daxwazên Mexmûrê fêm bike. Ji ber wê dema ku hikûmeta Iraqê dît ku ev pirsgirêk bi şer û pêvçûnê nayê çareserkirin vê carê xwest hevdîtin çêbibin. Ji ber wê weke nûnertiya Mexmûrê me bi çend şandeyên wan re hevdîtin kir. Pirsgirêk hatin nîqaşkirin. Ez dikarim bibêjim ku di vê hevdîtinê de hestiyariyek jî çêbû."
 
'TU PRISGIRÎKÊN ME BI IRAQÊ RE NÎN IN'
 
Kara diyar kir ku di encama hevdîtinan de hin lihevkirin jî çêbûne û ev agahî parve kirin: "Em hêvîdar in ku nêzikatiyeke bi vî rengî berdewam bike. Ev pirsgirêk bi awayekî aqilê selim bê çareserkirin. Hewldanên wan di vê hêlê de ne. Beriya niha jî me got,'tu pirsgirika me bi hikûmeta Iraqê re nîn e û em naxwazin rastî hikûmeta Iraqê bên.' Dibe ku heta niha di hêla însanetiyê de ji me re alîkariyek nekiribe, lê di aliyê ewlehiyê de heta niha tu pirsgirêk ji me re dernexistin. Ew zilma ku malbata Barzan li ser me kiriye Iraqê li me nekiriye. Divê ku em vê heqîqetê jî bînin ziman. Ew îdiayên weke,'Mexmûr wargeha hêzên çekdar e' me ew pûç kirin. Me bi dehan caran di vê çarçoveyê de bi Iraqê re hevdîtin kiriye, bi rojan bi me re mane û ev îdia pûç bûne. Heta niha weke wargeha Mexmûrê me astengiyeke bi vî rengî jî çênekiriye. Kengî ji bo însanetiyê karek kirine me piştgiriya vê xebatê kiriye. Ev tişt hemû me ji wan re ragihandin. Di navbera me de peymanek çêbûye. Lê wê çi qas bê pêkanîn nizanim. Em dizanin ku lîstokên li ser Mexmûrê tên meşandin di kîjan astê de ne. Ji ber vê bi qasî ku ji destê me tê em ê di nav hewledanên çareseriyê de bin." 
 
'ÎXTÎMALA HEYE KU DI ZAGONAN DE GUHERTIN ÇÊBIBE'
 
Kara da zanîn ku ji bo êriş û dorpêçkirina Mexmûrê li ser hikûmeta Iraqê zextên siyasî hene û wiha domand: "Divê di serî de em ji hev fêm bikin. Heta niha li hemberî Hikûmeta Iraqê me tu bêrêziyek nekiriye. Em ji ber zilmê koçber bûne. Me tu zilmek li hikûmeta Iraqê nekiriye. Em her tim bi şêwazên dostane û însanî nêzik dibin. Ol, ziman çi dibe bila bibe me xwestiye pê re rûnên û pirsgirika heyî bi hev re çareser bikin. Me her tim ji Wezarata ku ji koçberan berpirsyar ev daxwazên xwe anîne ziman. Heke ku me heta niha dijîtiya vê kiribe bila îspat bikin. Ez dikarim bibêjim ku hikûmeta Iraqê jî heta astekê qaneh bûye. Qaneh e ku ew îdiayên ku malbata Barzanî û hikûmeta tirk li ser me belav dike pûç û vala ne. Di van hevdîtinan de jî li ser vê jihevfêmkirin çêbû."
 
Kara destnîşan kir ku îhtimal heye ku di demên pêş de hin qanûnên Iraqê biguherin û wiha pê de çû: "Wan jî di hêla guhertinê de nêrînên xwe anîn ziman. Zexteke siyasî li ser hikûmeta Iraqê heye. Vê venaşêrin jî û bi awayeki vekirî jî dibêjin. Hem ji aliyê malbata Barzanî, hem dewleta tirk û hem jî hêzên navneteweyî zextan lê dikin. Hikûmeta Iraqê di encama van zextan de hat. Me ji wan re got; Hûn hatin bi dehan rojan bi me re mane. We bi çavên xwe dît ku ev îdiayên malbata Barzanî û Tirkiyeyê pûç in û ne rast in. Hûn jî û hêzên neteweyî jî bila bên em li wargehê bigerin. Me got; Nexweşxaneya me çareser bikin, bila Neteweyên Yekbûyî bê nûnertiya xwe veke'. Heya niha me tu tiştên ku Iraqê xwestiye asteng nekiriye. Di encama vê berxwedanê de Iraqê ji me fêm kir. Dîtin ku em civakake ku neheqiyê qebûl nekin. Divê Iraq êdî ji Tirkiyeyê re bibêje,'Çawa dibe tu wargeheke ku di bin kontrola min de ye bombardiman dikî?' Tişta ku me xwest ev xalên bingehîn bûn."
 
