Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin

  • rojane
  • 09:07 3 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Nûçegıhanê MA’yê Hakan Yalçin ê hate berdan, diyar kir ku beriya her hilbijartinê desthilat Çapemeniya Azad hedef digire û destnîşan kir ku li dijî zextan wê nivîsandina heqîqetê bidomînin.  
 
Di dema desthilata AKP’ê ya li Tirkiyeyê çapemeniya azadiyê ji holê rakir de di sala dawî de di lêpirsînên li dijî Çapemeniya Azad de 34 rojnamevan, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê beriya salekê bi rê ve dibir de di 16’ê hezîranê de 16 rojnamevan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Pişt re di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hate bi rê ve birin de ji 11 rojnamevanên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Pêla zextan a herî dawî jî 5 rojnamevanên di operasyonên navenda wan Amed de di 25’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û 2 rojnamevanên di 28’ê nîsanê de di operasyona navenda wê Enqereyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.  
 
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 29'ê cotmeha 2022'yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamevanên ku bi nûçeyên çêkiribûn, gerên di vê çarçoveyê ve kiribûn û bi şandina pereyan dihatin sûcdarkirin di 16'ê gulanê de di danişîna ewil de hatibûn berdan.
 
Hakan Yalçin ê di çarçoveya dosyayê de di 25’ê cotmehê de li Wan a xebatên xwe yên pîşeyî lê didomand hate binçavkirin û di danişîna dozê ya ewil de hate berdan, zextên li ser rojnamevanan, pêvajoya binçavkirin û girtinan, binpêkirinên mafan ên li girtîgeha ku di hucreya yek kesî de dihat ragirtin vegotin. 
 
Yalçin, da zanîn ku ji Wan a hate binçavkirin heta Enqereya ku birinê rastî binpêkirinên mafan hat û wiha got: “Dema radestî polîsên Enqereyê hatin kirin, hem rastî êrîşên fîzîkî hem jî heqaretên zayendîperest hatin. Destên min ji pişt ve kelemçe kirin û berê çekê dan serê min. Wê rojê me dît ku feraseta rêveberî û dewletê heye ku her cure maf di xwe de dibîne. Me rojnamevanan ji ber ku polîtîkayên qirêj ên dewletê teşhîr kirin bi 'endametiya rêxistinê' hatin sûcdarkirin. Em rastî gelek bêhiqûqiyan hatin û pişt re jî em ji xwe hatin girtin. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Sîncanê ku nû vebû, em li hucreyên yek kesî dihatin ragirtin. Wan em li cihekî ku tecrîdeke bi temamî li ser şexs û ji têkiliyên însanî bêpar hiştin. Şevekê rojnamevanekî ji mala wî digirin, dibin dadgehê, wî digirin û dûre di hucreya ji 12 metreyî de serbest berdidin.”
 
JI 149 NÛÇEYAN HATE DARIZANDIN
 
Yalçin, diyar kir ku di pêvajoya 7 mehan a binçavkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatine û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku li gorî talîmatan em rastî pêkanînên bi vî rengî hatine. Hemû raya giştî îdianameya ku piştre derxistin e dît. Ez ji ber 149 nûçeyan têm darizandin. Me rêbazên çareseriya demokratîk ên pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê pêş ket, binpêkirin mafan ên kurd dijîn û rayedarên hiqûqê çawa mudaxileyî çalakiyên herî demokratîk ên li dijî bindestan ên li vî welatî tên kirin dikin nivîsandin. Ji ber ku me ev rastî bi zelalî nivîsand, hatin darizandin û avêtin girtîgehê.”
 
ARMANC ASTENGKIRINA ROJNAMEVANAN E
 
Yalçin, ê qala şertên girtîgeha lê dihatin ragirtin kir, ev tişt gotin: “Feraseteke wan ku mirovan tecrîd bikin, fikrên kesan qebûl nekin û terkî mirinê bikin heye. Dema ketina ewil a girtîgehê jî hûn wê rewşa esarete fêhm dikin. Mûameleya li gorî şexsî, tarzên dijminane yên gardiyanên li wir dixebitin, hucreya ku tu tenê lê dimînî her tim lêgerîn dihat kirin, gef û heqaret û hwd… Ev helwest bi temamî bi armanca tirsandin, tepisandin û astengkirina pîşeya me ya rojnamevaniyê dihate kirin. Ne tenê em hevalên me jî di girtîgehê de ne. Ev desthilat naxwaze hin tişt bên guhdarkirin û dîtin.”
 
BERIYA HER HILBIJARTINEKÊ OPERASYON  
 
Yalçin destnîşan kir ku beriya her hilbijartinê Çapemeniya Azad hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Heke hilbijartin an jî pêvajoyeke krîtîk a ji bo desthilatê hebe operasyonên binçavkirinê yên li dijî Çapemeniya Azad dest pê dikin. Rojnamevan, di pêvajoyên krîtîk de li korîdorên edliyeyan, bi serdegirtinên li malên wan de bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû dimînin.” 
 
‘EM LI SER PEYWÎRA XWE NE’  
 
Yalçin, anî ziman ku wê li dijî zextan xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelekî girîng e ku hevalên me xwedî li pênûs, mikrofon an jî kameraya me derketin. Serbilindiyek e ku rojane rastî her cure zextan bên û têkoşînê bidomînin. Yek ji wesîleya ku em di girtîgehan de bi awayekî berxwedêr diman jî domandina hevalên me yên derve ya kevneşopiya Çapemeniya Azad bû. Em li ser peywîra xwe ne, weke duh em ê îro jî li ser peywîra xwe bin. Em hemû binpêkirinên mafan ên li vî welatî diqewimin bikin nûçe û van polîtîkayên qirêj teşhîr bikin. Em heqîqetê dinivîsin û em ê nivîsandinê bidomînin.”
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN TENDURISTIYÊ’ 
 
Yalçin, da zanfîn ku li girtîgeha lê dihat ragirtin girtiyên nexweş di mijara xwe gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me rewşa girtiyên nexweş li girtîgehên ku em lê diman jî dît. Em ê berdewam bikin ku ji bo girtîgehan bibin deng. Di serî de hevalên me yên rojnamevan divê girtiyên siyasî û nexweş demildest bên berdan.”
 

Sernavên din

03/06/2023
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da