'ÎXTÎMAL HEYE KU ŞANDEYEK BÊ WARGEHÊ'
 
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara bi lêv kir ku di hevdîtinan de hin xalên sereke hatine nîqaşkirin û got: "Dîplomasiya me her tim li gorî pîvanên me ne. Em dîplomasiyeke bi exlaq dimeşînin. Ji ber vê me ev ji wan re got. Derûniya serdestiyê li ser wan hebû û bi nêzikatiyeke weke ku,'Em dewlet in û hûn koçber in' derket pêş û ev nêzikatî di axaftinên wan de jî dihat dîtin. Lê me ew derûniya wan şikand. Me ji wan re, got 'Heke ku hûn bixwazin werin zilmekê bikin hûn dikarin bên, lê me jî îradeyek heye û em jî bi vê îradeyê dijîn û hûn nikarin vê zilmê li ser me bikin.' Her wiha gelek caran me bi rayedarên wan ê artêşê re jî hevdîtin pêk anîn. Nêzîkatiya artêşê jî diyar bû, dixwestin ku nêrînên xwe serdest bikin û li me ferz bikin, lê tehemûla wan hebû ku em pirsgirêkên xwe vebêjin. Ew helwesta wan a hişk me heta astekê sist kir û tune kir. Me ji wan re jî vekirî got,'Pirsgirêkên xwe em nikarin bi kesan re çareser bikin, encax em dikarin bi hev re çareser bikin.' Me gelek caran ji wan re got,'em ne hêzeke leşkerî ne ku em pirsgirêka xwe bi artêşê re çareser bikin, em dixwazin bi hikûmetê re çareser bikin.' Wan got,'Çi pirsgirêk hebe divê hûn bi me re bibin muxatab.' Ji ber vê jî hin lihevkirin di navbera me de çêbûn. Erê hin qûle danîn û xendek kolandin, lê ev dûrî me ne. Ev dê bandorê li ser azadiya civakê neke. Niha xwe vekişandine. Dive di demên pêşiya me de hin şandeyên wan bên wargehê, dibe ku em jî biçin bi wan re hevdîtinê bikin. Me ji wan re jî got,'Em ne ji ber ku birçîbûnê reviyane, yan jî ber karesatekê reviyane, em ji ber zilmê reviyane û hatine li vir bi cih bûne.' Heke ku vî gelî teslimiyet qebûl bikira ji welatê xwe yê wekî bihuştê nedireviya, ne dihat deşta Mexmûrê bi cih nedibû. Heke ku hin zilmê bikin û bixwazin ku li ser vê civakê desthilat bibin ev gel dê vê qebûl neke û hûn ê rastî berxwedanê bên."
 
'EM BIBIN YEK EM Ê KARIBIN HÊZ BIDIN HEV'
 
Kara got ku ew nê li dijî hemû hewldanên bi aramnca bêîradekirina Mexmûrê li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di oxira wê de canê xwe jî bidin em ê li ber xwe bidin. Tekoşîna me û felsefeya me li ser vê xalê ye. Ez ji bo cîhanê, dost û dijminan re jî dibêjim ku gelê Mexmûrê dê tu carî dev ji berxwedana xwe bernede. Em bi hêvî ne ku dê ji niha û şûn de gavên girîng bên avêtin. Di vê pêvajoyê de ji her deveran gelê kurd piştgirî da me. Ev jî cihê şaneziyê ye ku em bibin yek, em ê karibin hêz bidin hev. Em bi vekirî dibêjin, heke em di daxwazên xwe de mafdar bin heta ku em wan daxwazan bi dest nexin em ê li ber xwe bidin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

07/06/2023
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî